Di 8’ê Adarê de Gavekê Bipêş De

Roj bi roj em nêzî 8’ê Adarê dibin. Ji 8’ê Adara sala çû ve jinên ciwan bi êrîşên di temenê biçûk de zewicandin, di kargehên taybet de bi mûçeyên hindik û bêmîsogerî xebitandin, li gundan carinan qet neşandina dibistanan carinan jî heta poleke diyar şandina dibistanan, ên xwendine jî ji berk u bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin bi êrîşên Rejîmê re rû bir û man. Malbatan çûyina Ewrupayê yan jî çûyina Başurê Kurdistanê weke azadî, weke tekane derfeta xwedîbuyina pîşeyan nîşanî ciwanan dan.

Li ser hinên ciwan rêbazên şerê taybet hatin meşandin. Dewleta Tirk a dagirker bi sîxurên xwe û bi rêxistinên Rejîmê yên veşartî û eşkere bi pêkanîn û gefa tacîz û destdirêjiyê xwestin jinên ku nîvê şoreşa me ne di malan de hepsî bikin. Bi van jî nesekinîn, hewl dan ku jinan weke karkerên cinsitî bixebitînin. Hin jinên ku nema li hember van êrîşan debar kirin û xwekuştin jî çêbûn. Jin rastî êrîşên fizîkî, nefsî û aborî man, wekek kesayet nehatin pejirandin û li ser navê wan biryar hatin dayin.

 Êdî Bes e!

Pêwîst e em li mafê xwe xwedî derkevin. Em weke jinên ciwan rolên kevneşopî ku civak li me mecbur dike weke em li malê rûnên û li benda zewacê bimînin, bi yekî ku em nasnakin re tene ji bo ku malbata me dixwaze bizewicin û zarokan bînin dinyayê, tene em di mekyaj û porê xwe de bifikirin, em tene di xwarina sibehê de bifikirin nepejirînin. Em bibin kesayetên ku difikirin, nîqaş dikin û biryar didin. Pêşeroj em in û dê em pêşeroja xwe bi desten xwe ava bikin.

Di parastin û avakirina şoreşa xwe de pêwîst e em cihê xwe bernedin. Pêwîst e em bi çekên xwe di cepheyan de jî şer bikin, em di meclis, dibistan û nexweşxaneyan de jî şoreşa xwe biparêzin û mezin bikin. Em ê di saziyên şoreşê yên siasetê de de polîtîkayê jî nîqaş bikin, stranên şoreşê jî bibêjin, helbestên şoreşa xwe jî binivisînin.

Em tenê dikarin êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê birêxistinbûnê vala derxînin. Em jinên ku li hemû cîhanê li hemberî tundî, tacîz, destdirêjî, mêtîngeriya kedê derdikevin qadan, diçin greve weke jinên ciwan ên Rojava silav dikin.

Îsal em ê jî li hemberî van rêbazên şerê qirêj û li hemberî rolên kevneşopî biçin greve û em ê li qadan bin. Em hemû jinên ciwan vedixwînin ku di 8’ê Adarê de em di refên CKŞ’ê de daxwazên  xwe qîr bikin.