Ji Bo Bajarên Demokratîk, Gelparêz, Wekhevî, Parêza  Zayendî EM BI BAJARÊN AZAD ŞOREŞÊ MEZIN BIKIN

DANEZAN A HILBIJARTINÊN XWECIHÎ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎYÊ

Hilbijartinên xwecihî ji bo dîyarkirina rêveberîyên bajar, navçe û bajarokan, ango hevserokên şaredarîyan tên çêkirin.

Êrîşên dagirkerîyê, şer, xizanî, koçberîya bi dara zorê, alozî û bobelatên ekolojîk û qirêjîya hilberîna kapîtalîst xweza û bajarên me tehdîd dike.

Pergala kapîtalîst, di heman demê de bajarên ku di nav pirsgirêkên avahîsazîyê de ne derdixe holê. Rêya ji holê rakirina pirsgirêkên civakî, avakirina jîyana azad a wekhev û avakirina cîhaneke ku têde jîyanek bi mirovahî heye ya ku em xeyal dikin, ji asta herêmî destpê dike. Lewma avakirina bajarên azad pirsgirêka desthilatdarîya û pergala civakî ya aborî-sîyasî ye.

Pirsgirêkên ku li bajarên me tên jîyîn, encamên feraseta rêveberîya xwecihî ya burjuvazî ya serdema hikûmeta Şamê ya Baasî ye ku axa me dagir kir û keda me bi salan îstismar kir in. Yekitîya dildar a ku gelê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ava kirîye, wê li ser xirbeyên bajarê kapîtalîst bajarên nû, azad ava bike. Li şûna bajarên xirbe yên ku encama kedxwarî, burokrasî, bê plansazîyê, îstismarkirina xwezayê, pêşbazî û serdestîya burjuvazîyê ne; Bajarên azad ku dûrbûna mirovan ji xwezayê ji holê rabe, wekhevîya tam a mafan were misoger kirin û encama pêşkeftina plansazkirî ya avahîsazîya bajarî û xizmetguzarîyên giştî bin, dê werin afirandin.

Weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) derbarê  têgihîna rêveberîya xwecihî ya li bajarên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê nêrîn û pêşnîyarên me wiha ne:

RÊGEZÊN BINGEHÎN

Rêveberîyên xwecihî yên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûrîyê; divê xwedî avahî û perspektîfên ku bingehên maddî yên civakî yên serwerîya gel li ser bingeha meclîs û komunan xurt bikin.

Di rêveberîyên xwecihî de; divê bermahîyên aborî û civakî yên serdema rejîma Baas a mêtînger bê tasfîyekirin. Divê li bajarên me sîstemeke ku girêdayîbûna sazîyên rejîmê ji holê rake bê avakirin.

Divê rêveberîyên xwecihî rola xwe bilîzin ku hemû gel û bawerîyên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi vîna xwe ya azad bi hev re bijîn û wekhevîya tam a mafan di her warî de pêk were. Divê nêzîkatîya şaredarîya pirzimanî bê pêşxistin û mercên xizmetkirina di şertên wekhev de bên afirandin.

Divê arasteyî û projeyên ku zirarê nadin xwezayê û teşwîqê hilberandin û bikaranîna enerjîya paqij û nûjen dikin bên hilberandin.

BAJARÊN JINPARÊZ (ALÎ JIN)

Divê rêveberîyên xwecihî li gorî regeza wekhevîya zayendî ya civakî û temsîlîyeta hevpar xebatên xwe bidomînin û daxwazên ku vê astê dadixin bên redkirin.

Divê rêveberîyên xwecihî ji bo destkeftîyên jinan di jîyana civakî de cih bigirin tedbîrên pêwîst bigirin. Divê di têkoşîna li dijî desthilatdarîya mêr de, li hemberê zextên ku ji ber têkilîyên malbatî û eşîrî pêk tên jî, rol bigre.

Di rêveberîyên xwecihî de; divê rêziknameyên qanûnî yên ku cezayên li dijî şîdeta li ser jinê, kuştina jinan û sûcên zayendî dihewîne bi biryardarî bên bicihanîn. Li dijî tundîyê divê şaredarî bi rêxistinên jinan re xebatên hevpar li dar bixin û ji bo jinên mexdûrên tundîyê derfetan peyda bikin.

Ji bo karkerên jin û mêr divê rêgeza wekhevîya mûçeyê ji bo karekî wekhev were danîn, li dijî dabeşkirina kar a zayendî têkoşîn bê kirin û pêdivîyên tenduristîya jinê werin şopandin.

Divê rêveberîyên xwecihî xebatên ji bo rakirina koletîya jinan a li malê, civakîkirina karên malê û ji bo teşwîqkirina jinan ji bo tevlêbûna xebatên civakî pêk bînin.

Ji bo parastina astengdar, nexweş û extîyar weke erka jinê neyê dîtin divê projeyên civakî bên pêşxistin.

Divê proje bên çêkirin ku zarokan wekî nirxek civakî bipejirînin û lênêrîna civakî bikin. Divê berîya zayînê û piştî zayînê ji jinan re betlaneya bi meaş bê dayîn, ji bo zarokan alîkarîya xwarin û paçika wan bê kirin. Divê li sazîyên girêdayî rêveberîyên xwecihî odeyên şîrmijandinê, kreş û baxçeyên zarokan bên vekirin.

