Ez car caran li pirtûkfiroş an digerim. Yek ji kêfxweşiyên min a herî mezin e li pirtûkan temaşakirin. Di çûyîna xwe ya herî dawî de min sê çar pirtûk standin. Yek jî ji wan pirtûka Emîn Karaca ya bi navê “paşiya bexçeyê 12 îlonê” bû. Min dest bi xwendinê kir. Dema min xilas kir saetên serî sibehê yên yekemîn bûn. Min di hundirê xwe de bi xemgîniyekê di şibakê de li pelên darê meze kir. Piştre helbesta Hidir Aslanî ku dema 12’ê Îlonê hati îdamkirin ket ser zimanê min “Diwar ji bêçareseriyê, lê hêvî, vebike zimanê dilê xwe, ez ji duh de heta sibe bi hêvî me, artêşeke ku hêviyê dorpêç bike tune” piştre min rastiya ku min xemgîn dike dît û derxist holê. Di pirtûkê de hevpeyvînên koçberên ku ji ber derbeya 12’ê Îlonê çûne Ewropa hebûn. Her tişt hebû di Pirtûkê de.
Berxwedan, Bawerî… Mirovên ku diaxivîn yên bi namûs bûn. Hên ji şoreşê hez dikirin. Ji tiştê ku jiyankirin ne poşman bûn. Li Sosyalîzmê (Îştîrakî) bawer dikirin, digotin ya ku têk çûyî ne bîrdoziya me bû. Dîsa dikarî bûn di wê riyê de bimeşin. Bila ew zanibin an jî nizanibin rêya li ber wan xilas bûbû û hêviya wan têk çûbû. Têkçûna hêviyê wek şeqekî li suretî mirov diket. Giştî ji jiyaneke şoreşgertî de hatibûn, ew qes şkence û ezap dîtîbûn. Piştre xwe bi jiyana Ewropayê ve girêdabûn. Vê rastiyê hemû jiyana wan dorpêç kirîbû. Di daviya hemû gotin û nîqaşên wan de hesret û bêrî hebû. Lê wan zanîbû ku êdî rê ji bo wan xilasbûye. “yekî digot me êdî li vir jiyanek ava kir, zarokên me qasî me ne Tirk in, êdî veger ne mimkin e, yên wek min jî di nav vê rastiyê de êş dikişînin. ,
Êdî wan hemûyan bîraniyên dîroka xwe ya ku winda kirin bi xwe re digerandin. Sendîkavanekî digot dîwarê Berlînê bi ser sosyalîzmê de hilweşiya. “Digot têkçûna giran ya ku li Tirkiyê hatiye jiyankirin, nifşa me bi erdê re yek kir” Nivîskarekî ku ji ber cezayê îdamê ji zindanê reviya bû, di dawiya hevpeyvîna xwe de digot “heta niha endamê kîjan rêxistinê dibe bila bibe ez bi deh hezaran şoreşger û mirovan bi rêzdarî bi bîr tînim, lê tiştek jî şaş kir, bîrdoziya me ne şaş bû, ji ber ku ev bîrdoziyeke ji bo mirovane, lê me xwe ji gel re baş şirove nekir, bîrdoziya me heye… Lê sêva we çiqas xweş dibe bila bibe ger hûn nizanibin wê li bazarê bifiroşin, hûn nikarin zibûn bibînin. Sêva me jî ji xwe re zibûn nedît.
Niha em bi deh hezaran kes li Ewropayê belavbûn, hinek wênesaz bûn, hinek nivîskar bûn HWD. Em dikarin bêjin ji bo Tirkiyê enerjiyeke mezin wenda bû. Wa ye têkçûna hêviya ku ez behs dikim ev e. tiştê ku ez dibêjim ne îxanet e, ne jî bê bawerî ye. Tiştekî hên dîtir e. Halbûkî hevalê vî nivîskarî dema diçû mirinê jî hêviyeke xwe ya gelekî mezin hebû. Hevalî wî dema dimeşiya îdamê digot “bimeşe/ êşên çavên min/denga te ya ku bilind dibe/ nasnake têkçûnê/ wê belav bibe ev dorpêçî. Desthiladarên cîhanê bi mezinkirina bêbawerî û bêhêvîtiyê li ser cîhanê bûn desthiladar. Yên ku di vê pirtûkê de hevpeyvîn çêkirin belkî bîrdoziya xwe red nekirin, lê kêfxweşiya têkoşînê wendakirin. Ev dawiya berxwedanê bû. İhtilala 12’ê Îlonê li ser kadroyên sosyalîst bandora xwe ev bû. Ji bo sosyalîzmê wendabûna kêfxweşiya têkoşînê mirina şoreşgerane. Derbeya 12’ê Îlonê a faşîst hewl da ku îdeolojiya sosyalîzmê tune bike, di vê hewldana xwe de bi ser neket, lê wê demê jî hêsta bawerî û îtimada ku di dilê mirovan de şkenand.
Dema me pirtûk xwend tiştê eşkereye ku me dît ev rastiya bû. Yek ji wan jî şoreşgereke jin ya wê demê bû. Di destpêka axaftina xwe de digot “tenê me wê demê ji şoreşê hez nekir, em anha jî ji şoreşê hez dikin” lê di berdewamiya axaftina xwe dibêje “em dizanin ku şoreş ne nêzik e, belkî wê şoreş qet çênebe, wê sibe şoreş çêbibe, piştî bîst salan şoreş çêbibe, çêbûna şoreşê îxtîmaleke pir zahmet e. sîstema kapîtalîzmê xwe pir zû ji nû ve ava dike, em jî di şirovekirina bûyeran de pir dereng dimînin” Lê ma şoreşgertiyeke ku baweriya xwe bi pêşerojê tune ye dibe? nabe. Ev redkirina dîrokê ye. Redkirin her tim destpêkeke nû ye.
Ger dema ku bê xwestin fikra şoreşgertî bi pêş bikeve, wê demê divê westabûna şoreşgertiyê bê redkirin. Cih û derdor zanabûna ferd an diyar dike. Ev ji bo koçberan jî ûsa ye. Dema mirov bi teşeya (şekilam) jiyana xwe ji aliyê sîstemê ve were dîlgirtin, di hundirê mirov de derveyî westabûnê tiştek namîne. Ev çîrokeke xemgîniyê ye. Xemginiye ji ber ku ev mirov êdî di nav rêxistina ku sîstema sosyalîzmê hedef digire de cih nagirin. Bê guman piştî ku felsefeya Marksî û Lenînîzmê hatiye şirove kirin kapîtalîzmê bi awayekî girînk pêş de çû. Lê di şertên ku êrîşên îdeolojîk li ser mirovahî bilind dibe de girîngiya têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî hên mezin dibe. Wê demê pêwîst e ku dev ji berdana têkoşînê bê red kirin. Li hember van êrîşên li dijî mirovahiyê li şuna mezinkirina têkoşînê, tenê şirovekirina rewşê û gilîkirin derveyî belavkirina bêhêvîtî û bebaweriyê tu encam dernakeve. Ev rastiyeke ku tevgera çînî di bin êrîşeke mezin de ye. tiştê girîng ew e ku ev dorpêçî bê şkenandin, yek ji serkeftina 12’ê Îlonê ya herî mezin şoreşgrtiya Tirkiyê tenê xist nav qalibên demoqratîzmê.
Di van hevpeyvînan de tiştê ku derketî holê ev bû. Ev encama bindestbûn û têkçûnê ye. Dema min ev pirtûk xwend û xilas kir min dît ku tiştê herî girînk tenê jiyankirina şoreşgertî nîne, pêwîst e mirov jiyana xwe wek şoreşgertî temam bike. Şoreşgertiya Tirkiyê bi rêxistinbûn, bername û çalakiyên xwe birjûwaziya Tirkiyê gelekî tirsandibû. Şoreşgertiya Tirkiyê qasî burjuwaziya Tirkiyê bi hêza xwe nehesiyabû. Li dijî êrîş û zilmê derketina derveyî welat biryareke rêxistinî nebû. Rastî ew ku ji têkoşînê revîn hebû. Jiyana koçbertiyê rastiya şoreşgertiyê pûç kir. bawerî xilas bû. Bê guman pêwîst e mirov naveroka jiyana şoreşgertî bi wek jiyana birêxistinkirî dadgire. Ji ber ku bi awayekî rêxistinkirî jiyankirin bi armanç jiyankirin e. Ger mirov bi rêxistinî jiyan neke di rastiya mirov de xweperestî (ezezitî) derdikeve. Piştî demekê tu dinêrî li şuna tirsa dewlet û polîsan tirsa wendakirina konforiya xwe derketiye. Ev rêya asîmîlekirina mirov a herî hêsan e (rihet) Marksî ku bi cîhanê ve ketiye şerekî dijwar xwe nasnadikir.
