PÊNASE ARMANÇ Û HEDEFÊN TKŞ’Ê

            * Pêwîstiya Rojava û Bakurê Sûrî bi partiyekî nû ya komûnîst heye. Çima pêwîstî bi partiyekî komûnîst heye? Şoreş di asteke nû re derbas dibe. Wê an di nav sînor û pirsgirêkên xwe yên pêşketinê de bifetise, an jî li hember dorpêçkirinên paşverû ku hem ji derve û hem jî ji hundirîn wê têk biçe.  Sîlaha herî xurt a pêşwazîkirina vê pêvajoyê bi persperktîfa çînî ya bi şêweyeke Şoreşger ji bo îro wê partiyekî di formeke Marksîst-Lenînîst de bibe.

            * Li ser vê erdnigariyê partiyên ku xwe wek komûnîst bi nav dikin hene. Stratejiya van partiyan a şoreşê û binyatên wan ên rêxistinbûnê ne di wesfeke komûnîst û şoreşger de ne ku şoreşê fêm bikin û bandor li ser pêvajoyên pêş ên şoreşê bikin. Ji ber vê sedemê Tevgera Komûnîst ên Şoreşger (TKŞ) di şêweyeke nû de, wek partiyekî têkoşer û şervan wê xwe birêxistin bike û bibe bersiva vê pêwîstiyê. TKŞ’ê wê bibe navendeke ku mirovên komûnîst ên nû tê de birêxistin dibin û pêş dikevin.

            * TKŞ di parastina şoreşa gelperêz û şoreşa azadixweziya jinê de cihê xwe digire. Li ser esasê xebateke birêxistinkirin û birêvebirina serkeftina avakirina saziyên aborî û civakî xwe ava dike.

            * TKŞ ji bo şoreşa demokratîk û gelperêz bergeheke sosyalîst û komûnîst e. TKŞ’ê ji bo bernameya şoreşa me ya demokratîk rêbertî,  ji bo sînorên stratejî û taktîkî vebuneke komûnîst e.

            * TKŞ’ê ya ku rizgarbûna mirovên ku di bin êrîşên polîtîk, leşgerî, çandî ya sîstema kapîtalîst û emperyalîst de hemû heyînên xwe winda dikin û tên zivirandin hêza kar a erzan ji xwe re erk dihesîbîne, rêya gihîştina vê armancê tenê di tevgera zanabûna birêxistinkirî ya mirovên komûnîst de dibîne.

            REWŞA POLÎTÎK U ROJHİLATA NAVÎN

                * Sîstema kapîtalîzmê di serdema ku em tê de ne, di hemû cîhanê de gihîştiye sînorên xwe û di nav qeyraneke hebûn û tunebûnê de ye. Refbûna di navbera yên bindest û serdest de, di welat, herêm û hemû cîhanê de şerên polîtîk ên mezin derdixîne holê. Fikir û tiştên eydî sîstema kevin bi awayekî bi lêz hildiweşe û şert, têkîlî û hêzên nû derdikevin holê. Destpêkê de li Rojhilata Navîn û erdnigariyên cîhanê yên cûda derfetên destkeftinên azadiya polîtîk ên gelên bindest mezin dibe.

            * Di herêma me de pêvajoya şoreşên gelên Ereb destpêkiriye, jin, ciwan, ên bêkar, karker, kedkar hemû beşên çîna bindestan bi xwesteka wekhevî, azadî û edaletê rabûn ser piyan û di encama van serhildanan de beşek ji dikdatoriyên paşverû hilweşiyane. Serhildana ku li Rojhilata Navîn bi pêvajoya şoreşên gelên Ereb destpêkirî li parçeyê Kurdistanê ya Rojava bi şoreşeke gelperêz û demokratîk tacîdar bûye ev jî bûye mewziya herî pêşverû a vê pêvajoyê.

            * Şoreşa Rojava, komên çeteyên îslamî û polîtîk yên wek DAÎŞ û El Nûsra ku parastina sîstema desthiladariya zilamperest a koletiya ku xwe li ser dijminatiya jinên karker û kedkar ava dikir têk bir. Li dijî van çeteyan bi navê hemû mirovahî û gelên bindest ên cîhanê serkeftineke mezin hat bi dest xistin. DAÎŞ a ku li Iraq û Sûriyê tu hêzan nikarî bû li pêş wan bisekine, li Kobanê rastî îradeya gelên Rojava, hêzên enternasyonal, Şoreşger û komûnîstan hat. DAÎŞ ji Reqa heta Deir-el Zorê ji hemû axên Sûrî û Rojava hat defandin.

         * Şoreşa Rojava, derbeyeke mezin li pîlanên hêzên emperyalîst û dîkdatorên herêmê yên paşverû ku dixwastin cîhanê ji nû ve parve bikin xist û qadên tevgera wan sînordar kir. Têkoşîna gelên bindest a azadiyê ku ji serhildanên gelên Ereb dirêjî heta Şoreşa Rojava dibe bi şoreşa Rojava re mewziyekî mezin bi dest xist. Li Sûrî û Rojhilata Navîn hêza pêşeng û modêla yekîtiya azad a gelan afirandiye. Serkeftina Şoreşa Rojava ya mayinde di çar parçeyê Kurdistan, Sûrî û hemû herêmê de wê bi îtifaqiya gelên bindest bê misogerkirin.

            * Di herêma me de şer wê wek rastiyeke jiyana rojane a gelên me û iqlîma siyasî wê hebûna xwe berdewam bike. Lewma amedakariya gelên me ya xweparastin û rêxistinkirina vîneke xurt ji bo pêşeroja şoreşa me xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Mayîndetiya destkeftinên şoreşa me ya Rojava ku xwe bi spartina hêza jin, ciwan û gelên bindest derxistiye holê tenê bi zanabûneke xurt a xweparastinê tê misogerkirin.

            * Piştî têkçûna stratejik a ku DAÎŞ’ê li Reqa jiyankirî dagirkirina Efrîn, Serê kaniyê, Girê Spî ya dewleta Tirk û çeteyên wê vê rastiyê nîşan dide. Gefên şer, pîlanên dagirkeriyê û pêşkarîkirinên dewleta Tirk a faşîst li ser Rojava didomin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şoreşa me bi xebatên xwe yên kontra êrîşên li hember sazî, hêza leşgerî û kadroyên pêşeng ên şoreşê bi rêxistin dike. Li dijî van hemû êrîşan pêşxistina xweparastineke bi rihê berxwedana Kobanê wek erkeke bingehîn li pêş ciwan, jin û hemû hêzên şoreşger ên şoreşa Rojava disekine. 

            * Mêtîngehkirina çar parçeyê Kurdistanê, tune hesibandin û bêstatü hiştina netewa Kurd û Kurdistanê bi destê hêzên emperyaliyê û desthilatdariyên hevkar ên herêmî pêk hat. Sûrî, Iraq, Îran û Tirkiyê ji bo bêstatû hiştina gelê Kurd bi hevkarên xwe yên sûc vê cûr bi cûr îtîfaqan çêdikin. Bûyerên ku piştî referandûma Başûr hatin jiyankirin ev rastiya careke din bi awayekî eşkere derxist holê. Dema êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, hêza ku bi her awayî piştgirî da Tirkiyê Rûsya bû. Bê piştgiriya Rûsyayê ya hewayî tu ihtimalên dewleta Tirk ên pêşveçûnê tune ye. Di pêvajoya êrîşa dagirkirina Serê kaniyê û Girê Spî jî lihevkirina ku di nav Emerîka û Rûsyayê de, vekirina sehaya hewayî û bi saya erêbûna dagirkeriyê Tirkiyê derfeta pêşveçûnê dît. Aksî vê ji Efrînê heta Serê Kaniyê û Girê Spî li hember berxwedana hêzên şoreşê çete nikarîbûn bisekiniyane. Dewleta Tirk jî windahiyên hêzên xwe nikarîbû bida ber çav.

            * Li Bab, Azez û Cerablûsê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê didome. Dewleta Tirk a dagirker ku bi destûra Rûsyayê dixwaze di vê herêmê de hîn aktif bibe li dijî şoreşa Rojava di nav lêgerîna xurtkirina rewşa xwe de ye. Li Îdlîbê pêşveçûna rejîma Baas qada dewleta Tirk a ku dagir kiriye teng kir, daxwaza tevîkirinê ruxand. Rejîma Sûriyê bi piştgiriya Rusyayê wê bixaze ku ji Îdlîbê ber bi Bakur ve heta Efrînê, ji wir jî ber bi Rojhilat ve heta Azez, Bab, Cerablûsê axên ku hatine dagirkirin dîsa tevlî nava sînorên xwe bike. Ji bo ku şoreşa Rojava li van herêman careke din qadên înisiyativê bigre dest pêwîst e ji bilî Kurdan bi gelên herêmê re di bingeha azadî û dadmendiyê de têkiliyan dayne.

         * Di sedsala 20’emîn de Rojhilata Navîn bi awayekî lezgîn ket pêvajoyeke veguherînê. Ji pê ve ji şerê parvekirina emperyalî a yekemîn û vir de şertên aborî, civakî û siyasî ku li Rojhilata Navîn diyarker e rastî guhertineke lezgîn hat. Împaratoriya Osmanî ya ku beşeke mezin ji axên Rojhilata Navîn dagir kiri bû bi dawî bû, Netewên mêtîngeh mafa serxwebûnê bi dest xisti bûn, ji pê ve di wê demê de ji bo berjewendiyên dewletên emperyalî dewletên nû hatin avakirin.

            * Di asta niha de ji sîstema BAAS’î ya ku di nav gel û dewletên Ereb de cihekî xwe ya çalak heye, heta xanedaniya Suudî û rêveberiya îslamî ya Vahabî, an jî ji navenda îslama Şi’a ya ku bi pêşengtiya Îranê tê meşandin û dikdatoriya paşverû, heta îslama siyasî ya ku di ixwanî Muslîmîn de bûye sembol, ev hemû dezgeh ketine nav qeyraneke ku êdî nikarin bi hebûnên xwe yên kevin li ser piyan bimînin.

            * Bi tasvîyebûna hêzên ku li herêmê serwerî damezrandine rêyeke ku pê şoreşên demokratîk û gelperêz pêş bikevîn li pêş gelê Rojhilata Navîn vebû. Wek çaresariya hemû cûdabûnên olî û mezhebî, newekheviyên netewî şoreşa Rojava mînakekê temsîl dike. Gelên Rojhilata Navîn rêya sîstemeke demokratîk ku jiyaneke nû biafirîne, dawî li xizaniyê bîne û herkes te de azad dibe vekirin.  Desthiladariya baviksalarî ya ku xwe dispêre sed salan bi xwe ji nû ve avakirina jinan û bi bûna hêza aktîf a şoreş û serhildanan bi paş de hat xistin û ji bo şoreşa jinê ya Rojhîlata Navîn eniyeke xurt hat bi dest xistin. Pêşeroja Rojhilata Navîn bi serhildaneke jinê ku ji Îranê dirêjî heta Erebîstana Suudî û Sûdanê dibe di şêxsê azadiya jinê de wê bibe şahîdî zîl vedana jiyaneke nû.  Şiyar û rastiya “Jin, Jiyan Azadî” wê di axên Rojhilata Navîn de şîn bibe.

            REWŞA CİVAKÎ YA ROJAVA

            * Dikdatoriya BAAS’î ya paşverû bi destdanîna ser hemû mafên gelê Kurd ên wek netewî, demokratîk, çandî û aborî bi siyaseta asîmîlasyonê vê rû bi rû hişt. Di encama ev siyaseta dewleta Sûrî de di nav gelê Ereb de şofênîzm wek zanabûneke serdest bi pêş ket. Li hember vê di netewa Kurd de li dijî gelê Ereb bêbaweriyeke netewî çêbû.

            * Mêtîngeriya Sûrî bi astenkirina hemwelatîbûna bi sed hezaran Kurd an, bi derxistina ji welatîbûnê dest daniye ser milkê wan û mafa xwedîbûna milk, perwerde, tendurîstî, veguhastin, xebitîn û rêxistinbûnê astenk kir. Ji pê ve ji bo xirabkirina yekîtiya erdnigarî, çandî, aborî, siyasî û şêwegirtina rihî projeya kemera Ereb an xist dewrê.

            * Ji bo gelê Ereb jî pirsgêrêka demokrasî, azadiya polîtîk her tim bû pirsgêrêka bingehîn. Rejîma BAAS a mêtînger li ser gelê Ereb jî siyaseteke zordest a dikdatoriyê meşand. Mafa azadî û xwe îfadekirinê, mafa rêxistinbûnê hema hema hatiye tunekirin, beşên ku wek partî xwe birêxistinkirin jî hatin kirin parçeyek ji rejîmê, siyaseta têkîldarkirina bi istixbaratê ve hatiye meşandin û bi vî awayî jî giştî bi rejîmê ve hatine hevkar kirin. Nûsayriyên kêmhejmar ku desthiladariya dewletê dimeşandin jî li ser beşa pirjimarî ya sunnî bi polîtîqayên cihêkarî serdestî avakirin.

            * Di dema mêtîngeriya BAAS de bi taybetî jin bi temamî hat kolekirin. Ji ber perwerdeya Erebî zarokên Kurd ji mafa perwerde dîtina bi zimanê dayikê mehrûm man. Dema pîşe bibe mijara gotinê ji bo ku Kurd ji qadên pisporî hatin dûr xistin û mafa wan ya perwerde ji destê wan hat girtin di qada xebitînê de jî bi siyaseta cihêkarî ve rû bi rû man.

            * Şoreş nikare bend û çanda eşîrtî di carekê de ji holê rake. Bi hilweşandina têkîliyên kevin û li dewsa wê bi avakirina têkîliyên nû yên civakî ev avahiyên kevneşopî hêdî hêdî tune dibin. Lê di milê avakirina şoreşê de pêwîstiya me lezbûnê heye. Ligel berebereyiyê pêwîst e Şoreşa me li ser vê mijarê hinek tedbîran pêş bixîne, bi tedbîrên bicihanîna qanûn û bendên hevpeymana civakî pêşengtî ji civakê re bê kirin û xeta erk û berpirsiyartiyê bê pêşxistin.

            * Bajarbûnî û bazirganî her ku diçe pêş dikeve. Di karektera çînî ya şoreşa me de weke kêmasî, di aboriya Rojava û Bakurê Sûrî de gundîtiya dewlemend û burjuvaziya bazirganî hîn xwedî cihekî bibandor e. Weke çînî kedxwar e, lê wek siyasî niha di nav şoreşê de ne û bi vê çînê ve îtîfaqeke taktîkî heye. Çîna ku di destpêkê de wê bê tesfiyekirin ev beş * Gundiyên bê erd, dikandarên biçûk, bijîşk, mamoste, pîşekar, karkerên çandiniyê yên demsalê û proleteryaya niveyî wek ku beşa civakê ya herî mezin pêk tînin di heman demê de piştevanên vê şoreşê yên bingehîn in.

            HİNEK PİRSGÊRÊKÊN PÊŞKETİNA CİVAKÎ Û

              PERSPEKTÎFÊN PÊŞKETİNÊ

            * Federasyona Bakurê Sûrî û Rojava ji ber sedemên derawa xwe ya stratejîk, xwedîbûna dewlemendiyên mezin ên xwezeyî, pêşketina pêvajoya xwe ya dîrokî, rewşa xwe ya civakî û siyasî û hwd. mecbûre ku erkên parastin û avakirina şoreşê bi hev re bimeşîne. Serkeftina ku li dijî DAÎŞ’ê hatiye bi dest xistin gelekî girîng e, lê pêwîst e ev rehawetekê çênake. Di mercên ku êrîşên dagirker dewam dikin de şoreşa me hîna di bin gefa dewletên emperyalî û dewletên paşverû yên herêmê de ye. Gelên Rojava mecbûr in bi xwezeyîkirina rewşa şer ve jiyana xwe berdewam bikin.

            * Civaka Rojava civakeke birêxistinkirî ye û her ku diçe jiyana birêxistinkirî tê rewşeke fikrandina xwezeyî. Rexistinîbûn hemû qadên jiyanê werdigire hundurê xwe. Komîn, Meclîs, Koperatîf, Weqf, Saziya Malbatên Şehîdan, rêxistinên tenduristî û pîşeyan, sendika, saziyên werzîş, çand, huner, rewşenbîr, aborî, parastin, dadmendî, komîteyên silhê, saziyên olî beşek ji van rêxistinan in.

         * Şoreşa me girîngî dide li der dora şiyara “mirovê nû û jiyana nû” avakirina çandî û aktîfkirina ciwanan di nav vê pêvajoyê de.

            * Avakirina navêndên çand û huner an li kanton û hemû bajaran ji bo tevlîkirina jin, ciwan û girseyên kedkar di cihekî girîng de disekine. Di civakê de bi taybet di nav jin û ciwanan de derxistina holê ya zanistî, huner, wêje, werzîş, teknîk û her cure qabiliyetê û seferberkirina ji bo şoreşê di qada polîtîk û îdolojiyê de erkên ku nayên ixmalkirin in.

            * Yek ji serkeftina şoreşê ya herî mezin serkeftinên ku li dijî hemû zahmetî û kêmbûna derfetan hatine bi dest xistin in. Perwerde di asta dibistana seretayî û navîn bi zimanî zikmakî tên kirin. Komên netewî yên cuda bi zimanê xwe yê dayikê perwede dibînin. Li ser zimanan zexta mêtîngeh ji holê hat rakirin. Azadî û wekheviya navbera zimanan hatiye avakirin.

            * Qada tenduristî qadeke ku hêza aborî, kesên perwedekirî û teknîkeke bilind dixwaze ye. Ji bo pêkanîna van pêwîstî bi polîtîqayeke tenduristî ya navendî û stratejîk heye. Xizmeta tenduristî ji derveyî hêzên leşgerî bipere ye. Divê yek ji hedefa şoreşê ew be ku polîtîqeyeke tenduristî ku tenduristiya gel di navendê de disekine û her kes ji xizmeta tenduristî bêpere sûd digire bê pêşxistin.

            *Divê perwerdeya tenduristî tenê bi perwerdeyên miwazifên tenduristî ve sînordar nemine. Divê zêdekirina zanabûna gel a tenduristiyê jî werbigire. Ji tedbîrên ku nexweşiyan astenk dike bigire, heta rewşên acil û heta derfetên nexweşxane, pêvajoyên dermanbûnê pêwîst e şoreşa me çaresariyan pêş bixine.

                 REWŞA SIYASÎ YA ŞOREŞÊ

            * Şoreşa me ya Rojava wek şoreşeke rizgarîxweziya netewî destpê kir, lê bi tevlîbûna gelên din vegeriya şoreşeke ku avakirina sîstemeke civakî ya demokratîk, gelperêz û wekheviya zayendî hedef digire.

            * Bingeha siyasî a federaliya Rojava û Bakurê Sûrî ji sê lingên wek teşri, darêzgêrî (dadmendî) û meşandinê pêk tê. Teşrî xwedî xebitîneke demokratîk a ku hemû meclîsên tax, gund, bajar, herêm û heta meclîsa federaliyê hemû merhaleyan werdigire hundirê xwe ye. Dezgeha meşandinê despêkê de ji deste yan pêk dihat. Bi damezrandina federaliyê ve li dewsa desteyan dîwan hatin birêxistinkirin,  bi zivirandina xebitîneke hevbeş hat demokratîk kirin. Bi vê rêyê rê li ber burokratîzmê hat girtin û sîstemên kontrola ji jêr de hatin xurtkirin.

            * Dezgeha dadmendiyê jî di hundurê xwe de ji jêr de heta jor bi şêweya meclîs an hatiye birêxistinkirin. Her sê dezgeh jî wek emûdî li hember rêxistinên xwe berpirsiyar in. Lijneyên rêxistinkirî ku di hundurê her dezgehan de hene di heman demê de bi lijneyên dezgehên din ve jî têkîliyên berwarî berdewam dikin. Hemû dezgeh wek emûdî û berwarî ji hevdu berpirsiyar in. Bi vê rêyê kontola ji jêr de tê kirin. Di heman demê de ev dezgeh bi meclîsa federaliyê ya ku dezgeha herî jor e dibin yek û bi awayekî beramber qanalên kontrole didin şixulandin.

            * Şêweya rêveberiya siyasî ya Şoreşa me, li ser herêmên li gorî bingeha xweseriya demokratîk hatiye avakirin. Wek Efrîn, Firat û Cîzîr sê herêm hatine birêxistinkirin û girêdayî van jî modêla rêveberiyên kantonan hatiye birêxistinkirin. Minbic û Girê Spî herêmên xweser in. Lê Girê Spî ji ber dakirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê rewşa xwe ya herêma xweser winda kir. Dêrazor û Reqa têkîliyên xwe bi xweseriya xwe ya siyasî û bi meclîsên xwe yên herêmî ve bi federesyonê ve berdewam dike. Têkîliya Efrîna ku di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin bi her du herêmên din ve qut bû. Li Şehba jî meclîsa herêmî di meriyetê de ye. Ji bilî vê Serê Kaniyê jî ji ber ku di bin dagirkeriyê de ye derveyî rêveberiya me ya siyasî û îdarî maye.

            * Şoreşa me ya ku Bakur û Rojhilatê Sûrî werdigire hundirê xwe parçeyî qaden rêveberiya herêman nebû. Aksî wê ji aliyê meclîsên herêmî, meclîsa gel û rêveberiyên xweser ve di xateke wekhevîxwez û azadîxwez de tê birêvebirin. Di sîstema rêveberiya herêman de bi gelan re yekîtiya wekhev, bi dilxwazî û demokratîk tê avakirin. Sîstema ku ji meclîs û komîn an pêk tê di hemû erdnigariyê de serdestiya gel pêş dixîne. Ligel vê asta xwedî derketina gelên me li şoreşê kêmber e. Gavên ku heta niha hatine avêtin ji bo bêbaweriyên nav gelan û zanabûna eydî netewa serdest tune bike gavên girînk in. Lê hîna jî nayê gotin ku şoreşa me bi rastiya xwe ya gelperêz, wekhevîxweziya siyasî hemû bêbaweriyên dîrokî bi temamî tune kiriye. Tenê dema ku di nav şoreşê de îradeya hevbeş a gelan di qadên biryargirtinê, rêvebirinê, parastin û hilberîna civakî de hîna bê bilindkirin bêbaweriyên dîrokî yên nav gelan bi temamî wê bên derbaskirin.

            * Şoreşa me ya Rojava ne şoreşeke ku bi hêza rêxistin û têkoşînê derketiye holê ye. Lewma bi xurtkirina zanabûn û çanda têkoşîn û demokrasiyê heye. Ji bo xurtkirina şixulandinê pêwîst e yek bi yek tê de cih bê girtin. Afirandinên komûnên mînak û bi projeyên balkêş tevlikirina gel yek ji gavên serkeftinê ya yekemîn e. Divê kirdebûna gel, komên netewî, komên olî û bawerî di komûn û meclîsan de, dîsa kirdebûna di hemû rêvebirin û pêvajoyên biryargirtina sîstema federali de bê misogerkirin.

            REWŞA ABORÎ YA ŞOREŞA ROJAVA

            * Beşeke pir mezin ji erdan aydî milkyeta taybet e. Piraniya ev milkiyeta erdên biçûk ên girêdayî malbatan e. Piştî şoreşê dest hat danîn ser erdên dewleta Sûrî û yên li dijî şoreşê şer kirine. Mafa bikaranîna beşek ji van erdan hat dayîn koperatîfan beşek jê jî hat dayîn malbatên şehîdan, beşek jê hîna di milkiyeta gel de tê nirxandin.

            * Qadên çandiniyê fireh, bi bereket û di asteke ku dikarin ji pêdiviyên xwe zêdetir hilberînin de ne. Ji ber polîtîkayên mêtînger cureyên berheman sînordar maye. Ceh, genim, zeytûn, kemûn, pembû berhemên bingehin in. Çandiniya şîngayî û fêkî jî pêş dikeve.

            * Pêşketina baneyên hevbeş ên çandinî wê bibe pêkereke herî girîng a ku berhemdarî û civakîbuyinê zêde dike. Bi vê wateyê yekkirina erdên biçuk ên bêberhemdarî û ji bo baneyên hevbeş vegerandina erdên şoreşê yên mezin, li dewsa milkiyeta kesayetî wê zanabûn û şêweya milkiyeta civakî pêş bixîne. Gundiyên bêerd û yên xizan divê bibin pêşengên baneyên hevbeş.

            *Ajaldariya ku bi giranî ji hêla malbatan ve tê kirin di jiyana civakî de cihekî girîng digire. Lewma hilberandin pîvaneke biçuk e. Baneyên ajalan ên mezin sînordar in. Mezrayên mirîşkan jî pir in. Bazirganiya ajalan jî encax di vê çarçoveyê de tê kirin.

            * Sinayî ya petrolê (niftê) bingeha aboriyê pêk tîne. Nift, li der dora Rimêlan, Tirbespiyê û li Dêyr a Zorê tê derxistin. Ji bo ku tesîsên bikaranîna daringa niftê tune ne li rafîneriyên kevnare mazot û benzina bêqalîte tê hilberandin. Mazot û benzin di gelek qadên jiyanê de cihekî taybet digire. Bazirganiya niftê ji ber embergoyan bi awayekî sînordar tê kirin.

            * Karhehên konserve, cibs, dirûtin, mekeron, şimik, tesîsên dagirtina avê, hilberandina alavên paqijiyê û hwd. ku bi pêşengtiya koperatîfan tên avakirin hene. Febrîqayên ziftê û li kantona Kobanê jî febrîqaya çîmentoyê heye. Bi giştî hilberandin pir sînordar e. Bazirganiya dikandarên biçûk bi bandor e.

            * Di koperatîfvaniya veguhastinê de gavên erênî tên avêtin. Bi taybetî ji bo xwendekar, kedkar û jinan divê veguhestina bi ewle û erzan bê avakirin.

            * Her ku hêzên hilberandinê  pêş bikevin wê berhemên pêdiviyên civakî jî zêde bibin. Divê gîhandina gel a van pêdîviyan bên hêsankirin û belavîkirin. Gavên biçuk ên ji bo avakirina kooperatîfên firotinê erênî ne. Lê ji ber ku hilberîn sînordar e ev jî gîhaştiye sînorên xwe û belav nebû ye.

            * Mamoste, kedkarên tendurîstiyê, ajokar, karkerên nanpêjgeh, tamîrat, dirûnî û çandiniyê hejmareke mezin pêk tînin. Ev beşên çîna karkeran divê tevlî nav refên şoreşê bên kirin. Divê xêza wan a çînî û welatparêziya sosyalîst bê pêş xistin.

            * Aborî bi gelemperî di wesfa kapîtalîst de ye. Bi dawîkirina vê rewşê erkeke bingehîn e. Her ku dem dirêj bibe tiştê derbasdar  mayinde dibe.

            * Ji bo çandinî, ajalkarî û sinayî divê pilanên demkî, herêmî û navendî bên amadekarin û pêşxistina milkiyeta civakî bê esas girtin. Dema di her qadê de pêşxistina milkiyeta civakî neyê hedef girtin tekoşîna li dijî kapîtalîzmê jî bi ser nakeve.

            * Taybetmendîyeke din ya şoreşê jî qasî di qada leşgerî de di qada aborî de jî kirdekirina jinê ye. Febrîqe, kargeh û koperatîfên aydî xwe hene, divê ev gav hîn bêtir bên pêşxistin.

            * Sîstemeke derîbeyê ya ku li gorî rêjeyê tê zêdekirin divê bê pejirandin.

            * Divê hilberîn ji pêdiviyên civakê yên herî lezgîn ve dest pê bike. Koperatîf, komîn, Konsey û komîteyên Aboriyê di vê bingehê de divê bên birêxistinkirin û xebitandin.

            * Bêkarî gelek zêde ye. Şoreşa me xwedî nifuseke ciwan e. Civak, di destpêkê de jê nifûsa ciwan ger ku neyê veguherandin hêzeke hilberîner ew rewş dikare di milê îdeolojîk, çandî û polîtîk de rê li ber lawazbûna şoreşê veke.

                REWŞA LEŞGERÎ YA ŞOREŞA ROJAVA

            * Di pêşketina şoreşê de girîngiya amadekariya çekdarî careke din xwe bi şoreşa Rojava ve nîşan da. Amadekariya çekdarî di serhildana girseyan de di cihekî diyarker de sekinî. Gerîlayên ku di pêşketina şoreşê de xwe weke şervan bi cih kirin, ne tenê çalakvan e, di heman demê de pêkhênerê paradîgmayê ye.Bi rola ku gerîla di şoreşê de lîstî hat dîtin ku bandora birêxistinbûna cekdarî tenê di nêrîna namluya sîlahê de ye.

            * Beşeke girîng ji gel xwedî li gerîlayan derket. Tevlî perwerdeyên xweparastinê bûn. Di şer de bi hev re cih girtin. Dema rewşên aloz derketin holê revên girseyî jî çêbûn. Lê tiştê esas tevger û girêdana kesên ku li vir mane ye.

            * Rastiyeke ku şoreşa Rojava derxistiye holê, ên ku hêza wan ya çekdarî tune be nikarin bibin hêzeke polîtîk jî ye. PDK’a Rojava û partiyên Kurd ku di xeta hevkariya îxanetê de ne û siwana wan ENKS’ê ji li dewsa parastina şoreşê li dijî şoreşê cih girtin. Dîsa piraniya partî û rêxistinên ku xwe wek çepgir,demokrat, pêşverû dibinin di xeta xwedî derketina li şoreşê tevnegeriyan. Ji ber vê jî di nav şoreşê de nebûn hêzeke polîtîk. Di şoreşa Rojava de bi awayekî eşkere, di pêvajoyên şoreşê de rola diyarker a pêşengê ku têkoşîna çektarî bikar tîne û derfetên wê birêxistin dike hat ispatkirin.

            * Di destpêka şoreşê de wek leskerî berê Yekîtiya xweparastina Gel (YXG) hat avakirin. Ev pêvajo bi îlankirina YPG-YPJ berdewam kir. Hêzên gerîla û gelê ji Rojava di tabûran de birêxistin bûn. . Ji bilî vê ji ber bi awayekî zêde tevlîbûna gelê Ereb hejmara tabûran zêde bû. Pirsgirêkên fermandarî û koordînê destpê kirin. Mecbûriyeta  sîstemeke leşgerî û dezgeheke navendî derket holê.

            * Bi van faktoran ve di hamleya rizgarkirina Reqayê de piştî demekê gav bi gav sîstema FOC’an  hat birêxistinkirin. Piştî azadkirina Reqeyê hemû tabûrên YPG’ê derbasî sîstema FOC’an bû. Tabûr bi FOC’an ve hatin girêdan, Ji FOC’an liwa hatin damezrandin. Lîwa bi rêya rêveberiyên sahayan bi fermandariya giştî ve hatin girêdan. Bi vê sîstemê bingeha rêxistinkirina artêşê hat avakirin. Biryar, bend, dsîplîn di qedemeya fermandariyê de kom bû.

             *Bi awayekî girêdayî fikra Şoreşa Jinê, YPJ’ê jî qedemeya fermandariya xwe ava kir û artêşbûna jinê pêk anî. Di hemû çeperên şerê gel a şoreşger de cih girtin,  feraseta zilamperest ya desthilatdar ku şer weke karê mêr didît hilweşandin.      

            * Piştî DAÎŞ’ê ji ber teknîka ku di destê dewletên dijmin ku derdora Rojava û Bakurê Sûrî dorpêçkirin ji bo gumaniya ku di dema pêş de jî bi van hêzan re şer bidome taktîkên gerîla û artêşa binîzam wê derkeve pêş. Li gorî vê wek rêxistinkirina FOC’an wek tîm û yekineyên biçûk, perwerdekirina li gorî vê rastiyê xwedî girîngiyeke mezin e. 

            * Çeka herî mezin a şoreşê mirov e. Bi civata mirovan a ku girêdana xwe ya civakê xurt e û ji bo şerkirina gelê xwe û şehadetê amade ye parastina vê şoreşê ya herî bi bandor tê kirin. Hêzeke şer ku wiha xwedî zanabûna îdeolojîk e di heman demê de dikare civakê jî tevlî Parastina şoreşê bike û bide şerkirin.

            * Di dîroka Tebaxa 2012’an de koma şervanan a yekemîn ku girêdayî MLKP’ê ye hat Rojava. Di sala 2013’an de di şerê Serêkanîyê de şehîdê xwe yê yekemîn da. Di sala 2014’an de li Rojava bi navê şehîdê xwe yê yekemîn Tabura Şehîd Serkan hat avakirin. Hêza wê ya leşkerî yê ku di destpêkê de di nav tabûrên YPG’ê de dima û tevlî şer dibû, ji vir û pê de weke Tabûra Şehîd Serkan a MLKP’ê tevlî şer û pêngav an bû. Şêweya tevlîbûna MLKP’ê ya Şoreşa Rojava hem li ser tevgerên şoreşger ên Tirkîye’yê hem jî li qada enternasyonal bandoreke xurt ava kir. Li Ewrupa, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi şêweyên nû rêyên Piştgiriya internasyonal afirand. Pêşengtiya avakirina Tabûra Azadî ya Enternasyonal kir. Asta ku rêxistina MLKP’ê ya Rojava di milê leşgerî de îro gîhaştiyê ye bi gav avêtina hêza bisînor ya yekemîn ku hate Rojava pêkhat. Ger ku MLKP’ê di destpêkê de bi hêzeke hên mezin bihata em dikarin bêjin encam jî hên cûdatir dibû. Asta ku MLKP’ê bi sîstema FOC gîhaştiyê ye bi asta pêşketina şoreşê ve lihev hatiye.

             TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YA ROJAVA Û ŞOREŞA JINÊ

            * Jinan di destpêka serhildanên şoreşê de û di pêvajoya amadekariya xweparastinê de cih girtin. Şoreşa me bi pêşengtiya jinên Kurd destpêkir, lê bi bandorkirina li ser jinên ji netewên cûda jî ev şoreş bi rastiya jinê ve bû yek. Bi îlana şoreşê ve jin ji danîna zagonan heta birêvebirinê, bi nûnertiya wekhev bûn şirîkên rêveberiyê. Ligel vê jinan bi rêxistinên serbixwe, sazî, asayîş, mekanîzmayên dadmendiyê, sîstema komîn, meclîs, hêzên Parastina civakî û artêşa xwe avakirin.

            * Şoreşa me ya Rojava wek şoreşeke jinê ji bo tevgera jinên cîhanê û herêmê di vî alî de bû îlham û hêvî. Îro di herêmê de li ku derê serhildanek derkeve jin di refên herî pêş de û hundirê wê serhildanê de wek hêze herî dînamîk e. Tespîta “sedsala 21’emîn sedsala jinê ye” ji şoreşa me ya jinê ya Rojava îlham digire. Edî di cîhanê de ne sîstema kapîtalîzmê, ne jî bîrdoziyeke cûda hêvî nade jin, karker û kedkarên cîhanê. Şoreşa jinê aliyê şoreşa Rojava yê ku dibiriqe ye.

            * Yek ji sedemên ku tevlîbûna jinê ya jiyana civakî, hilberîna civakî, têkîliyên birêvebirinê asteng dike rastiya binyata civakê ya serdestiya zilamperest û binyata eşîrtî ye. Bermayiyên ku ji sîstema BAAS mayî li ber tevlîbûna jinê ya jiyana civakî û dîsa li ber derketina jinê ji rolên civakî yên kevnare wek asteng disekinin. Di vî alî de ligel destkeftinên ku şoreşa me ye jinê derxistiyê holê, ligel gavên xurt şoreşa me hîna di hundirê malan de guhertina ferasetê (zîhniyet) temam nekiriye. Ev rastî jî tevlîbûna jinan ya avakirina şoreşê lawaz dike. Têkoşînkirina li dijî nêzikatiyên serdestiya zilamperest ku di saziyên şoreşê de heyî û pratîkkirina zagonên jinê yek ji erka me ya sereke ye.

            * Jinên Komûnîst ji bo Parastina şoreşê di nav grupên yekemîn ên ku di sala 2012’an de derbasî Rojava bûn de cih girtin. Ligel hêza Parastina şoreşê YPG’ê û YPJ’ê di saziyên wek asayîş, şaredarî û ragihandin, tenduristî, komûn, meclîsan de de erk girtin ser milên xwe. Hebûna Jinên Komûnîst di nav avakirina şoreşê de di sala 2014’an de bi awayekî hîn rêxistinkirî bû. Bi avakirina Rêxistina Jinên Komûnîst di dîroka 8’ê Adara 2015’an de jinên Komûnîst li Rojava jî rêxistinbûna xwe ya serbixwe xistin rojeva xwe. 

            * Ligel aliyên şoreşê ku pêş dikevin ve pêwîstiyên ku derketin holê mecbûriyeta siyaseteke nû derxist pêş me. Ji ber vê yekê jinên komûnîst di 8’ê Adara 2019’an de rêxistina Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) damezrandin. JKŞ’ê di qada xwe de wek rêxistineke xweser çaresarkirina pirsgêrêkên şoreşê, rêxistinkirina jinan di nav şoreşê de wek erkeke sereke dide pêş xwe.

            CİWANÊN ROJAVA Û BAKURÊ SÛRÎ Û CKŞ

            * Di sala 2010’an de agirê serhildanên gelên Ereb ciwanekî bi navê Muhamed Buazzîzî bi çalakiya şewitandina bedena xwe pêxistibû. Di berxwedana gelê Tûnûsê de jî beşa herî şerker ya çalakwanan dîsa ji ciwanan pêk dihat. Li Misirê rêxistineke ciwanan ya ku li ser internetê têkilî danîbûn hêza pêşeng ya serhildanê bû. Ciwanên karker, bêkar, xwendekar di nav serhildanên gelan ên welatên din de jî bi awayekî bandorker cihê xwe girtin.

            * Di Şoreşa Rojava de jî ciwan bi awayekî girseyî tevlî şoreşê bûn. Hîn di destpêkê de dema ku şoreş wê ber bi ku ve here û encama wê ne diyar bû, bi taybetî ciwanên Kurd metirsiyên kesayetî danîn aliyekî û berê xwe dan YXG’ê. Piştre bi tevlîbûna YPG’ê û YPJ’ê roleke pêşeng lîstin. Di dema ku tevlîbûna gelê Ereb bi awayekî girseyî dest pê kir jî bi piranî dînamîka civakî ya ku ket nava tevgerê beşa ciwanên Ereb bû.

            * Dema ku sehildanên gelan ên şoreşger li Rojhilata Navîn piştî astekê vemirîn û paş ve vekişiyan, li Rojava bi tevlîbûna ciwanên Kurd, Erep, Suryanî, Turkmen, Êzîdî şoreşeke gelperest û demokratîk ya ku şoreşa azadîxwaz ya netewî û şoreşa demokratîk kir yek pêk hat. Ji dîroka Tirmeha 2012’an ku destpêka şoreşê ye, heta dîroka Adara 2019’an ya ku serkeftina li dijî DAÎŞ’ê hat îlankirin, barê herî giran ya şerên parastina şoreşê û ya belavkirina şoreşê li herêmên nû ciwanên Kurd û Ereb hildan ser milên xwe.  Nifşeke ciwanan bi hezaran şehîd û birîndarên xwe hema hema hemû serdema xwe ya ciwantiyê di nav şer de derbas kir.

            * Ciwanên ku di parastina şoreşê de bi rihekî fidayî derketin pêş, dema ku erkên avakirina şoreşê bûn mijarên sereke bi awayekî balkêş paş ve vekişiyan. Divê Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger rola ku ciwanan di parastina şoreşê de lîstiye û sedemên ku ciwan dûrî avakirina şoreşê ketine lêkolîn bike û encaman derxîne.

            * Kûrbûna şoreşê di qada civakî de di avakirina şoreşê de bi rol lîstîneke bandorker a jin û xortên ciwan gengaz dibe. Rol lîstin, vekîrîbûna wan ji nûbûnê re dînamîzmeke mezin tevlî şoreşê dike. Erka komûnîstan ew e ku ciwanan tevlî siyasetê bikin û derxînin pêş.

            * Perspektîfa siyasî û azadîxwez ku  rewşa ku ciwan pê ve rû bi rû ye bigûherîne wê Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger pêk bîne, ji bo kirdebûna jin û xortên Ereb, Kurd û Suryan wê têkoşîn bimeşîne. Ji qadên çand, hûnerê heta werzîşê pêwîst e ciwan ji her alî ve bên dorpêçkirin. Bi şêweya wek navenda ciwanan xebitîn wê ji bo rêxistinbûna di nav girseyên ciwanan de bi bandor bibe. Pêwîst e şiyara “Ciwan ez im, şoreş pêşaroja min e” bibe parolaya CKŞ’ê. Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger wê ciwanan di nav şoreşê de bike kirde.