Emperyalîstên Îngîlîzî û Fransî bi rejîmên Tirkiyê, Sûrî, Iraq û Îranê yên paşverû ve bi parçekirina çar parçeyan a Kurdistanê bûn pekhênêrên polîtîqaya asîmîlasyon, mêtîngerî û komkujiyê a sed salî. Di vê pêvajoyê de li Iraqê zêdetirî 4 hezar gund hatiye şewitandin û rûxandin, zêdetirî milyonek Kurd hatiye koçberkirin û bi deh hezaran Kurd jî hatin qetilkirin.
Di ser komkujiya Helepçeyê ya 16’ê Adarê ya 1988’an 32 sal derbasbû. Ji vê 32 sal berê desthiladariya BAAS û Sadam Hûseyîn bi sîlahên kîmyevî û biyolojik bi zarok, jin, zilam, kal û pîr zêdetirî 5 hezar Kurdên Halepçeyî qetil kirin. Tê zanîn ku heta îro di encama ev komkujiya qirker de zêdetirî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku hejmara kesên ku ji sotemeniya jehrê bi bandorbûne zêtetirî 50 hezar kesî ye. Komkujiya Helepçeyê di dîrokê de wekî texmeyeke reş cihê xwe girt, di wîjdanê gelan de hat dadgehkirin û wekî sûcekî mirovahiyê hat mehkûmkirin.
Rejîma BAAS û Sadam Hûseyînî difikirî ku têkoşîna Kurdan azadî û wekheviyê bi sîlahên kimyevî û biyolojîk tune bike dawiya xwe amadekir, lê nikarîbû mezinbûna têkoşîna azadiya gelê Kurd astenk bike.
Heman siyaseta ku li Helepçeyê bi sîlahên kîmyevî hewldana tunekirina têkoşîna azadiyê da îro li Efrîn, Serê Kaniyê, Şengal û Girê Spî berdewam dike. Li dijî zarok, jin, kal û pîran sîlahên kîmyevî tê bikaranîn û bi komkujiyên civandî tên tehdîdkirin.
Duh Halepçe îro jî gelê Rojava yê ku dixwaze ku azadiya xwe biparêze bi komkujiyê ve rû bi rû ye. Duh emperyalîstên Îngîlîzî û Fransî bûn, îro jî dewletên Emerîka û Rûsya yên emperyalî ku ligel artêşên xwe komên çeteyan bi kar tînin. Komkujiyên civandî bi balafir, tanq û topan û sîlahên kîmyevî berdewam dikin û wê berdewam bikin. Komkujiya Helêpçe tenê li dijî gelê Kurd di heman demê de li dijî gelên bindest ku denga xwe bilind dikin jî hat kirin.
Kurdan serî netewandin. Nêzîkî 200 sal e li dijî şkence, koçberkirin, şewitandin û komkujiyan ala berxwedanê di çar parçeyê Kurdistanê de bilind dikin. Di dawî de bi biserxistina şoreşa Rojava şoreş kirin hêviya gelên cîhanê. Lê ji dewletên herêmê yên hevkar heta hêzên emperyalî hemû hêzên paşverû hewl didin ku vê hêviyê bifetîsinin. Me bi komkujiyên ji yê Helepçeyê yên mezintir tehdîd dikin. Lê wekî cinûsiyên vê cîhanê di eynika wan de tu şewleya rizgariyê ku şewq dide me nîn e.
Lê dîrokê nîşanî me da ku, bikaranîna amûrên şer ên herî pêşketî, bombebarankirina bajaran, guhertina demografyayê dibe ki geşedanên dîrokî giran bike, tu carî nikare bi paş de vegerîne. Têkoşîna aştî, demokrasî, dadmendî, wekhevî û azadiyê tu carî nayê tunekirin. Pêwîst e em bi hemû hêza xwe, li bi ji bîr nekirina Helepçeyê, hêrsê xwe mezin bikin. Divê em bi xeyala pêşeroj û azadiyê heta ku mirovatiya mezin rizgar bibe têkoşîn û şoreşa xwe biparêzin û mezin bikin.
Em ê komkujiya Helepçe ji bîr nekin, nedin ji bîr kirin û hisap bipirsin.