Em Komkujiya Helebçeyê Ji Bîr Nakin

Di 16’ê Adarê 1988’an de dîktatoriya faşîst a Baas li Helebça bi çekên kîmyewî êrîşî gelê me kir. Dîktatoriya faşîst a Baasê ya li Iraqê, ji ber ku bi Îranê re şer dikir û êdî li pêşberî azadiya gelê Kurd nikarîbûn li ser lingên xwe bisekinin, bi komkujiyeke wiha dijmirovî xwest dîktatoriya xwe biparêze.

Gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê li dijî zilma faşîst a li Iraqê her tim di nava têkoşînê de ye. Dewleta Iraqê çiqasî bi tank û topên xwe êrîşî gelê Kurd kir, bi alîkariya artêşa Îngîlîz jî bi ser neket. Çiyayên Kurdistanê her tim gelê Kurd û şervanên azadiyê parastiye. Saddam Huseynê ku dîktatorekî şovenîst û faşîst bû, dixwest hêza xwe ya zordar li herêmê xurt bike. Gelê Kurd jî ev yek weke astengiyeke mezin dît û êrîşeke hovane ya bi navê “Enfal” li dijî gelê Kurd pêk anîn.

Di sala 2019’an de dewleta Tirk a faşîst û emperyalist li dijî gelê Kurd û pêkhateyên herêmê li Rojava, Serêkaniyê, Girê Spî, Efrînê û li çiyayên azad komplo pêk anî çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar anî. Li ber çavên hemû welatan.

Heya roja me ya îro jî êrîşî herêmên me dike, navendên binesaziyên xizmetî û pêşengên vê şoreşê dike hedef dixwazin herêmê ji şêniyên wê vala bikin û ber bi rêya koçberiyê ve bibin û armanca wê dagirkirina herêmên din ên Rojava ye. Doza avakirina Kurdistaneke azad û yekgirtî îro zêdetir tê meşandin. Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê azadiya netewî bi dest xist.

Li vir her tim hat nîşandan ku kurd wê bi ser bikevin û tu kes nikare welatê me ji destê me bigire û bi van qetlîamên ciwan me asteng bike

Wê nifşên pêşerojê ji bo doza Kurdistanê canê xwe feda bikin, lê her çiqas gelê Kurd di bin êrîşan de be jî armanca avakirina Kurdistana azad her ku diçe mezin dibe. Ji ber ku dîrok wê dîroka xayînan ji bîr neke, em ê hesabê vê qetlîamê giran bikin.

Ji Qamişlo heta Helebce em ê hesabê vê komkujî û bi hezaran qetlîamên girseyî bipirsin.

Di 36 salvegera Komkujiya Helebçeyê de em careke din hemû şehîd û cangoriyên xwe bi bîr tînin.

Tevgera Komûnîst ên Şoreşger (TKŞ)