BROŞÛRA JKŞ: Ji Bo Jiyaneke Birêxistinkirî û Azad

  • Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) wekî rêxistina qada civakî û siyasî ya jinan di nav axên şoreşa Rojava û Bakûrê Sûrî dest bi meşa xwe ya azadiyê kir.
  • Jinên Komûnîst ên Şoreşger ji bo jiyaneke wekhev û bê sînor, ji bo serkeftina pergaleke komûnîst têdikoşe. Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) bi mînak girtina têkoşîna jinên welatparêz, şoreşger û sosyalîst ên cîhanê têkoşîna xwe berdewam dike û ji  wan îlham digire. Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) di nav şoreşa Rojava û Bakûrê Sûrî de wek ê hêz û rengekê jinên komûnîst xwe bi rêxistin dike û ji bo mezinkirina şoreşa jinê têkoşîn dike.
  • Gel û jinên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes ku li Sûrî rejîma BAAS a mêtînger têk birin 7 salên têkoşînê li paş xwe hiştin. Di aliyekî de herêmên ku di bin dagirkeriya çeteyên faşîst de bû hatin rizgarkirin, ji aliyekî ve jî kar û xebata avakirina civakî berdewam kir.
  • Gelên me yên ku di bin dagirkeriya DAİŞ û El Nûsra de bû ji nîzama wan ên hov û tarî hatin rizgarkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûrî pergaleke demokratîk û şoreşger hat pêşxistin. Di heman demê de di nav vê pergalê de bi îradeya şoreşê pergala jinê jî hat avakirin.
  • Sûriya ku gelên Rojhilata Navîn ên bindest tê de jiyan dikin bûye sê perçe. Rejîma BAAS a paşverû û mêtînger, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên wek DAÎŞ, El Nûsra nûnertiya tarîtiyê dikin, herêmên ku di bin rêveberiya hêzên şoreşger û demokratîk de ne nûnertiya pêşeroja ronîdariyê dike.
  • Şoreşa me ya Rojava û Bakûrê Sûrî bi vê rastiyê hem ji bo xurtkirina bingeha xwe, hem jî li cem parastina xwe ji bo serkeftina gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn wek eniyeke piştgiriyê jî rol dileyîze.
  • Em wek jinên komûnîst ji bo xurtkirina bingeha şoreşê, ji bo gîhandina asta sosyalîzm û  şoreşên herêmî têdikoşin.
  • Jinan hem di eniyên şer ên vê şoreşê de, hem jî di milî avakirina civakî de wek hêza herî dînamîk cihê xwe girtin. Jin bi civakîkirina hevpeymana  jinê a Rojava mafên jinên bindest misoger kirin. Bi vê rastiyê ev şoreş wek şoreşeke jinê peş dikeve.
  • Jin di nav hêzên pêşeng ên ku şoreş pêk anîn de cihê xwe digirin, bi rolên xwe yên girîng ku di şer û qada civakî de şoreşa jinê mezin dikin. Pêşeroja şoreşa jinê, girêdayî cîvakîkirina şoreşê ve girêdaye. Xwedî derketin û berbiçavkirina mafên jinan, tiştên herî girîng e.  Vî mijarê de rola sereke, dikeve li ser milê jinên pêşeng!
  • Parastina şoreşê girêdayî rêxistinbûna gel e. Civakeke ku parastina xwe ya leşgerî temam neke di milê parastina şoreşê de lawaz dimîne. Bi vê sedemê jin ji destpêkê de heta niha ji komûnan heya meclîsan, ji taxan heya gund û bajarokan di çareserkirina pirsgêrêkên civakî de rol dileyîzin.
  • Em wek Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) di nav pergala saziyên şoreşê de cihê xwe digirin.  Li Rojavayê nûnertiya xêza sosyalîst a têkoşîna azadiya jinê  dikin.
  • Jinên Komûnîst ên Şoreşger  ji bo pêşxistina gelên me yên kedkar û bi taybetî jinên bindest hemû cûreyên têkoşînê bikar tînê û hişmendiyeke sosyalîst bi ronîkirina jinan xwe birêxistin dike. Xebateke rojane û asayî rêxistinbûn û pêşxistina têkoşînê ji xwe re esas digire.
  •  JKŞ bi ser navên jinên komûnîst  heta îro bi çalakiyên wek meş, daxûyanî, mertalên zindî, civînên gel, şahiya, bi çalakiyên çand û hûnerê, bi perwerdeyên siyasî, îdeolojîk, perwerdeyên sîlah û parastina rewa û HWD. têkoşîneke zindî û dînamîk meşand. Bi dil û can, ji bo pêşxistin û parastina şoreşa jinê tewgerîya.
