Em Tenduristiya Xwe Ya Civakî û Şoreşa Xwe Biparêzin

Vîrûsa Korona ku li bajarê Vûhan yê Sînê derketiye holê bi lez belavî tevahî cîhanê bûye, rê li ber mirina bi hezaran mirovan vekiriye û hîna jî berdewam e. Tê zanîn ku di dîroka civakên çînî de bi mîlyonan mirov di encama van nexweşiyên şewbê de jiyana xwe ji dest dane. Di pergalên ku mêtîngerî û şelandin heye de mirinên girseyî yên ji ber van sedeman ne yekemîn in, wê ne jî dawî bibin.

Îro Vîrûsa Korona ku hemû cîhan xistiye bin bandora xwe bêguman ne nexweşiyeke tesadûfî, ne jî vîrûseke ku ji jixweber ve derketî ye. Çavsoriya qezenckirinê ya pawandarên pergala kapîtalîst û emperyalîst her ku çû jiyannasî, maneviyat û nirxên mirov û hemû zindiyan hîna zêde lawaz xist. Keda karker û kedkaran bi awayekî hov tê mêtîngerkirin, xweza bi awayekî bêsînor tê rûxandin. Hilberandin û mezaxtina zêde bingeha hemû tiştên eydî mirov û xwezayê xirap kiriye û hîna jî xirapkirinê berdewam dike. Vîrûsa Korona yek ji nexweşiyên ku di encama politiqayên pawandarên kapîtalîzm û emperyalîzmê derketiye holê ye. Dîsa sedema bi lezanî rê li ber negirtina mirin û belavbûna nexweşiyê pergala kapîtalîst û berhema polîtîqayên wê ye. Navendên kapîtalîst û emperyalîst wek her tim hewl didin ku vê pêvajoya ku bi şewbê derketiye holê vegerînin derfetekê. Hewl didin ku vê nexweşiyê wek sîlahekê bizivirînin karker, kedkar û serhildanan.

Di aliyekî de yên bûrjûwa vedikişin qesr, vîla û giravên xwe û di seranserî cîhanê de zor li ser bi mîlyonan karker, kedkarên xizan tê kirin ku bixebitin û ew bi mirinê ve rû bi rû tên hîştin. Polîtiqaya tendurîstî ya pergala kapîtalîzmê îro vegeriya sîlaheke kujer ku li xizan, kedkar, kal û pîran û hemû gelên bindest dixe. Dewletên kapîtalîst ji bo şirîkeyên kapîtalîst û sermiyana kapîtalîst bi zirara herî kêm ji pêvajoyê derkevin li pey hev polîtîqayên xwe radigihînin. Ev tu polîtîqa û pratîk ne li gorî sûda xizan, bêmal, jin, karker, kedkar, kal û pîran e. Giştî ji bo parastina mayindetiya pergala xwe ya kapîtalîst û ji bo rê vekirina li ber qadên qezencê ya şirîkeyên kapîtalîzmê ye. 

Pergala kapîtalîzmê ku di her gavê de mirinê diafîrîne bi rêveberiya awarte, bi qedexeyên derketina derve dixwazin gel bixin malan, febrîqayan vekirî bihêlin, karkeran bi zorê bidin xebitandin û bi vê rêyê polîtaqayên xwe bi dilfirehî pêk bînin. Bi ev pratîkên ku wek çareserî pêşkeş dikin li kargeh, febrîqe û derve dibin sedema mirina bi mîlyonan xizan, bêmal, karker û kedkaran.

GELÊN ROJAVA, BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Erdnigariya me ya ku di destê Rêveberiya Xweser a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî de ye, mirovên me yên ku li vir jiyan dikin bi vê xetereya pandemîk a Vîrûsa Korana ve rû bi rû ne. Biryar û tedbîrên ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê girtine bi armanca parastina gel û artêşa me ye û ji bo rê li ber girtina belavbûna  Vîrûsa Koronayê ye. Pêwîst e hemû gelê me li gorî van biryaran tevbigerin û li hemû cihên ku lê ne bicihanîna van biryaran birêxistin bikin.

Me çawa ku wek gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, zilma DAÎŞ’ê û li dijî êrîşên emperyalîst û hevkarên wan şer kir, niha jî em bi erka berdewamkirina têkoşîna li dijî tevahî vîrûs û nexweşiyên ku kapîtalîzmê derxistiye ve rû bi rû ne. Rêveberiya me ya demokratîk ku tenduristiya gel esas digire wê bi gelê me re heq jê derkevin ku vê xetereya nexweşiyê tune bikin.

Li cihê ku dewletên kapîtalîst tedbîrên keseyatî weke çareserî pêşniyarî mirovan dike, rêveberiya me ya gelperêz ji bo parvekirina hevbeş a derfetan û li dijî xetereyê têkoşînkirina bi hev re esas digire.

Amborgoya ku li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî tê meşandin bandor li tedbîrên bandorker ku Rêveberiya Xweser karibe li hember nexweşiyê bigire dike. Berpirsiyarên vê jî dewletên kapîtalîst û emperyalîst in.

Bila dawî li her cûre amborgoyên ku li ser welatê me tê sepandin bê anîn!

Kapîtalîzm dijminê karker, kedkar, xizan, jin û xwezayê ye!

Sosyalîzm dostê jiyan, civak û xwezayê ye! Em tenduristiya xwe ya civakî û şoreşa xwe biparêzin!