Şoreş û Mirovbûn – Işık Kutlu

Dema milkê taybet vegere dewlemendiya gelemperî û cihê karbeşiyê tevkarî bigire, pirsgirêka her ferdan ya xweşguzariya madî nemine wê demê jiyan wê bingeh û çarçoweya xwe ya esasî bi dest bixe. Sosyalîzm li dewsa ferdperestiyê pêşxistina mirov a ferdberestiya xwe ya bêhempa, tesewîreke pêşerojê ku li dewsa êşan ku xwe spartiye kêfxweşiyê ye. Û sosyalîzm pergaleke ku li ser guherîna xwezaya mirov hatiye avakirin e. Sosyalîzm ji bo sosyalîstan ne jiyankirina ji bo kesên din, lê bi kesên din ve jiyankirina bihevbeş anîna rewşeke kêfxweşiyê ye.

Şoreş cîhaneke nû, civakeke nû mirovekî nû ye. Binkeftina şoreşê binkeftina mirov e jî. Hilweşiyana pergala ku wek “sosyalîzma reel” hatiye binavkirin wek hilweşiyana sosyalîzmê hat hesibandin û kapîtalîzma navnetewî di cih de “Pergala Cîhana Nû” îlan kir. Hilweşînê rê li ber şkestinekê di mîlyonan mirovên ku li hêviya sosyalîzmê bûn vekir û baweriya ku bi mirov û şoreşê hejand. Ev di heman demê de şkestina di hêviyan de û hilweşîn e mirov e.

Di mercên ku kapîtalîzma ku xwe spartiye milkê taybet te, dema serdestiya tiştan ku li ser mirov damezrandiye her ku diçe xurt dibe, mirov jî her ku çûyî bûye sermiyan. Bi vî awayî jiyankirin hatiye rewşeke ku girîngiya xwe ji milk hîn kêmtir e. Her wiha mirov ne li gorî nirxa xwe, li gorî tiştên xwe yên ku bi dest xistiye tê pîvandin. Şexsiyeta mirov ji aliyê tiştên xwe ve hatiye bi dest xistin. Di civakeke wiha de mirov li gorî berjewendiyên xwe yên herî teng tevdigerin. Li gorî min “Gustave Flaubert” ji ber sedema vê feraseta dualî ya exlaqê ku çavkaniya xwe ji van berjewendiyan digire gotibû “Rêbaza yekemîn a dilpakiyê, kehr kirina ji burjuwayan e” dijîhevbûna ku ferdperestî rê li ber vekiriye û xweperestî rastiya cîhana burjuwaziyê ye.

Dema em sosyalîzmê hedef digirin tiştê ku em li dijî wê derdikevin jî ev mercên heyî ne. Sosyalîst bûn redkirina ev modêla ku van mercên wek dane dihesîbîne ye. Marks di tiwêja xwe ya şeşemîn a li ser Feuerbach Tespîta “derûna mirov razberiyeke ku bûye parçeyekî ferdan a yekjimar e” dike. Qebûlkirina derûna mirov û a yekûneya têkîliyên civakî, qebûlkirina guherbarbûna derûna mirov e. Ger ji vir de bê mêzekirin wê hewldana sosyalîzmê ya guhertina derûna mirov bê dîtin. Wê bi guherîna mercan, xwezaya mirov jî veguhere. Di derbarê xwezaya mirov de rastiya ku tenê em dizanin guherbarbûna wê ye.

Pêkanîna şoreşê, pêkanîna qutbûnek û amadekirina mercên ku xwezeya mirov karibe bigûhere ye. Li vir pêwîst e qutbûn, hem bi rêxistinkirina bingeha şoreşê, hem jî bi guherînên serevayî were piştgirîkirin. Civakîkirina amûrên hilberînê, ji bo rakirina ji holê têkîliya mirov û sermiyanê ku kapîtalîzmê afirinadiye gaveke. Bi taybetî di sazbûna sosyalîzmê de ji bo tunekirina hilberîna sermiyanê ya biçûk ku çavkaniya bingehîn a rêxistinkirina kapîtalîzmê ye girtina tedbîran, ji holê rakirina mercên ku sermiyan-mirov ji nû ve diafîrîne mecbûrî ye. Di aliyê din de girîngiya xebitîna bi dildarî, di hilberînê de li dewsa handêriya madî handêriyên manevî xistin, berevajîkirina têkîliyên agahî û iqtidarê li holê ye. Avadaniya sosyalîst wê di heman demê de rêya pêşketina têkîliyên mirovî jî vebike.

Bêguman pratîkên agahdarkirinê bi naverokiya iqtidarê ye. Lawaziya mêjiyê ya di milê zanînê de, rê li ber hilbijartinên şaş vedike. Dema mirov hilbijartinên xwe dikin îradî tevdigerin. Îradeya xwe dispêre mêjî yê. Lê belê mêjî jî bi civakîbûnê ve sînordar e. Berhema xweza û dînamîkên civakê ye. Ji vê sedemê pêvajoya meşandina aqil ji civakîbûnê cûda nayê fikirîn. Di têkîliyên hilberînê yên kapîtalîzmê de rastiya tê spartin me aqlê sermiyanê ye. Hilbijartina şaştiyê di encamê de girêdayî pratîkeke hatin qanahkirinê ye. Di pergala kapîtalîzmê de mafdarkirin û aqilanekirin li gorî aqlê sermiyanê tê kirin.

