Li Dijî Êrîşên Dewleta Tirk Berxwedan

Êrîşên dewleta Tirk berdewam e. Ji roja 14’ê meha Hezîranê heta niha dewleta Tirk a faşîst Li Mexmûr û Şengala ku gelê sivîl tê de jiyan dike û qadên parastina medyayê bombebaran dike.

Armanca dewleta Tirk a Faşîst ku tevahî siyaseta xwe li ser dagirkerî û tunekirinê ava kiriye tunekirina destkeftinên çar parçeyê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a dagirker ku ev demeke dirêj e wek ku li Rojava dike, Li Başûrê Kurdistanê jî bi hevkariya PDK’ê û YNK’ê noxteyên xwe yên leşgerî ava dike û nexşeya xwe ya dagirkeriyê berdewam dike.

Em êrîşên dewleta Tirk ên ku taybet qadên Mexmûr û Şengala ku gelê sivîl jiyan dike, hedefgirtina nexweşxaneyan, û di heman demê de erîşên ku qadên parastina medyayê hedef digire lanet dikin û tevahî gelên xwe li dijî van êrîşên bombebaranê gazî qadan dikin û ev dagirkerî bên sekinandin. Ev êrîş ne ji êrîşên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî, ne jî ji êrîşên li Bakurê Kurdistanê ku bi rêya Qeyûman şaredariyan destesar dikin, êrîşên dîlgirtin, şkence û qetilkirina parlementer, hevserok û gel ne cûda ye.

Em wek Tevgera Komûnîst a Şoreşger ji 4 perçeyê Kurdistanê heta Rojhilata Sûrî û heta Ewropayê ji gelê xwe re bangawaziya berxwedanê li dijî êrîşên bomberana dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wan dikin.

Berxwedan Azad Dike

Bimre Dagirkerî

                    Tevgera Komûnîst a Şoreşger  (TKŞ)