Şoreşa Rojava Ya Jinê Vîna Me Ye. Em ê Biparêzin

Li ber Çavê hemû cîhanê, bi piştgirî û erêkirina hêzên emperyalî ya navnetewî di dîroka Adara 2018’ê de Efrîn, di Cotmeha 2019’an de Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û faşîst û çeteyên wê yên hov ve hat dagirkirin. Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe didomînin. Piştî ku Erfrîn hat dagirkirin bi hezaran welatiyên Efrînê yê Kurd, Ereb, Tirkmen, Elewî HWD. ji ser axên xwe hatin koçberkirin. Bi hezaran çete û malbatên wan li dewsa wan hatin bi cih kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku hemû hiqûka şer ya navnetewî tune dihesîbinin tevahî hebûn, mal, milk û erdên gelê Efrînê talan kirin hîna jî berdewam dikin. Di aliyekî de bi sed hezaran darên zeytûnan ku bûye sembola Efrînê ye hatin jêkirin. Bi sedan sivîl, ciwan, jin, kal û pîr tên revandin, di şekenceyan re tên derbaskirin û tên qetilkirin. Mirov tên revandin û ji malbatên wan bi milyonan fidye (sere) tê xwestin û bi bedêla pereyan tên berdan.

Bêguman wek ku di rastî û bingeha Dewleta Tirk a Dagirker de xwe dide nîşan kirin êrîşên herî mezin dîsa li ser jinan tên pêkanîn. Di pêvajoya dawî de dîmenên şkenceya ku li ser bi dehan jinên Efrînî ku di zindanên girêdayî dewleta Tirk de hatiye kirin derketin holê. Wateya vê bêguman di şexsê jinên Efrînê de şkenandina şoreşa me ya jinê ye. Êrîşên ku îro li dijî jinên Efrînê tên pêkanîn berdewamiya êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li dijî bi hezaran jinên Êzîdî pêk aniye û berhema heman ferasetê yê.

Êrîşên ku di şexsê jinan de tên pêkanîn bi armanca şkenandina vîna şoreşa Rojava ya jinê tên kirin. Û bi vê gavê tê xwestin ku mesajek bê dayin ji jinên Rojava, Bakurê Sûrî re. Bi ve mesajê tê gotin ku “Ger hûn di nav vê şoreşê de cih bigirin dawiya we ev e”. Ev siyaset tenê ne li dijî jinên Efrînî, di heman demê de li dijî nasnameya tevahî jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî û jinên karker, kedkar ên bindest ên hemû cîhanê ye.

Hemû hêzên emperyalî yên navnetewî û dewletên paşverû û mêtîngeh ku dagirkeriya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî erêkirin û niha bêdeng temaşa dikin şirîk û berpirsiyarên van êrîşan in. Em bangawaziya tevahî jinên 4 parçeyê Kurdistanê heta Tirkiyê, Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji Emerîkaya latînî heta her derê bangawaziya jinan dikin ku li dijî êrîşên ku li ser vîna şoreşa Rojava ya jinê tên kirin vîna şoreşa jinê û piştgiriyê mezin bikin. Em wek Jinên Komûnîst ên Şoreger (JKŞ) banga jinan dikin ku li dijî hemû êrîşên zilamperest, dagirkerkeriya axa me û bi taybetî nasnameya jinê dike hedef zanebûna xweparastin û rêxistinbûnê mezin bikin. Em ê bi vîna şoreşa Jinê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û hemû warên ku di bin dagirkeriyê de ne bi rihê fidayî ya Arîn, Barîn, Avesta, Sarya û Destanan rizgar bikin.

Bijî Şoreşa Rojava Ya Jinê

                                             JINÊN KOMÛNÎST ÊN ŞOREŞGER (JKŞ)