Jiyana şoreşgertî bê guman bi sistema kevin ve têkoşînê derdixîne ber mirov. Lê ji bo berdewamiya vê têkoşînê pêwîstî bi meşa rêxistinî û mêjiya hevbeş heye. Jiyana xwe wek şoreşgertî xilaskirin usa gengaz (mimkin) dibe. Yên ku ji têkoşîn e reviyan jî hebûn, yên ku ji ber zilm û zordestiyê çûyîn jî hebûn. Gelek mirovên ku derketin derveyî jiyana şoreşgertî şaşatiyên rêxistinan jî hebûn. Yek ji wan sedeman jî jiyana bêrêxistinî bû. Lê jiyana rêxistinî an jî hevbeş şaş îlankirin fikra resmaliyê ye. qabûlkirina fikra sîstemê ye. Li gorî min pêwîst e şoreşgerên ku jiyana hevbeş di rastiya xwe de ava nekirin bên rexnekirin. Ev rewşeke gelekî zahmet e. şoreşgertî wek fidakarî fêhmkirin rastiya girêdana sîstemê ye. Em dikarin bêjin ew fikra sîstemê ye. Mirovên şoreşger di jiyana xwe ya rojana de dûrahî dixe navbera xwe û sîstemê. Têkiliya milkiyetê di jiyana rojana de derdikeve holê. Ger jiyana hevbeş di zanabûnê de nayê avakirin wê demê mirov nikare şoreşgertî jiyan bike. Bandora 12’ê Îlonê li ser şoreşgeran ew ku tiştên ku li ser wan gotin wan jî qebûlkirin. Ew çibûn, Mînak: ji bo tiştên girêdayî sîstemê ku jiyan nekirin xwe sûcdar îlankirin. Bi vî awayî jî bi navê ferdîbûnê pêşiya ferdîbûnê vebû. Bi ser de jî jiyana şoreşgertî, an jî jiyana hevbeş hat mekkûmkirin.
Ger ku têkoşîn heye du cîhanên cûda hene û her du cîhan jî bi rastiyên xwe, xwe ava dikin. Têkoşîn du navbera her du rastiyên du cîhanan de ye. Ger tu rastiya hemberî xwe qebûl bikî wê demê tu dev ji rastiya xwe berdidî. Rastî jî tenê yek e. jihevketin jî usa destpê dike. Dema mirov coşa xwe wenda bike pêwîst eji bo berdewamiya têkoşînê pêwîst e mirov xwe safî bike. Ger em bixwazin di jiyana xwe de gavên nû bavêjin divê em zahmetiya meşa şoreşgertiyê qebûl bikin. Ji nû ve destpêkirin car caran mirov tenê dihêle. Lê ji bo jiyaneke bi rûmet, ji bo jiyana şoreşgertî tu rêyên dîtir li ber me tune ye. Li der anha roj ji bo biharê hazirtiya xwe dike. Min bi xemgînî çîroka şoreşgerên westiyayî xwend. Ew çîroka rastiya ku xilas bûyî bû. Ger nerazîbûnên me ji jiyana kevneperest heye divê şerê me bi redkirinê destpê bike. Divê em bi hevbeşî û rêxistinî bimeşin. Pêwîst e em berdewamiya jiyana hevbeş û têkoşînê bizivirînin kêfxweşiya jiyanê. Şer û jiyaneke bê hêvî nabe, ji bo em bibin hêvî pêwîst e bi hêviya me hebe. Em tenê dema hêvî têk çû têk diçin. Lê ger em derveyî şoreşê jiyaneke dîtir nasnekin, wê demê em dikarin êşên jiyana şoreşgertî dikarin bizivirînin îradeyê. Em hêvî ne, Hêvî rêya me ya.