  • Têkoşîna li dijî hêzên wek rejîma BAAS, derdorên hevkar ên wek ENKS’ê, İstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ku dixwazin bi rêya şerê taybet şoreşa me ji hundir ve xirap bikin û îtîfaqa navbera gelên Ereb, Suryan û Kurd tune bikin yek ji mijara têkoşîna me ye.
  • Dewletên emperyalîst yên wek Emerîka, Rûsya û dewletên dagirker û mêtînger yên herêmê li gorî berjewendiyên xwe yên emperyalî û herêmî armanç digirin ku pêşketina xeta şoreşê ya serbixwe asteng bikin. Li ser vê esasê jî hemû siyaseta xwe li gorî vê dimeşînin.             
  • Dewlet û welatên ku li dijî şoreşa me disekinin tenê ne dewletên emperyalîst in. Di heman demê de rêveberî û diktatoriyên Rojhilata Navîn,  rejîma Sûrî, Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên wek DAİŞ, El Nûsra HWD. bi heman feraset û siyasetê xwestin hebûn û nasnameya jinê tune bikin. Dewleta Tirk bi heman siyaseta qirêj îro dixwaze axên me dagir bike.
  • Têkoşîna ku li dijî feraseta baviksalarî ku bandora xwe li hemû cîhan û Rojhilata Navîn belav bûye li Rojava bi şoreşa jinê gihîşt asta herî bilind. Em wek Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) bi armanç û hedefa bi paş ve xistin û têkbirina desthilatdariya zilam têkoşîneke bîrdozî, siyasî û rêxistinî dimeşînin.
  • Li dijî zewaca duyem-sêyem, zewaca di temenê biçûk de, ji bo tunekirina tundiya fîzîkî, nefsî ya li ser jinê em têkoşîn dikin. Ji bo derxistina jinê ya ji navbera 4 dîwaran, ji bo rêxistinkirina hêza jinê di saziyên şoreşê de em kar û xebatek dimeşînîn. Li hember desthilatdariya zilamperestî ya li ser jinê em têkoşîneke  didin û ji bo guhertina zîhniyeta kevneşopîk çanda şoreşa jinê belav dikin.
  • Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) ji bo misogerkirina hevpeymana civakî ya Rojava, ji bo xûrtkirina îradeya jinê di nav civak û rêveberiyê de bi têkoşîna xwe hewl dide ku jin wek bingeha civakê ya herî esas û dînamîk di nav sîstemê de birêxistin bibe.
  •  Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) parastvanên şoreşa jinê ye. Lewma di demên dawî de me bi dirûşmeya “Em Şoreşa Xwe Diparêzin”  hamleyek meşand. Di pêvajoya 25’ê Mijdarê de jî me hamleya bi navê “Li Dijî tundiya zilamperest û tundiya dewletê xwedî li azadiya xwe derkeve” meşand. Ev her du dirûşm sekna’JKŞ’ê bi zelaltî nîşan dide.  JKŞ bi têkoşîn û rêxistinê xwe pêş dixe.
  • Em ê di pêvajoya pêş me jî tax bi tax karê û xebatên xwe yê şoreşgerî berdewam bikin. Perwerdeyên parastina rewa, perwerdeyên siyasî û îdeolojîk jinan bi hêz dike. Jinên bi hêz, temînat a şoreşê ye. Em ê destpêkê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û li dijî dijminên şoreşê yên ku dixwazin bi siyaseta dorpêçkirina şoreşê me lawaz bixin em ê bi rihekî canfeda berxwedanê mezin bikin. Em ê destûr nedin ku, nûnerên faşîzm û tarîtiyê bikevin ser axên me yên azad û pîroz.
  • Em ê teqez Efrîna ku wek kantona jinê ya şoreşê hatiye îlankirin ji nû ve  rizgar bikin. Em ê ala şoreşa jinê wek stêrkeke rê nîşander li her deverê bilind bikin.
  • Pêşengên jinên komûnîst û şoreşger yên wek Kutsiye, Şengul, Yasemîn, Sarya, Avaşîn, Raperîn, Destan, Sarîn, Roza, Arjîn, Berçem, Ekîn, Arîn, Sara, Awesta, Delal, Şervîn, Eylem, Îdîl, Zîlan, Nûdem û hên bi hezaran şehîdên me yên ku em nikarin navê wan bijmêrin wek çavkaniyek têkoşîn û rêya Jinên Komûnîst ên Şoreşger ronî dikin. Ev bi ronahiya xwe Şoreşa Rojava xweşik dikin, wate didin jiyanê.
  • Şoreşa me li dijî dorpêçkirinên emperyalî û mêtîngerî bi hêza gel mezin dibe. Em wek jinên ku dirûşmeya “Bijî şoreş bijî sosyalîzm” bilind dikin di heman demê de em ê bi helwesta “Bijî şoreşa jinê” em ê şoreşa xwe biparêzin. Em dizanin ku dema jin azad nebe civakek nikare azad bibe. Jin misogeriya azadiya mirovahiyê ye. Emê bi pêşengtiya jinê jiyanekê azad û wehev ava bikin. Emê bi serkevin!

JIN JIYAN BERXWEDAN

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ)