Efrîn Li Ber Xwe Dide – Rojava Li Ber Xwe Dide

Êrîşa ku di 20’ê Çileya 2018’an de li ser Efrînê destpêkir, di 18’ê Adarê 2018’an de vegûherî dagirkirinê. Berxwedana Efrînê 56 rojan domand. Şervanên qehreman, ên fidaî û gelê berxwedêr li hember TSK’ya artêşa NATO ye her gund û her gir gav bi gav parastin. Berxwedaneke dîrokî çêbû. Şoreşgerên komûnîst, ên enternasyonalîst, şervanên Kurd, Ereb, Tirk bi hev re mil bi mil şer kirin, şehîd ketin. Rêhevalên Polat Efrîn, Avesta Xabûr, Îlan Dara bi çalakiyên fidaî bûn destan. Ciya, kevir, ax bi her tiştê xwe li ber xwe da Efrînê.

Di 18’ê Adarê 2018’an de Efrîna me ya azad esîr ket. Artêşa Faşist a Tirk û çeteyên wê Efrîna me dagir kirin. Armanca dewleta Tirk ji destpêkê xuya bû, îlhakkirina Efrînê bû. Piştî îşgalê bajar hat talan kirin, her tiştê gelê me hatin dizîn. Revandin Tirkiyê. Darên zeytûnan, ax, kargeh, milk yanî her tiştên ku pere dikin hatin firotin. Mirovên me hatin revandin, ji bo pera rehîn hatin girtin. Jin li bajarên Tirkiyê di bazarên koleyan de hatin firotin. Faşîzma mêtînger ket axên me, xwest ku rûmeta me, azadiya me, nirxên me têxe bin nigan.

Li Efrîna ku ev du sale hatiye dagirkirin berxwedanê bê navber domand, didome. Çeteyan û dagirkeriya Tirk her roj bedêla wê da, ji çalakiyên tolhildanê yên berxwedêran xilas nebûn. Azadiya Efrînê azadiya Rojava ye. Rizgariya Efrînê serkeftina Şoreşa Rojava ye. Gelê Efrîn-Şehba, gelên me yên Kurd û Ereb, ta ku ji Efrîn heta Serê Kanî û Girê Spî erdên xwe yên hatiye dagirkirin azad bike wê li berxwe bide. Wê dagirker bên qewitandin wê berxwedan biserkeve.

18’ê Adarê 2018

Tevgera Komûnîst a Şoreşger