Newroz, Berxwedan, Azadî. Berxwedan Azad Dike

Em ê Newrozeke din li ser axên ku şoreşê rizgarkirî pîroz bikin. Em şehîdên me yên ku hiştin em li welatê xwe Newrozê bi awayekî azad pîroz bikin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ew Kawayên Nûjen ên welatê me ne. Xata serhildêr û berxwêdêr a Kawayên Hesinkar bi têkoşîna gazî û şehîdên me ya canfida li Rojava gîhaşt serkeftinê. Em ê meşxela şoreşê ku Kawayên me yên nûjen gîhandina serkeftinê li Kurdistan û Rojhilata Navîn mezin bikin.
Em Newroza 2020’an li tevahî gelên me yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz dikin. Em Newroza 2020’an bikin rojeke ku em têkoşîna gelên me yên çar parçeyê Kurdistanê û Rojhilata Navîn mezin dikin. Em Newroza 2020’an ji bo rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ji dagirkeriya Dehaqên zalim, Ji bo parastina welatê xwe li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê, Ji bo parastina axên xwe yên azad li dijî feraseta rejîma mêtînger a BAAS li Sûrî, ji bo çaresarkirina pirsgêrêkên ku hêzên kûrewî yên emperyalîst bûne sedem vegerînin rojeke ku em rêxistinbûn, berxwedan, têkoşîn û yekîtiya xwe mezin dikin…
Newroza 2020’an li tevahî gelên çar parçeyê Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz be

Bijî Newroz, Bijî Azadî
Newroz Pîroz Be