Keda Jinê Ya Hundirê Malê Keda Civakî Ye

Endamên JKŞ’ê li bajaren Bakûr û Rojhilatê Surî hemleya xwe bi şîara “Keda jinê ya li malê keda civakî ye” bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin.

DİRBÊSİYÊ

Endamên JKŞ’ê li saziya TKŞ a Dirbêsiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê da. Zeynep Xidir der barê kampanyayê de agahî dan û wiha got:

Keda Jinê Ya Hundirê Malê Keda Civakî Ye

Şoreşa me ya ku tê nasîn bi şoreşa jinê ev şoreş ya ku ji 11 salan ve heta roja me ya îro li berxwe dide ji bo bidest xistina mafê jinan. Weke hûn dizanin em di sîstemeke xwedî çand u eşîret ve dijîn ji ber wê yekê jin di bin desthiladariya zilamperstî êş û işkence jiyan dike bi hemû rêbazên zilampersetî û şidet de derbas dibe ji şidetên piskilojî, fîzîk, cinsî û hwd…

Lê ev şoreş bu bersivek li hember hemû sîstemên qirêj yên desthiladar ji berxwedaniyên ku di vê şoreşê de hatin li dar xistin ji bo xurt kirina hemû destkeftiyan ji ber wê me di her qadeke bedelek pîroz daniye, îdî jin xwe di astên rêverberî û mîlîtanî de cih girtin di hemû karên siyasî û civakî û leşgerî de bûne pêşeng. Ji bo wê yekê pêwîst dibe her kes keda jin ya ku di hundir malê de dike nasbike ji ber ku ji hêza wê kedê û ji dayikên ku di hundirê xwe de Barîn û Zîlanan hewand ev şoreş tekoşîna xwe dido me, jin yên ku di hundir malê de ji bo vê şoreşê bi hezaran nivş xwedî dikin tevî ew zor û zehmetiya ku tê de derbas dibe lê disa ji li ser lingê xwe disekine ji bo mezin kirina vê şoreşê em wê keda ku di hundir malê de tê kirin kedek pîroz dibînin, di vir de zihniyetên zilamperest wê kedê pir biçuk û ne hêja dibînin ji bo wê yekê jinên pîroz werin em bi hevre tekoşîna xwe mezin bikin û deriyên xwe ji şoreşê re vekin bila ev şoreş di hundir malên we de derbas bibe û behna azadiyê bi xwe re bîne ev dem dema tekoşîn û berxwedanê ye.

Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger dest bi hemleya xwe dikin di bin dirûşmeya keda jin di hundir malê de karê civakî ye. Werin ku em vê hemleyê bikin bersivek li hember sîstema zilamperestî û zincîrên qeydê bişkînin.

Em bang li hemû Jinên Bakur û Rojhilatê Surî dikin werin. Em di hundir vê şoreşê de hemû zincîrên desthiladarî û zilamperestî bişkînin.

Na ji desthiladariyê re

Bijî şoreşa me ya jin

Bijî şoreşa Rojava

KOBANÊ

Li Kobanê endamên JKŞ’ê li Qada Şehîd Egîd çalakî pêk anîn. Endama JKŞ’ê Bihar Mistefa diyar kir ku divê keda jinê ya li hundirê malê ji aliyê her kesî ve bê naskirin.

Bihar Mistefa got: “Bi saya hêza wê kedê Barîn û Zîlan hatin afirandin. Jinên li malê dixebitin jî têkoşîna şoreşgerî didomînin. Bi hezaran jin tevî zehmetiyên ku dijîn ji bo vê şoreşê dixebitin.”

HESEKÊ

Li avahiya TKŞ’ê ya Hesekê daxuyaniyek hat dayîn. Endamê JKŞ’ê Wîdad Mihemed wiha got: “Weke hûn jî dizanin em di nava çand û sîstemeke eşîrî de dijîn. Ji ber vê yekê jin di bin serweriya mêran de, bi êş û îşkenceyê bi hemû rêbazên mêran, tundiya derûnî, fîzîkî û zayendî di nav de dijîn. Em bang li hemû Jinên Bakur û Rojhilatê Surî sewin werin. Em di hundir ve şoreşê de hemû zincîrên desthiladarî û zilamperestî bişkînin.”

Daxuyani bi siloganên “Na ji desthiladariyê re” û “Bijî şoreşa me ya jinan” bi dawi bi.

QAMİŞLO

Li bajarê Qamişlo endamên JKŞ’ê li Navenda Çandê ya Şehîd Zîlan daxuyanî dan. Endama JKŞ’ê Julia Raman ev tişt got:

“Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger dest bi hemleya xwe dikin di bin dirûşmeya keda jin di hundir malê de karê civakî ye. Werin ku em vê hemleyê bikin bersivek li hember sîstema zilamperestî û zincîrên qeydê bişkînin.”