Serokê min – Nujiyan Baran

Te rêya têkoşîna me xemiland û bi meşaleyan ronî kir. Tu ket hemû dilan û tu bûyî felsefeya jiyanê. Tu ji bo zarokan bûyî çîroka lêhengiyê. Ez van gotinan li ser xeta sor a şeveqê dinivisînim. Bi vê re hêz û vîna me xurtir dibe, em di xeta fidatiyê de bêhtir bi israr dibin. Te bi azadî û têkoşînê reng da rêya me û ji me re pir ava kirin. Te ji me re dîrokeke rastî, jiyaneke azad û fîdekariyê nivîsand.Te partî, bîrdozî û felsefeya çar parçeyên Kurdistanê ava kir. Te benda desthilatdariyê şkênand. Îroj bi milyonan mirov di rêya te re dimeşin. Me di nav şer û aşitiyê de, di nav rastiyê û tolhildanê de rêya azadiyê girt. Tolhildana me ji bo azadiyê ye.
Serokê min, tu rastiya jiyan û berxwedanê yî. Heval Baran Serhed serokê min bû. Di jiyanê de heval û di perwerdeyê de mamosteyê min bû. Heval Baran bi sekna xwe, bi coşa xwe, bi rihê xwe yê hevaltiyê, bi vîna xwe, bi berxwedana xwe bi kurtasî bi her tiştê xwe serok û şoreşkerekî mezin bû. Dema ku min heval Baran Serhed nas kir me du saetan nîqaş kir. Dema ku min pê re nîqaş kir min got qey ez heval Baran ji zû de nas dikim. Heval Baran bi destê min girt û kir ku ez li ser lingên xwe bisekinim. Bi perwerdeyên xwe kir ku ez xwe nas bikim û fêm bikim ku rola min çi ye. Di nav şoreşê de ez fêr kirim ku ez ê çawa bi xwe re şer bikim, ez ê çawa sînorên xwe derbas bikim û gavan pêş de bavêjim.
Dema ku me nîqaş dikir, gelek tiştên ku min dixwest ez jê re bibêjim hebûn. Dema ku heval Baran dest bi nîqaşê dikir min lê guhdar dikir. Berî ku ez biaxivim wî zanîbû wê ez ê çi bibêjim û pirsgirêka min çi ye. Ji bo ku ez pirsgirêkan bi xwe çareser bikim û ez paş de nekevim û neponijim tevdigeriya. Ji bo ez weke şoreşgerekê jiyan bikim û di cihê xwe de nesekinim gelek rê li ber min vedikir. Heval Baran her dem ji min re digot ku “Ji bo tu karibe bi hemû vîna xwe li ber xwe bidî, li ser lingên xwe bisekinî, jiyaneke şoreşger û azad jiyan bikî çi dibe bila bibe, çi derdikeve pêşiya te bila derkeve, astengî jî derkevin pêşiya te, pêwîst e tu nesekinî û armanca xwe winda nekî. Heger tu vê astengiyê derbas nekî tu nikarî pêş bikevî.”
Her dema ku me nîqaş dikir ji min re digot ku “Tu jineke azad e û te jiyaneke şoreşgerî û azad ji xwe re hilbijartiye. Ez jî hevalê te me û erka min e ku ez alîkariyê bi te re bikim. Yê ku bindest e û destê xwe dirêjî min bike, azadiyê bixwaze pêwîst e ez alîkariyê pê re bikim. Em ji bo ku jiyaneke azad bidine wan û di vê jiyanê de wan bigîhînin mafê wan destê wan digirin. Divê armancên me yek bin û em piştgirî bidin û heta serkeftinê em li ber xwe bidin”. Ji min re digot “Ji bo ku tu karibî bimeşî û jiyaneke azad ava bikî pêwîst e tu barê xwe yê kesayetî ji ser milên xwe bavêjî. Heger tu barê xwe navêjî tu nikarî bigêhêjî serê çiya”.
Her ku me nîqaş dikir ez ecêp dimam. Min digot weke ku heval Baran ji min fêm dike tu kes min fêm nake, qasî wî tu kes êşa min nizane. Bêyî ku ez tiştekî bibêjim wî dîrok û jiyana min a kevin nas nedikir jî dema ku ez pê re diaxivîm gelekî rehet dibûm. Wî her tim bawerî dida min. Min her tim jê hêz digirt. Ez çend caran ketim lê heval Baran bi destê min girt û ez rakirim û hişt ku ez li ser lingên xwe bisekinim. Digot “Ji bo ku tu karibî şerê azadiya xwe bikî ez nahêlim tu bikevî”.