Şerê me şerê ji bo ku gel bigihêje agahiyên mercên hebûna xwe ya rastî ye. Li vir îdeolojî tê rojevê. Şerê ku di navbera aqlê wan û aqlê me de di bernameya îdeolojiyê de tê meşandin. Ev şer berî sosyalîzmê jî, di dema avadaniya sosyalîzmê de jî berdewam dike. Piştî têkbirina kapîtalîzmê, pêwîst e civak xwedî pergala nû der bikeve, di guherîna wê de rola îdeolojiyê baş fêhm bike. Ji ber ku em mekanîzmayên ku serdestiya iqtidarê rewa dike û mekanîzmayên ku wê ji nû ve ava dike fêhm nekin em nikarin wê watedar bikin. Civak xwe di mercên îdeolojîk ên heyî de ava dike. Ji pergala kevin dewrgirtina mekanîzmayên îdeolojîk û çandî, bi guhertina hînbûyînan rewakirina pergala nû ye.

Hem heta guhertina mirovê kapîtalîst guhertina bingeha madî, hem jî veguherandina hesasiya îdeolojîk, çandî û bedewkariyê wê rêyên derketina mirovê nû derxîne holê. Ger ku mirov qasî ku bawerî bi kapîtalîzmê tînin baweriya xwe bi pergala xwe ya sosyalîzmê naynin tê wê wateyê ku di karê veguherandinê de pirsgirêk heye. Têkiliyên hilberandinê yên civaka kevin li gorî feraseta xwe mirov şekilandiye. Û mirovên ku li gorî feraseta kapîtalîzmê pêş dikevin wek mirovên ku karê xwe dizanin û baqil tên hesibandin. Lê wek ku me berê jî da xuyakirin sosyalîzm wê naveroka hemû têgihên wek evînî, dostanî û hezkirinê biguherîne. Feraseta kapîtalîzmê ferdpereziyê derdixîne pêş. Sosyalîzm rastekeke cûda, jiyana bihevbeşî (kolektîf) ye.

Ramangerê Îngîlîzî yê materyalîst ê sedsala 17’emîn “Thomas Hobbes” gotibû “mirov gurê mirov e” ev gotin kurtasiya tevahî têkîliyên aborî, siyasî, exlaqî û mirovî ya civaka kapîtalîst e. Mirov di mercên kapîtalîzmê de di civakeke guran de jiyan dike. Ev pergala ku yê xurt ê lawaz parçe parçe dike çavkaniya xwe ji milkê taybetî digire. Damezrandina sosyalîzmê ji kok de guhertina ev rewşa ku çavkaniya xwe ji milkê taybetî digire ye. Di aliyekî de rizgarkirina mirov ji mecbûriyeta jiyankirina ji bo kesên din e.

Sosyalîzm parvekirin, piştgiriya hev kirin û avakirina jiyaneke hevbeş e. Lê di aliyekî de jî sosyalîzm rizgarbûna ji taybetmendiyên milkê taybetî ku hesasiya mirov seqet dike ye. Bi vî awayî wê li pêş ferdpereziya mirov asoyên nû vebibin. Wek encam sosyalîzm ne ji bo dermankirina xirabiyên ku di encama sazîbûna milkê taybetî derketine holê, avakirina civakeke ku wan xirabiyan ji holê rake ye. Xwedîbûna milkê taybet rastiyeke ku exlaqê xira dike ye. Ev ji ber ku mirov hewceyê mirov dihêle wiha ye. Sosyalîzm wê mirov ji vê rewşa ku mirov hewceyê mirov dimîne, ev hesta herî biêş rizgar bike. Ev encama xwezayî ya civakîbûna ku biafirîne ye.

Dema milkê taybet vegere dewlemendiya gelemperî û cihê karbeşiyê tevkarî bigire, pirsgirêka her ferdan ya xweşguzariya madî nemine wê demê jiyan wê bingeh û çarçoweya xwe ya esasî bi dest bixe. Sosyalîzm li dewsa ferdperestiyê pêşxistina mirov ya ferdberestiya xwe ya bêhempa, tesewîreke pêşerojê ku li dewsa êşan ku xwe spartiye kêfxweşiyê ye. Û sosyalîzm pergaleke ku li ser guherîna xwezaya mirov hatiye avakirin e. Sosyalîzm ji bo sosyalîstan ne jiyankirina ji bo kesên din, lê bi kesên din ve jiyankirina bihevbeşî anîna rewşeke kêfxweşiyê ye.

