Cejna Ekîto Pîroz Be

Em Cejna Ekîto ya ku her sal di 1’ê Nîsanê de ji hêla gelê me yê Aşurî û Suryanî ve weke sersal tê pîroz kirin pêşwazî dikin. Ev cejn ji hêla gelên Beyn Nahren ve ev 6770 sal zêdetir e tê pîroz kirin. Ev cejna ku tê pîroz kirin di dîrokê de ya herî kevin e. Gelên me li gel ku ew qasî hatine qetil kirin dîsa jî nirxên xwe yên dîrokî heta îroj parastin e.
Bi Cejna Ekîto re ji bo gelên me yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî hêviyên me yên pêşerojeke xweş ji nû ve şîn dibin. Ev hêvî pêşxistina jiyana aram û ewle ku li welatê me yê rengîn bi aşîtî, biratî û li ser demokrasî, zanistî û rastiya gelan bi edaletî û wekhevî hatiye avakirin e.
Em weke netewên ku li ser vê erdnigariya dîrokî jiyan dikin ji bo pêşerojê bi hêvî ne. Bi vê wesîle em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger Cejna Ekîto li gelê me yê Aşurî, Suryan û li hemû rêxistinên wan ên olî, siyasî û civakî pîroz dikin.