Di dilê wî de eşqa Kurdistanê hebû. Dest ji her tiştê xwe berda û hat Rojava. Heval Baran serokekî MLKP’ê û çar parçeyên Kurdistanê bû. Karê leşgerî û siyasî bi hevdu re dimeşand. Her dem li ser sosyalîzm û komûnîzmê diaxivî. Heval Baran bi her tiştê xwe şoreşgerekî komûnîst bû. Digot “Pêwîst e em karker, kedkar, jin û zarok an ji bin zilamperestî, tarîtî û zilma kapîtalîzmê derxînin. Em jiyaneke azad bidine wan. Em bibin yek, parastina mafên xwe bikin, deng bidin cîhanê û em pergaleke nû ava bikin. Em pergala sosyalîst ava bikin, çînan ji holê rakin û jiyaneke azad û wekhev ava bikin”.
Min bi heval Baran re rojên tijî, azad û bi coş derbas kirin. Wî her dem ji min re digot “Heger ez neşewitim, tu neşewitî, em neşewitin wê taritî çawa derbikeve ronahiyê”. Min ji vê mînaka wî gelekî hez kir. Ez tu carî vê mînaka wî ji bîr nakim. Her dem ji min re digot “Em şoreşger in, rola me di nava vê şoreşê de ew e ku em vê şoreşê mezin bikin ta ku em bighînin sosyalîzm û komûnîzmê”. Heval Baran her dem digot “Mafê tu kesan ji yê kesekî din ne bêhtir e, em giştî wekhev in. Em ê weke hev jî li hev guhdar bikin. Mafê me ye ku em di vê xwezayê de wek hev jiyan bikin. Jiyan weke aveke gemarî ye. Şopên wê sal bi sal dimeşin û ew adet, raman û karê kevin e û kesek jî ji vê avê hez nake. Kesek nikare tê de xwe biguhere jî. Mirov çawa li dijî hev disekinin, ji hev hez nakin. Hevdu mecbur dikin ku li hev bidin. Heger ku yek heqê wan bixwe lê didin. Lê ew jî ji wî na xerabtirin. Ew li ser berjewendiyan şer dikin”.
Polîs û leşker tev de dijminê me ne. Çi qasî ku dijminê me bibin jî ew jî mirov in. Ji nezanbûnê xwe tune dikin. Ew weke ne mirov li me dinerin. Ew dikin ku mirov her dem tenê bibin û çavê wan tim bitirs bibe. Her dem bi dest û lingên xwe zilmê li gel dikin. Bi destê sîxuran gel bera hev didin. Dewlet çekên xwe bi wan paqij dikin û bi wan li gel didin. Bi milyonan mirov kuştin e. Çi cûdahî di navbera me û wan de heye ku tên li me dixin? Em ji destê wan gelek îşkence dibînin. Ew bi dilê bê rehm û hêdî hêdî bi hezaran mirovan dikujin. Bê armanc in. Qeyserê wan ji bo pere, zêr û zîv kom bikin dixwaze her dem jê re bixebitin. Em dixwazin xwe bigihînin ronahiyê, lê ew di nava tarîtiyê de wenda dibin. Divê em rastiyê nas bikin. Ev mirovên ku qirik û çavên me digirin nayên efû kirin. Divê em li ser bingeha jiyaneke rast jiyan bikin û em rêya xwe ya nû bigirin. Rêya me biratî û avakirina vê erkê ye.
Heval Baran ji min re behsa tiştên biçuk dikir, lê dema ku te lê dinêriya tiştên gelek girîng û mezin bûn. Ji min re behsa jiyana malbat û zarokan dikir. Digot ”Karker û kedkar her tim hevalên me ne. Ew mirovên ku hikm û zilm dikin tev de dijminê me ne. Em bi vê nêrînê li wan dinêrin. Girseyên kedkar û karkeran hêzek e, di hindirê me de ye û veşartî ye”. Piştî van gotinan em pê dihesiyan ku xweşiyek di dilê me de çêdibe, weke xweşiya sibeha cejnekê. Em giştî zarokên vî gelî ne, ramanên me yek in, em xwişk û birayên karkeran in. Dilê kedkaran di jiyanê de weke serokatiyeke jîr û zana ye. Di van welatan de em giştî xwişk û bira ne. Xwişk û biratiya me germahiyeke rojê dide asîmanan, wekheviyê dide. Di şoreşgeriyê de hêst bi kedê xûya dikin, ji bo yekitiya me pêwîst e em hemû keda xwe bidin. Dema ku em bibin yek, em ê li dijî dijminên xwe gelekî hişk bibin.
Ew ê ku çavê xwe vedike û rastiyê û mirovan nas dike, wateya jiyanê ew bixwe ye. Em ê çawa kêmasiyên xwe bibînin? Heval Baran ji min re digot “Dema tu dimeşî tu yê bibe pêşeng. Heta ku tu xwe nas bikî divê tu li ber xwe bidî û karibî bi her tiştê xwe fidakariyê bike. Pêwîst e tu ji dil ve bimeşî. Ji bo vê armancê heta ku tu xwe fîda bikî divê karibî her karî bikî. Tiştekî ji jiyanê buhatir tune û pêwîst e em jiyana xwe bidin. Ger her heval wiha bike wê wextek were, wê ast ji holê rabin û jin wê di her derê de bibin. Ji bo vê em ê di her derê jiyanê de bibin. Em ê li ser rûyê erdê weke mêr, jin, zarok, karker û kedkar azad bibin û wê ev azadiyeke mezin be. Her mirov wê xwedî dilek paqij be. Wê jiyana kesan ne çavteng be. Wê jiyan wê demê bibe jiyan. Wê mirov tev de jiyaneke bêdew, rast û azad jiyan bikin. Wê demê wê her kes bibîne ku mirov dikarin bi dilekî paqij ji hev du hez dikin. Wê di nav xwe de van mirovên bêdew û mezin nas bikin. Wê fêm bikin ku xwediyên vê hezkirinê di nav wan de ne. Bi hebûna vê hezkirinê wê bi jiyana azad ve werin girêdan. Ew jî wê di xweşî û azadî de jiyan bikin”.
Min nedixwest nîqaşa min û heval Baran xilas bibe. Ji ber ku heval Baran her ku bi min re nîqaş dikir ez jê fêrî gelekî tiştan dibûm. Lê min ev nîqaş tu carî asayî nedidîtin. Ev nîqaş ji bo min perwerde bûn. Tiştê ku heval Baran nîqaş dikir di jiyana wî de jî pêk dihatin. Coşa wî ji ber baweriya wî bû. Ev bawerî jî tê de kûr û zelal bû. Xeyalên wî serkeftin bû, ji bo edaletê tevdigeriya. Hêstên wî, germahiya dilê wî belavî hevalên wî dibû. Timî digot “Pêwîst e em tev de fêr bibin. Em dora xwe jî fêr bikin. Ev erka me ye”. Min di jiyana xwe de mamoste û hevalekî wekî heval Baran nedît. Ez çi qasî binivisînim jî ez nikarim bînim ser ziman. Çi qasî bînim ser ziman jî kêm dimîne. Heval Baran her dem dixwest hevalan li dora armancekê bike yek. Digot ku “Em komûnîst in. Fikra me , felsefeya me, bîrdoziya me, armanca me yek e. Ji ber ku jiyana me yek e. Yekitî û biratiya gelan daxwaza me ye. Partiyê me partiyekî bê çîn e. Mafê her kesî ku tevlî me dibe heye ku parastina azadiya xwe bike”. Heval Baran tu cûdahî nedixist navbera hevalan û li gel wî hemû heval yek bûn. Me çi kar bikira ew jî tevlî wî karî dibû. Wî tu carî ji der ve li me mêyze nedikir, tu carî dûrî me nediket û ew her tim di nav me de bû, bi coş bû. Bi zarokan re zarok bû û bi mezinan re mezin bû.
Heval Baran her dem xwedî rihekî şoreşger û dilekî zelal bû. Kesayeta wî xurt bû. Wek ku diaxivî jiyan dikir. Rast e, heval Baran çû, lê bi milyonan Baran di nav me de ava kir. Rast e bi canê xwe ne bi me re ye, lê bi şoreşgerî, felsefe, bîrdozî û sekna xwe bi me re ye. Ew bi coş û rihê hevaltiya xwe bi me re ye. Ew ê di çav û dilê me de bimîne. Bila dijmin nefikire ku serokê me çu wê partiya me parçe bibe. Na, bi qasî vê em bûn yek. Em mezintir bûn. Me li ber xwe da, em hîn xurtir li ser lingên xwe disekinin. Ez soz didim heval Baran ez ê li ber xwe bidim. Ez ê şer bikim. Ez nahêlim xwîna heval Baran li erdê bimîne. Em ê ala xwe ya sor bilind bikin.