Helbesta Brecht a partiyê em dizanin. Bi gotina “Partî em in,/Tu, ez, em hemû./ Partî di hundirê te de ye,/ Partî ramana ku di mêjiya te de ye./ Ger tu li ku derê runiştibe wir mala te ye,/ Li ku derê êrîşî te bikin/ Ew e yê li wir li hember disekine” pênase dike partiyê. Û xweş pênase dike. Partî li dewsa mêjiyê keseyet meşandina mêjiyê hevbeş e. Yekparebûna vîna kesayetî bi vîna hevbeş ve ye. Hêza xwe ji vir digire. Ji ber vê dema Brecht dibêje “Ew e yê ku rêya ku em biçin nîşanî me dide/ Em jî dişopînin wê wek te./ Tu nikare rêya rast bibine, bê me nameşe./ Rêya hêrî nabos e/Rêya ku bê me tê çûyîn./Zinhar ji me qut nebe./Belkî em bixalifin,/Belkî tu yî yê Mafdar./Wê demê qut nebe ji me! pir mafdar e.
Partiyîbûn bi mêjiya hevbeş meşandina çalakiyê ye. Bêguman meşîna bi çalakiyê: jiyankirina rêxistinî û zêdebûna rêxistinî ye. Bi biryarên hevbeş, bi awayekî hevbeş meşîna ber bi hedefa hevbeş ve di heman demê de rêya herî bandorker a kêmkirina şaşîtiyan e. Bihîstina hevbeş, fikirîna hevbeş û xwesteka berxwedana bi hev re mirov zêde dike. Dihêle ku şoreşger xwe ber bi aliyê sosyalîzmê ve xêz bike. Jiyana partiyî dewlemendiya ferdê sosyalîst e.
Di aliyê din de ferdê şoreşger di nav çalakiya bihevbeşî de pêş dikeve. Bêçalakîtî pêvajoyeke ku fikirînê dide sekinandin e. Sekinîn mêjiyê tunebûn e. Tunebûna ferdê şoreşger dema bi gotinên rastiyan û bi şêweyên cûda bi razîbûna pergalê pêk tê. Di rewşên wiha de rexne tê rewşeke hilberandina binasiyan.
Mehitîn û kevinbûn ji ber nûnekirina xwe diqewime. Kesê ku di hezkirin, kar û evîniyê de nikare hilberînê dimehite. Xitimîna pêşiya pêşketin û bêtevgerbûn dimehîtîne. Kesê ku pêş nakeve, neguhere, nû nabe, yê ku bi pêşxistinê neguherînê li hember hînbûyînan têk diçe. Kesê ku li hember hînbûyînan têk diçe redkirinê nizane.
Şirovekirina kêm hilberandin an jî nehilberandin bi kêm derfetiyan rêya herî hêsan e. Li divê em destpêkê de mezekirina ji xwe de bizanibin. Gotineke mezinan a Sînê wiha dibêje “Ger ku ji lihevketineke cêreke vala û seriyekî dengeke pûç derdikeve divê sûc di cêrê de nayê dîtin” Pêwîst e guhertina bi hev re û dema guhertin çêdibe jî divê pêşketin wek zivirindina şêweyeke jiyanê bê hedef girtin. Dema wiha bibe jiyankirina şoreşger dibe çavkaniya kêfxweşî û coşî. Rewşa bêçalakîtî dubarekirina jiyanê ye. Ji bo guherîna biçalakî jî jiyana rêxistî pêwîst e.
Hedefên hevbeş, nirxên hevbeş, projeyên azadiyê, hêviyên rizgarbûnê tenê bi têkoşîna rêxistî wate digire. Pêvajoya ku wek kûrewîbûn tê binavkirin û ev pêvajoya ku em tê de dijîn de derxistina pêş a postmodernîzmê ya wek nêrîneke felsefî û cîhanî ne tecrûbe ye. Ji ber ku ev nêrîna cîhanî bi binasiya pêşniyaza totalîtarîzm, dijberiya desthiladariyê û dawîbûna vebêjên mezin û hîna bi gelek binasiyan têkoşîna rêxistınî red dike. Dema têkoşîneke wiha nebe jî tu derfeta têkbirina pergaleke serdest ku bi sed salan tecrûbeye xwe ya birêvebirinê xurt kiriye tune ye.
Di vê pêvajoya ku hewldana belavkirina fikra rêxistinê tê dayin de tiştên ku em par ve bikin, hestyariyên derbarê azadî û mirov, libatên keseyatî û exlaq tê derxistin pêş. Tê gotin tiştên ku tên parvekirin ne felsefeya zanyarî (epîstomolojîk) ew felsefeya hebûnê (ontolojik) ye. Yanê ne zanyariya me hebûna me ye. Bi vî awayî çalakiya siyasî kesayetî ye û hebûna keseyatî di rojevê de ye. Pirsgirêka çalakiya siyasî û keseyatî wek şêweyeke exlaqî heye.
