Çarşema Sor Di Destpêkê De Li Gelê Me Yê Êzidi û Hemû Gelên Herêmê Pîroz Be

Gelê me yê Êzidî her sal di çarşema yekemîn a piştî 13’ê Nîsanê de cejna Çarşema Sor a netewî û olî pîroz dike. Çarşema Sor tê wateya avakirina gerdûnê. Cîhan wê rojê ava bûye. Ji bo vê jî di vê cejnê de hêk tên kelandin û bi rengê xwezayê tên xemilandin. Di vê rojê de yezdan melekekê dadixe ser rûyê erdê û xerabiyan paqij dike. Ev cejn ji bo gelê me yê Êzidî cejna herî pîroz û mezin e. Sersala gelê me ye.

Gelê me yê Êzidî ruxmî ku 73 caran bi fermanan re rû bi rû mane nirxên xwe parastin, heta vê rojê nirxên xwe dan jiyan kirin. Îroj cejn û adetên xwe bi azadî di bin rêveberiyên xwe de bi hêza xwe jiyan dikin.

Em bawer û daxwaz dikin ku ev cejn ji bo hemû gelên herêmê bibe wesîleya hevgirtineke xurt. Bi wesîleya vê cejna kevnare û pîroz di serî de hêzên dagirker û hemû dijminên mirovahiyê ji welatê me bên paqij kirin. Bi van hêstan em cejna Çarşema Sor di serî de li gelê me yê Êzidî û hemû gelên herêmê pîroz dikiىû hemû gelên herêmê pîroz dikinn.