Tiştê ku mirov li pey wê ye jiyan e. Jiyaneke kêfxweş ku mirov bi xwe û derdora xwe ve di nav lihevanînê de ye. Va ev ûtopyaya hevbeş a binyata mirov e. Va sosyalîzm wê vê misoger bike. wekî ku “Oscar Wilde” gotiye “Ne hêja ye ku li nexşeyeke cîhanê ku welatê ûtopyayê nade xuyakirin bê mêzekirin, ji ber ku cihê ku mirovahî digere û dîsa vedigere tê wir e. Û dema mirovahî daket wir, pêş de ber bi asoyê ve dinêre û bi dîtina welatekî hîn baştir, ber bi wir de derdikeve rê. Pêşketin rastîbûna ûtopyayan e”.

Sosyalîzm di noxteya ku ûtopya û zanistî tên gel hev de disekine. Ji ber ku sosyalîzm wekî ku Marks zanistî nîşan daye, berhema du çînan a çînên proleterya û burjuwaziyê ku dîrokê afirandiye ye. “Ji heq derketina karê rizgarkirina cîhanê: erka dîrokî ya proleteryaya nûjen e. Lêkolînkirina mercên vî karî û bi vê rêyê bi kûrahî lêhûrbûna wesfa wê û bi vî awayî zanabûnkirina çîna bindest ku karê xwe dîtina vî karî ye, Va erka tevgera proleter a sosyalîzma zanistî” dibêje Engels. Ev erk piştî ku pergala kevin hilweşiya jî wê bi şêweyên cûda berdewam bike.

Milkê taybetî astengiya li ber mirovbûna mirovahiyê ya herî mezin e. Dema milkê taybetî bê betal kirin hilberandina sermiyan û serdestiya berhemê ya li ser afirîner jî ji holê radibe. Ev qutbûna mirovan misoger ji cîhana ajalan û xwedîbûna jiyana xwe ya civakê ya derûnî ye. Damezrandina jiyaneke guncavî bi xwezayê ve piştî vê xalê wê pêk were. “Jiyana ku tiştekî ku eydî mirov e û heta niha tiştekî ku ji aliyê xweza û dîrokê ve hatiye dayin niha tê rewşeke çalakiya azad û rastiyeke wan”

Engels vê cîhanê bi gotina “Hêzên biyanî û heyberî heta niha dîrok di bin serdestiya xwe de digirtin dikeve bin kontrola mirovan. Mirov encax bi destpêkirina ji gavê de wê dîroka xwe bi zanebûneke kamil çêbikin. Sedemên ku ji aliyê wan de hatine xistin tevgerê de, bi şêweyeke ku giranî dide û bi pîvaneke her ku diçe zêde dibe, encax bi destpêkirina wê gavê, dê encamên ku ji aliyê wan ve tên xwestin bide. Ev qewastina mirovan ya ji cîhana mecbûriyetê a cîhana azad e” teswîr dike.

Di cîhaneke wiha de, rasthatina guherîna şexsiyeta mirov ku bi milkê taybetî seqet bûye û guherîna xwezaya mirov bêguman e. Her çiqasî ku berhama pergaleke ew li dij derketiye bibe jî, mirovê ku di mercên sosyalîzmê de jiyan dike xwedî îradeya guhertina xwe û bûyerên ku di jiyana xwe de cihekî girîng digire ye. Mirov wê ji hestên ku bi şîrê ku ji dayika xwe mitiye de fêrbûye yên wek xweperestî, guhnedêriyê rizgar bibe. Avaniya sosyalîzmê wê mercên ku nehezkirin, xizanî û xirabiyan ji nû ve biafirîne ji holê rake. Sosyalîzm wê mirov bike mirov.

Va dema ev pêk nehatin, dema bi şun de vegerîn bibe mijara gotinê, divê biserneketin tenê di mercên madî de nayê dîtin. Sosyalîzm pêvajoyeke avakirinê ye. Ji ber vê şaşîtiyên îdeolojîk û polîtîk derdikevin pêş. Di vê rewşê de divê rastiya mehrûmbûna ji mirovên ku pergala xwe biparêze û pêş bixîne bê dîtin. Ev jî tê wateya negîhiştina serkeftina kapîtalîzmê ya pêşxistina mirovê xwe. Li vir jî hebûna pirsgirêkeke me ya girîng derdikeve holê. Li vir di mînaka sowyetan de pêşnexistina mirovê nû ku xwe wek pergaleke sosyalîst bi nav dike de, çima mirovbûn bi temamî pêk nehat mijareke ku li benda nîqaşkirinê ye. Li vir pirsa mêjiya pirsiyarîkirinê li kuderê ye? Li holê ye. Bersivên ku bên girtin wê rê li ber pêşketina sosyalîzmê veke. Şoreşên Cotmehan jî enxax wê bi vî awayî gengaz bibin. Mirovahî nesaxî Cotmehên nû ye. Ya girîng jiyandina Cotmehên nû bi nûbûyînê ye.

Sosyalîzm, Mirov, Jiyan Weşanên Ceylan 2009