Di şert û mercên ku şerê emperyalî yê 2emîn de derketibûn holê de, bi piştgirîya Sovyetan cara yekem li Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurd a Mehabadê hat daxuyakirin. Di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn Kurdan di wê axa biçûk de gavek pir girîng avêtin û komarek ava
kirin. Di 22ê Çileya 1946an li Meydana Çarçira ya Mehabadê çiraya azadiyê hat pêxistin û Qadî Muhemmed Komara Kurd a Mehabadê îlan kir. Ev dewleta ku bi emrekê pir kin jiyan kir, daxwaza gelê Kurd a yekîtîyê û ya dewletbûnê di nav xwe de dihewand. Lê mixabin piştî ku Artêşa Sor neçar ma ji heremê paş ve bikêşe, Îran a ku bi piştgirîya Birîtanya xwe ava dikir, 17ê Kanûna 1946an de ket Mehabadê. 19ê Kanûnê Qadî û rêveberên komarê hatin girtin.
Di 31ê Adarê 1947an de, saet 03:00 piştî nîvê şevê, Qadî Muhammed, birayê wî Sadrî Qadî û kurê mamê wî Seyfî Qadî, li Meydana Çarçira ya Mehabadê hatin darvekirin û qetilkirin.
Qadî Muhemmed, di talîya emrê xwe de bag li Kurdan dikir û digot: “Ez êdî demên talî yê emrê xwe dijîm. Ji bo xudê êdî ji hev re dijminahîyê nekin, bi piştgirîya hev li hemberê zaliman û dijminan bisekinin.
Xwe bi erzanî nefiroşin dijmin.
Dijminên gelê Kurd pirin zoryar û bê rehmin. Sembola serketina her gelekî yekîtîya wê, hevgirtina wê û piştgirîya wê ye. Her gelî ku yekîtîya xwe pêk neanî û îtiaqa xwe çênekir, wê bi dexta dijmin re rû bi rû bimîne, bindest be.”
Em îro di salvegera nemirbûna rêberê mezin ê Kurdan Qadî Muhemmed de dîsa bangawazîya wê ya yekîtîyê tînin bîra gelê xwe. Em dibêjin pêwîste gelê me yên ku xwe bi erzanî firotîye dijminê xwînxwar baş nas bike. Ji xeta îxanetkar ya PDKê-ENKSê dûr bikeve. Bi aliyên rasteqîn ê welatparêz ên Kurd re rêyên yekîtîyê werin avakirin. Ev bi şiyarbûna gelê Kurd dibe. Pêwîste gelê me xwedî li Qadî Muhemmed û wesîyeta wê derkeve ne li xeta îxanetê ya PDKê.
Em di salvegera nemirbûna Qadî Muhemmed de car din soz didin wê û tevahîya nemirên şoreşê. Em ê xeta îxanetê têk bibin, em ê Kurdistana yekgirtî azad û sosyalîst ava bikin.