Yekîtî Têkoşîn Serkeftin. Bijî 1’ê Gulanê

Di sedsala 19’emîn de li Emerîka karker di mercên pir giran de rojê 15-16 saetan dixebitîn, bi pereyê ku digirtin nikarîbûn heta bi zikê xwe têr bikirana. Karkerên Emerîka ku mercên xebatê yên koletî qebûl nakin li hember kapîtalîzmê û pergala wê ya xira bûye serî radikin. Di 1’ê Gulana 1886’an de bi sed hezaran karker diçin grevê. Li Şîkago 40 hezar karker tevlî grevê dibin û pêşengtiya berxwedanê dikin. Daxwaza wan ew e ku kar bibe 8 saet.

Burjuvaziya Emerîka xwest ku berxwedana karkeran bi qetlîamê bitemisîne. A yekemîn êrîşî greva karkerên tekstîlê kir û 4 karker qetil kir. Bi hezaran karker tewqîf kir û ji kar avêt. Di derheqê 8 karkeran de ji bo ku pêşengtiya çalakiyên 1’ê Gulanê kirine biryara darvekirinê hat stendin, 4 rêberê karkeran hat darvekirin. Dadgehê ji Albert Personsê hat darvekirin re got kuger bibêje poşman bûye wê bê efû kirin. Bersiva Albert Person pir zelal bû: “ Hemû cîhan zane ez bê suc im. Heger ku ez bêm darvekirin ne ji ber ku ez nebekar im, ji ber ku ez kedkarim ezê bêm darvekirin.” Kapîtalîzm ligel hemû qetlîamên xwe nedikarîbû berxwedana karkeran bi dawî bike, çanda berxwedanê li hemû cîhanê belav bû. Di sala 1889’an de 1’ê Gulanê weke “Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê ya Navnetewî” ya çîna karkeran hat îlan kirin.

Kapîtalîzm, îroj jî bê sînor keda karkeran û hemû bindestan dixwe û bi dest danîna ser keda wan serweta xwe zêde dike. Kapîtalîzm ji bo ku kar bi dest bixwe her tiştê ku derdikeve pêş wê tune dik e. Ji bo ku kaseyên xwe tije bikin li her derê cîhanê bêkarî, birçitî, xizantî, talan kirina xwezayê bê sînor berdewam dik e. Jin û zarok weke hêza kar a erzan tên bikar anîn. Karker rojê 14-15 saetan bêyî tu ewlehiya civakî hebe tên xebitandin.

Tiştê ku kapîtalîzma xirab bûye û bêhn pê ketiye daye mirovahiyê weke ku di şer, birçitî, bêkarî û veyrûsa Korona de bûye tenê nexweşî ye. Li Rojhilata Navîn ê ku DAÎŞ, Heyet Tehrîr Şam, Artêşa Sûriya Azad ava kiriye dewletên emperyalî û kapîtalîst in. Kapîtalîzm ev çeteyên faşîst ji bo desthilatdariya xwe dişîne ser gelên me. Di van mercan de gelên me yê Rojava û Bakurê Sûrî şoreşeke demokratîk, gelperêz, ji destê karker, kedkar, jin û xwezayê ye diyarî gelên cîhanê kirin.

Şoreşa Rojava ku li hember dewletên emperyalî û paşverû yên herêmê ku Rojhilata Navîn kirine dojeh gîhaştiye serkeftinê eniyeke grîng a çîna karkeran û bindestên cîhanê ye.

Li hember hemû dagirkeran û dijminên şoreşê parastina axa Rojava û Bakurê Sûrî, şerkirina ji bo azadkirina axên hatine dagirkirin xwedî derketina li 1’ê Gulanê ye.

Berxwedana ku li Şîkago di pêşengtiya jinên karker de dest pê kir îroj li Rojava bi şoreşa jinê re gîhaşt serkeftinê. Em ji bo azadiya hemû gelên cîhanê û karkeran di 1’ê Gulanê de têkoşîn û piştgiriyê mezin bikin.

Bimre Mêtîngeriya Kapîtalîst

Bijî Şoreş û Sosyalîzm

Bijî 1’ê Gulanê