Vîna jiyana azad, exlaqa hebûna keseyatî, serdestiya çalakiya keseyatî wek rêya afirandina xwe tê dîtin. Ev nêrînên ku tesewîrên mirov ên pêşerojê bêwate dike û têkoşînê lawaz dixin in. Li dijî êrîşkariyeke rêxistî bersivdana bi berxwedaneke rêxistinî red dike. Bêçalak û bêdeng mayinê wek şêweyeke berxwedanê pêşkeş dike. Axiftin tê wateya pejirandinê, bêdenk man jî tê wateya nasnekirinê. Ev rewş ferdîbûna kesê muxalîf û redkirina muxalefeta rêxistinî ye.
Fikra bêrêxistîbûn di pêvajoyên parastin û têkçûnê de wek derbirîna psîkoziyê dikeve rojevê. Û bi menzereyên cûr be cûr derdikeve pêş me. Di van mercan de girîngiya xurtbûna îdeolojîk û sekna şoreşgertî hîna zêde dibe. Ji ber ku pêvajoyên tengezariyan rê li ber nezelalbûnên îdeolojîk û keseyatî vedike. Ji ber vê refbûn û zelalbûn tê rewşeke pêwîstî ya pratîk. Li vir girîngiya li dewsa tenê bi qîma xwe pê anîna îmanê, xwe spartina zanîstiya rexneyî derdikeve holê. Xurtbûna îdeolojîk di van mercan de biwate ye.
Îdeolojî pênasekirin û watedarkirina di çarçoweya nêrîna xwe ya cîhanî de ya mirov e. Di vî milî de îdeolojî tenê bi şirovekirina cîhana der ve namîne, ew nasmeyekê jî dide mirovê ku di çarçoweya îdeolojiyê de jiyan dike ye. Lêkolînkirina îdeolojiya burjuwaziyê dibe ku derfet bide em erka îdeolojiyê ya bandorker bi zelalî bibînin. Îdeolojî di destpêkê de jiyana rojane û her qada jiyanê dorpêç dike. Ji dibistanê heta leşgergehê li her derê ye. Ji zanebûnê heta binehişî belavî her derê dibe. Ji ber vê em pêwîstî bi ya em dibêjin li dij derketineke rêxistî û zanedarkirinê dibînin. Ev di heman de li dijî vê têkoşîneke îdolojîk e. Ji ber ku îdolojiya şoreşger li hemû cihê ku diçe bi êrîş û berxwedana îdeolojiya serdest ku têkoşîna bicihanîna polîtîqayên burjuwaziyê dide ve rû bi rû ye.
Tu îdeolojî bê şerê serdestiyê nikare bi îdeolojiyeke din vê heman derawê parve bike. Di têkoşîna îdeolojîk de itîfaqî nabe mijara gotinê. Dawiya şerê sar ku wek şerekî îdeolojiyan hatiye jiyanjirin bandora wêranker a lihevhatinên îdeolojîk e. Îdeolojiyan tenê stratejiyên xwe yên têkoşînê hene. Îdeolojî mirovan banga xwe dike. Şêweya têkoşîna îdeolojîk, têkoşîna civakî ya guherînê ku di asta têgihan de pêş dikeve ye. Û her îdeolojî ji bo rewabûna polîtîqaya ku bi navê wê diaxive bangawazî dike. Her îdeolojiyek erkeke polîtîk bi cih tîne. Lewma têkoşîna îdeolojîk îdeolojiya dij xwe nas nake, red dike. Bê zelalbûn û zeximbûna îdeolojîk di têkoşîna polîtîk de serkeftin nabe.
Amûrê polîtiqayê partî ye. Partî xwedîbûna navendeke polîtîk, îdeolojîk rêvebir ê teorîk û bernameyeke tevgerê ya stratejîk e. Îfadeya têkoşîna çînî ya herî diyarker têkoşîna partiyan e. Lenîn di nivîsa xwe ya bi navê “Partiyê Sosyalîst û Şoreşgertiya Bêpartî” ku di rojên şoreşa 1905’an de nivîsandî de bi zelalî dibêje “Fikra partî sosyalîst e” Li dijî hêza rêxistî, têkoşîna rêxistî! Vebijarkeke din nîn e.
Marx gotibû “pirsgêrêka gihîştin an jî negîhiştina fikra mirov a rastiya tişteyî pirsgêrêkeke teorîk nîn e, pirsgêrêkeke teorîk e. Divê mirov rastiyê an jî rastî û hêza fikra xwe, xwemalbûna xwe ya vê cîhanê bi emeliya xwe piştrast bike. Niqaşkirina fikreke ku ji emeliyê razber bûyî ya derveyî rastiyê mane pirsgirêkeke (skolastik) qebûlnekirina zanistî û fikir e” Ne gotin çalakiya amelî a şoreşger! Dirûşmeyên soz û girêdanê têrî nake, girêdayî taktîkên ku hatine selimandin çalakiya şoreşger! Şoreşgerbûn zanîna jiyankirina bihevbeşî (kollektîf) û şerkirina bihevbeşî ye. Berê xwe dayina pêşerojê ye: hemû bi hev re, bi bawerî û qutnebûna ji jiyaneke rexneyî û bi dîsiplîneke şidandî bi hev re jiyankirin. Bi hev re şerkirin lê tu carî neçûne tenê li gorî para xwe çûyîn. Tiştê ku jiyana bihevbeşî (Kolektîf) xweş dike jî ev e.
Kûtsiye Bozoklar, Sosyalîzm Mirov û Jiyan, Weşanên Akademî 2009