Faşîzma AKP’ê Dixwaze Derbe Li Vîna Gelê Me Bixe

HDP’ya ku li Tirkiye û Kurdistanê rêxistineke yekbûyî ya têkoşînê ye, di bin hemû agirên êrîşên faşîzmê de bi ser xist ku 6 milyon deng bistîne û têkeve meclîsê. Di têkoşîna dijîfaşîzmê, dijîmêtîngeriyê, azadîxwaziya jinê de bi dehan şehîd da, bi hezaran endamên wê hatin girtin. Wek ku tê zanîn HDP bênavber dibe hedefê êrışên faşîst. Herî dawî wekîltiya wekîlên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari hat xistin û hatin girtin. Dewleta Tirk a ku ji wekîlên bi dengên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine hilbijartin re texmûl nake, dadmendiya mêtînger xebitand û derbeyeke siyasî pêk anî.

Em weke gelê Kurd baş fêm dikin ku ev derbe ne meseleyeke bi du vekîlan sînordar e. Gefeke ku di ksayeta wan de hatiye dayin HDP’ê ye, lê ya girîngtir êrîşeke li hember vîna gelê me ye. Ev êrîş li dijî hemû Kurdên çar perçeyên Kurdistanê ye. Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd texmûl nake. Ku Kurd dibin serokê şaredariyê, wekîl, ji rêvebirinê re dibin namzet pergala nîjadperest û mêtînger ditirse. Xwedîvînbûyina gelê me kabusa herî mezin a mêtîngeriyê ye. Sedema wê ku bibe dijminê Şoreşa Rojava jî ev e.

Dewleta Tirk a mêtînger ku li Bakurê Kurdistanê dijminê HDP, HDK, rêveberiyên şaredariyan, wekîlan û destkeftiyên ku gelê me yê Bakur bi berdêlên mezin bi dest xistine ye, eynî dewleta mêtîngere ku rîferanduma gelê me yê Başur nasnekir û hekeret lê kir. Artêşa Tirkiyê ya ku ji Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê dike û Başurê Kurdistanê gav bi gav dagir dike û artêşa ku Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kiriye heman in.

Em ji bo wê dibêjin ku derbaya mêtînger a li hember Leyla Guven û Musa Farisogullari êrîşeke dijî vîna gelê me ye. Galê me carekê azadî nas kir. Em êji vîna xwe û azadiya xwe qet dest bernedin. Em ê ji Bakur heta Başur ji Rojhilat heta Rojava têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.

– Ji Leyla Guven û Musa Farisogullari re Azadî

– Em ê li vîna xwe xwedî derkevin.

– Bijî Şoreş Bijî Sosyalîzm