BIHÊZ KIRINA CIVAKÊ

Di rêveberîyên xwecihî de divê feraseta mulkîyeta gel bê pêşxistin. Divê avahî û zevî, dewlemendîyên binerd û ser erd û amûrên hilberînê yên di çarçoveya xebatên şaredarîyan de li gorî rêgeza geşkirina şoreşê bên bikaranîn.

Hin zevî û amûrên hilberînê yên ku milkê gel têne hesibandin, divê ji hêla rêveberîyên xwecihî ve wekî cotkar û kooperatîfên model werin nirxandin.

Di sazîyên girêdayî rêveberîyên xwecihî de; Hefteyê kar a 30 saetan û salê mehek bêhnvedana bi heqdest divê ji bo karkeran bê misogerkirin. Dema zêde divê bi tevahî were qedexe kirin, ji bilî rewşên zarûrî karê şevê bê qedexekirin.

Divê tedbîrên ji bo ewlekarî û tendirustîya karkeran bên girtin û tedbîrên birîndarî û mirinan bên girtin, komîte û meclîsên karkeran ên herêmî kontrol bikin ka tedbîrên ewlehîyê li cihên kar têne bicihanîn an na.

Di sazîyên girêdayî rêveberîyên xwecihî de; Karkirina zarokên di bin 16 salîyê de bê qedexekirin, saetên xebatê yên ji 18 salî biçûktir bi 4 saetan bê sînorkirin û şagirtîyê bê rakirin.

Li kargehên ku bi rêveberîyên xwecihî ve girêdayî ne, divê ewlehîya kar û rêxistinê ji hemû karkeran re were peyda kirin.

Divê rêveberîyên xwecihî ji bo çareserîya pirsgirêka bêkarîyê projeyên aborî û civakî pêş bixin. Divê ji bo bêkar, sêwî, kal û pîr û nexweşan bernameyên parastinê bên çêkirin.

Ji bo astengdar bi awayekî azad beşdarî lênihêrîn, perwerde û jîyana xwe ya civakî bibin, divê sîyasetên cihêkarîyê yên erênî bên meşandin û projeyên ku di jîyana civakî de pêdivîyên astengdaran li ber çavan bigirin bên pêşxistin.

Ji bo avakirina civakeke saxlem divê rêveberîyên xwecihî di pergala tenduristîyê de rola xwe bilîzin.

Divê rêveberîyên xwecihî di avakirina tesîsên werzîşê ku hemû karker û kedkar, jin û ciwan jê sûd werbigirin de pêşengîyê bikin.

Divê pergalên veguhestina gelemperî yên erzan û bi kalîte li bajarên azad werin berfireh kirin. Ji bo kêmkirina mezaxtina sotemenîya fosîl, divê gel bê teşwîqkirin ku li şûna wesayîtên taybet, veguhestina giştî bikar bînin.

Divê rêveberîyên xwecihî projeyên xanîyan ên girseyî çêbikin da ku mafê xanîyan misoger bikin û pirsgirêka xanî çareser bikin. Xanîyên nû; Pêwîste li gorî plana xweparastinê ya bajêr û li gorî çanda civakî û şêwaza jîyanê bê avakirin.

Ji bo ku avahîya bajêr li hemberî bûyerên xwezayî berxwe bide divê xebat bên kirin.

Divê bajarên me li hember bobelatên wek şewat, lehî û erdhejê berxwe bidin. Divê gel li ser bobelatan were perwerdekirin, û amûrên lêgerîn, rizgarkirin û stargeha lezgîn ji berê de wekî milkê gel bêne peyda kirin.

Bi armanca afirandina bajarên paqij, divê rêveberîyên xwecihî kampanyayên kêmkirina bermahîyan û berfirehkirina vezîvirandinê û berfirehkirina tesîsên vezîvirandinê rêxistin bikin.

Divê rêveberîyên xwecihî qursên xwendin-nivîsandinê yên ku xizmeteke berbelav pêşkêş dikin vekin. Divê ji bo ciwan, jin û bêkaran navendên piştgirîya perwerdeya pîşeyî bên vekirin. Divê pirtûkxaneyên bajaran bên çêkirin.

Li dijî îşkenceya li dijî sewalan û kiryarên ku hebûna zindîyan tehdîd dike divê xebatên ki bi xwezayê ra li hev dikin bên kirin.

Li gorî ku pergala perwerdehîya zayendperest bi dawî bûye, ji bo rê li ber mezinbûna nifşê nû ji bo pêşerojeke azad bê vekirin, divê xebat bên kirin.

Divê xebatên hevpar bi navendên ku dê di warên zanist, çand û hunerê de piştgirî bidin hilberîna ramanê bên pêşxistin.

Divê rêveberîyên xwecihî ji bo xurtkirina têkoşîna civakî ya li dijî parsekî, alkolîzm û bikaranîna hişbirê gavan bavêjin û ji bo vegerandina jîyana hilberîner navendên piştgirîyê ava bikin.