Zimanê Me Hebûna Me Ye! Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be.

Me bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li saziyên xwe yên Hesekê û Kobanê daxuyaniyên çapemeniyê dan. Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê pîroz be.

Zimanê Me Hebûna Me Ye! Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be.

15ê Gulanê Roja Zimanê Dayîkê di dîrokê de, destpêkê di şoreşa Cotmehê de wekî zimanekî fermî tê qebûlkirin. Cara yekem di sala 1928an de alfabeta zimanê Kurdî ji alîyê komunistên bolşevîkên Kurd Erebê Şemo (Şivanê Kirmancan) û Îsahak Morgulov ve tê amadekirin. Di şoreşa Cotmehê ya 1917an de konferansa Kurdên Qefqazê ya yekemîn di sala 1925’an de tê lidarxistin. Di vê konferansê de erka amadekirina alfabeya latînî ya zimanê Kurdî tê dayîn Erebê Şemo û Îshalak Morgulov. Li ser vê esasê di sala 1928an de alfabeya yekemîn a zimanê Kurdî tê amadekirin. Ev alfabeta yekem a Kurdî di dîrokê de weke alfabeta “Şemo-Morgûlov” tê naskirin. Di van salan de kovara “Rêya Teze” bi alfabeya “Şemo-Morgûlov” dest bi weşanê dike. Şoreşa Cotmehê wekî qadên din di vê qadê de jî gavên mezin davêje.

Di dîroka 15ê Gulana 1932an de bi pêşengtîya Celadet Elî Bedîrxan kovara Hawar a bi zimanê Kurdî cara yekem li Şamê dest bi weşanê dike. Celadet Elî Bedîrxan û hevalên xwe ji bo pêşxistina alfabet û Rêzimana Kurdî kedeke gelekî mezin didin. Ji ber vê yekê 15ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî yê Dayîkê” hatîye îlankirin. Kovara Hawar jî wekî kovara Rêya Teze ku di salên 1930an de cara yekem li axên Şoreşa Sovyetan dest bi weşanê kiribû, ji bo pêşketina zimanê Kurdî gavên gelekî mezin avêtin.

Zextên li ser zimanê Kurdî zêdetirî 100 salan e berdewam dike. Sîyaseta înkarkirin, qirkirin û tunekirinê bingeha sîstemên kapîtalîst û dewletên mêtînger e. Heta niha ji ber ev sîyaseta dewletên kapîtalîst û mêtînger bi hezaran zimanan hebûna xwe winda kirîye. Teva windabûna van zimanan netewbûna van gelan jî winda bûye. Ji ber ku ziman bingeha herî esas parastina dîrok û hebûna netewekê ye. Bi hewldana tunekirina ziman di heman demê de li ser jinan êrîşeke qirkirin a serdestîya mêr tê meşandin. Jinên ku li Şengal, Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî rastî êrîşên dagirkerîyê yên herî qirêj tên pêşengên têkoşîna li dijî dagirkerîyê ne.

Yek ji van netewên ku bi sed salane rastî sîyaseta qirkirin û tunekirinê tê netewa Kurd e. Gelê Kurdistana ku ji alîyê dewletên mêtînger û kapîtalîst ve bi hevpeymanên wekî Qasr-i Şîrîn, Syces Picot, Lozan û hwd. hatîye çar parçekirin îro hîna rastî vê sîyasetê tên.

Gelê Kurd bi deh salan e ji bo parastina zimanê xwe li dijî faşîzm û mêtîngerîyê berxwedaneke bi bedêlên giran dimeşîne. Wekî dewletên herêmê yên faşîst û paşverû yên ku Kurdistan di navbera xwe de parve kirine Komara Dewleta Tirk a faşîst ku sed sal e li ser şiyara “yek ziman, yek milet û yek ol” hatîye avakirin ji bo tunekirina çand, dîrok û zimanê Kurdî her cure rêbazên qirêj bi kar tîne. Lê li Rojavayê Kurdistanê bi saya şoreşa Rojava ya gelparêz û azadîxwaz zextên rejîma BAAS a li ser zimanê Kurdî û tevahî zimanan hat rakirin. Zimanê Kurdî bû zimanê fermî û perwerde. Ev jî ji bo têkoşîna gelê Kurd a dehan salan destkeftineke dîrokî ye. Ev destkeftin di heman demê de bi saya pêşengên şoreşa jinê û bi hezaran bedêlên ku jinan daye hat bidestxistin. Pêwîst e ku îro li dijî faşîzm, mêtîngerî û dagirkerîyê em hîna zêdetir li destkeftinên xwe derkevin.

Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî jinên çar parçeyê Kurdistanê pîroz dikin. Em dibêjin em di her qadê de xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê tevahî gelê me û jinên Kurd ên çar parçeyê Kurdistanê di her qadê de xwedî li zimanê xwe derkeve. Axaftin, nivisîn, fêrbûn, fêrkirin, xwedî lê derketin, li dijî mêtîngerî û asîmîlasyonê sekinîn berxwedana herî mezin û rûmetdar e.

15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî yê Çar Parçeyê Kurdistanê Pîroz be.

Zimanê me hebûna me ye!

Zimanê ne dîroka me ye!

Zimanê me pêşeroja me ye!

Zimanê me rûmeta me ye!

Bi zimanê xwe biaxive, bixwîne, fêr bibe, fêr bike!

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)