Li Kantona Qamişlo Pîrozbahiya 8’ê Adarê Hat Çêkirin.

Li kantona Qamişlo pîrozbahiya 8’ê Adarê li gundê Tirbêsbiyê hat çêkirin. Jinên Komûnîst ên Şoreşger bi sloganên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Şoreşa Jinê” meşiyan. Di pîrozbahiyê de piştî rêzgirtinê mesaja rêberê gelê Kurd Abdûlah Ocelan hat xwendin. Daxuyaniya komîteya amedekar bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek jin wê şoreşa jinê mezin bikin. Piştî daxuyaniya ku bi sê zimanan hatiye xwendin pîrozbahiyê bi dîlana jinan berdewam kir…