“Dema mirovek ji bo avakirina cîhaneke nû derkeve rê/ destpêkê de ji xwe de dest bi kar dike, ji baweriya ku di dilê xwe de/ ji ber ku li wir e hêz, lez û xwesteke afirandinê/ Di dilê xwe de dibîne berê mirov cîhana ku ava bike/ Piştre dest pê dike mêjî di mirov de li lêgerîna rê/ li rûerd dinêre, li daristanan, çem û axên bibereket/ li tiştên pêwîst digere û dibîne”. Yên ku karê wan şoreşgertiyê, yên ku ji bo avakirina cîhaneke nû derketine rê ye. Û elbet pêwîst e destpêkê de ji xwe de dest bi kar bikin. Di demên dawî de em çav li ragihandinên sosyalîst û şoreşger bigerînin em dibînin ku hemû li ser rê û rêbazên sekna xwe, destpêkirina ji xwe de disekinin. Hemû kovarên çep, li ser şoreşgertiya têkoşer, şoreşgertiya ji pîşeyê, mirovê nû, kesayeta rizgarker û exlaqa şoreşger li pey hev nivîsan diweşînin. Ev delîla bêdengiyeke îzafî ye. Ev di heman demê de nîşaneya wê ya ku pirsgirêk êdî hatiye rewşeke çiqasî girîngtir. Her tim tê gotin ku mirovatî dikeve serdemeke tarîtiyê û serdema ku em tê de dijîn ne derveyî serdema navîn e. Ramangerê Fransî Alain Mine dibêje ku “serdemeke ku hem pêşketin, hem jî pergal wek rêbazekê xistiye holê û zêdetirî sê sed salî desthiladarî meşandiye êdî bi dawî dibe”.
Alîgirên wê jî, ên ne alîgirên wê jî belavbûna sosyalîzmê di mijara çûna mirovahiyê ya ber bi serdemeke navîn ya nû ve hemraman xuya dikin. “Di mirina komûnîzmê de, di zelzeleyeke wisa mezin de tu kesî nikarîbû bêbirîn rizgar biba ya. Piştî komûnîzmê ev rewş ne bi serkeftina aboriya pazarê ya bê nîqaş, ne tolhildana netewan, ne jî desthiladariya Emerîkayê ya hesibanî tê kurtasîkirin. Encameke tenê ku serdest e nîn e. Ev giştî rast in, giştî jî şaş in. Ev e rastiya ku me ber bi serdema navîn ve dibe di aliyekî de bêqebîliyeta keşfkirina rêbaza avaker ev cîhana postkomûnîst e. Ev nêrîn di destpêka pirtûkeke bi navê “Serdema navîn a nû” de cih digirin. Nivîskar helbet yekî antîkomûnîst û pazarkerê azad e. Lê di wê zanebûnê de ye ku dema sosyalîzm hilweşe xetereyên çawa li ser mirovahiyê pêk tên. Bi rastî serdema navîn ya nû tunebûna sîstemên rêxistinkirî, windabûna her cûre navend, derketina holê ya piştgiriyên şemitok û heşifî, nexuyatî, tesedûf û şêlotî ye. Serdema Navîn a nû: ji kojokî, neqanûniya civakên dewlemend heta bêpergaliya Rûsyayê, derveyî her cure desthilatiyan, pêşketina “qadên fidî” ku her diçe hejmara wan zêde dibe ye. Serdema Navîn a nû: mêjî wek avaker, îdelojiyên ku demeke dirêje ku tê zenkirin ku winda bûye û tunebûna baweriyên vala. Serdema Navîn a nû: wek ku qeyran, erdhejî, zucken dîsa wek vedigere jiyana me ya rojane ye. Serdema Navîn a nû: dema ku gerdûna bipergal her ku diçe dibe xwediyê cihekî biçûk, civat û qadên ku bi amûrên me yên çalakiyê, bi ser de jî her ku diçe bêhest cihekî hîn mezintir digirin e.
Ya ku hatiye xêzkirin lewheyeke tarî ye. Lê qet ne derveyî rastiyê ye. Ev encamên ku pergaleke pazarê ya serberdayî îlankirî, ûtopyayeke pazarê ku xwe bi xwe saz dike ye. Her tişt gotina Engels a “binyateke mirov ku carekê nizm dibe, carekê bilind dibe” û pêşniyaza an hebûna mirovatiyê bi sosyalîzmê, an jî tunebûnê bi bîr tîne. Ên Marksîst îddia dikin ku pêşketin xêzeke rast naşopîne, pêşketin marpêçkî ye. Qevazdanên bi paş de jî her tim gengaz in. Lê derketina ji vê serdema taritiyan mudexeleyeke îradî hewce dike. Di nameya ku ji hevalê xwe Bolc re nivîsandî û gelek tê naskirin de wiha dibêje Engels “Em dîroka xwe bi xwe çêdikin, lê berî her tiştî bi pêşengên diyarker ve û di nav mercên diyarker de”. Di nav hemû mercan de, mercên ku herî dawî diyarker in, mercên aborî ne. Lê mercên siyasî, bi ser de jî kevneşopiyên ku museletî mêjiya mirovan dibin teqez dawî nebe jî dîsa rolekê dilîze.
Lê ya duyemîn jî ev heye ku encama dawî ya dîrokê her tim bi derketina holê ya nakokiyên îradeyên bêhejmar ên kesayetî pêk tê. Her yek ji van îradeyan jî bi rewşa xwe ya heyî ji aliyê girseyên ku gelek mercên xwe yên hebûnê hene hatine afirandin e. Mafê me tune ku em ji pevgirtina kesên ku nikarin bigêjin tiştê ku dixwazin û di encama vê de di muhaseleyeke hevbeş de dikelijin: Encameke wiha derxînin ku ew bi sifirê re yeksan in. Aksî vê ji van her yek têkariya muheselayê dikin bi vê wesfa xwe di rewşeke ku di wê de navxweyî bûye. “Ev xêzkirina binî girîngiya îradeya ku dema em dîroka xwe çêdikin e”. Û elbet di heman demê de di çêkirina dîrokê de derketina rola îradeya kesayetî ya holê ye. Ger ku azadî ligel têgihîştina mecbûriyetê veguherandina wê ye îrade di rêxistin û têkoşîna rêxistinkirî de şênber dibe. Têkoşîna birêxistinkirî, di pêşengtiya kesayetên ku pîşeya wan şoreşgertî ye tê meşandin. İlhamkerê têkoşînkirina di dîrokê de û lezandina çerxê Lenîn di pirtûka xwe ya bi navê “Divê çi bêkirin” de ji bo her pêvajoyê jêneveger e pêwîstiya çawabûna rêxistina şoreşgerên ji pîşeyekê vedibêje. Distûrgirtina ji xwe re ev tiştên ku hatin gotin erka me ye.
Pisborbûn, beşdarbûn, biryardarî, disîplîn, xwedî rêbaz bûn, bêkemasî kirina karê ku hatî dayin, tevgerîna li gorî îradeya rêxistinê, bêguman rêbazên me yên sereke ne. Lê ev nayê wateya ku di pîşeya şoreşgerbûnê de bûn, wekî ku di pergala kapîtalîst de pîşe tê meşandin wê bê tevgerîn. Qey ev taybetmendiya pêvajoya ku em tê re derbas dibin ya herî girîng e. Ger cîhan serdemeke jiyan dike ye, ger axên ku em li ser jiyan dikin di pêvajoyekê de derbas dibe ye, ên ku dijberî wê ne jî bi şiklekî para xwe ji pêvajoya ku tê jiyankirin distînin. Bandor nebûna wan ji pêvajoyê ne gengaz e. Di erdnigariya ku em tê de jiyan dikin têkçûna herêmî û gerdûnî bû yek. Şoreşger hîna ji pêvejoyekê derneketin ketin nav pêvajoya din.
Derbeya 12’ê Îlonê ji bo jêbirina hişan a pêvajoya ku mirovan cîhaneke nû dixwestin û bi vê armancê xwe birêxistin dikirin û têkoşîn dikirin û jiyaneke hevbeş diafirandin ji holê rake rêbazên nemirovî pêk anî. Bi her şêweyê êrîşî îrade û mêjiyê mirov kir. Êrîşa ku ji bo serhildan û rêdkirinê bi mirovan bidin jî bîr kirin jî ji vê ne cûda bû. Alain Mîne wiha dinîvîse : “Komûnîzmê ji bo ku dixwest mêjiyê di xwe de şênber bike, dema bi xwe hildiweşiya xwest wê jî bi xwe re bikişîne” Jixwe amûrên kişandina mêjiyê bi paş ve ji demeke dirêj de amade bû. Bi hilweşîna komûnîzmê ev derxistin holê” Ji bo bikaranîna mêjiyê di asta hêrî jor de bi alîkariya medyayê meşandina êrîşeke gerdûnî eşkere ye.
Xeyal û armancên me jî tê de, her tişt berê tê amadekirin û pêşkeşî me kirin. Lenîn demekê dema bi ûtopyaya liberal û narodnîk ve têkoşîn dikir digot “Xeyal qedera yên lawaz in” Lê niha em di serdemeke ku pêwîst e em ji bo mafê xwe ya xeyalan têkoşîn bikin de ne. Pêwîst e em ûtopya û xeyalên xwe ji dîlbûnê rizgar bikin. Di cîhaneke ku tê de tirs, ferdparêzî, baweriyên vala serdest e, nîşandana me ya qabiliyetên xwe yê mudaxelekirina xwe û heyatê jiyanî dibe. Şêlotî û nexuyabûn taybetmendiya serdema nû ye. Ev taybetmenî kesayetê jî xira û dejenere dike. Tenê bertek û hêrsê li dijî pergalê têrî nake. Redkirina wê û qutbûna ji wê pêwîst dike. Rexnekirina pergalê û ev anîna rewşeke hunera jiyanê mecbûrî ye.
Divê rêbaz xwestin û redkirina giştî bibe. Lenîn di axaftina xwe ya ku di kongreya sêyemîn a komsomol (Rêxistina Ciwanên Komûnîst) de kiriye pirsa “Em ji xwe re dibêjin komûnîst, gelo komûnîst çiye”? dikir û pirsa xwe wiha dibersivand “Komûnîst peyveke latînî ye ji peyva “Communis” tê, mana wê hevbeş e. Civaka komûnîst civakeke ku ax, febrîqe her tişt hevbeş e û civakeke ku hemû mirov tê de bi awayekî hevbeş kar dikine, komûnîzm ev e”. Komûnîst kesên ku ji bo avakirina pergaleke ku tê de milkê tabet nîn e û hemû mirov tê te wekhev jiyan dikin bi awayekî hevbeş têkoşîn dikin e. Di pergala komûnîst de wê mirov ne ji bo ku mecbûrî ne bixebitin, wê ji bo ku pêwîst dibînin bixebitin û xebitîna bêberdêl wê esas bibe. Xebata afirîner û bidil wê were rewşeke diyar. Divê taybetmendiya mirovê ku pîşeya şoreşgertiyê hilbijartiye ev be. Ji pîşeya şoreşgertiyê bûyîn ne tenê demên xwe vala, an jî êvarên xwe bi tenê divê mirov karibe hemû jiyana xwe bêberdêl ji bo şoreşê nezir bike. Ev bawermendî, daxwazkerî, bixiyalî û xwestina kirina her tiştî ya herî baş pêwîst dike.
Tevgerîna wek miwazif dûrketina ji şoreşgertiyê ye. Tê wateya sînor danîn li ber xwe û bi cih anîna tenê erka ku tê dayin. Pergal di kesên ku dike koleyên xwe vê rewşê navxweyî dike. Ji kesên şoreşger cûda tevgerîna li ser tiştên ku rexne dike tê payin. Kesên ku ji jiyanê re gotina xwe hene divê mêjî û asoya xwe ya şoreşgertiyê berfireh bikin. Em wiha hinekî çav li derdora xwe bigerînin em girseyek westiyayî ya şoreşgeran dibînin. Ji bo van êdî şoreşgerbûn hatiye rewşeke hînbûniyê. Tenê jiyana ku dizanin berdewam dikin. Wekî lîstokvanê westiyayî yên ku dirêjkirinan dilîzin e. Lîstina dirêjkirinan tenê tê wateya di şer de, di hezkirinê de, di dostaniyê de derenghîştina encamê. Û piştî gaveke westabûnê çavtirsinî ye.
Nazim Hîkmet komûnîstekî kevin wiha şirove kiriye “Ne bi hêvî ye ne bêhêvi ye/û di çavên xwe yên meşînî de rexmeke mirinê” şoreşgertî rexmeke bi qasî cîhanê dixwaze. Ev rast e. Lê ne bi rewşeke hem bihêvî, hem ne bihêvî. Divê mirov her tim bihêvî bibe. Her daîm bihêvî. Pergal ji bo ku hêviyê tune bike heye. Li cihê ku hêvî kêm dibe karê şoreşgertiyê dizîvire hînbûnekê. Şoreşgertî jî karê guhertina hînbûna ne. Her tim nûbûyînê, tevlîkirina hezkirinê ya jiyanê, hebûna ji bo kesên din, meraq kirin, kêfxweşbûn û îsrarkerî dispêre mirov. Pîşeya şoreşgertiyê tijîbûna baweriyê, bi tundî jiyankirin, îredeyeke xurt pêwîst dike. Niha dema hêvî tevlî kirina îrade, rexm tevlîkirina hêviyê ye. Ev bi pêşxistina însiyatîfê gengaz dibe. Însiyatîfeke afirîner, rê vekirina ji bo meş û geşedaniya ne. Ew tê wateya dewlemendbûna di çalakiyan de. Dewlemendbûna di çalakiyan de xweşikbûna di jiyanê de ye. Divê mirov bi mezekirina rûyê rastiyê, xweşikbûnê bizanibe.
Têkoşîn û Sosyalîzm