Jinên Kantona Hasekê Li Gundê Til Bêder 8’ê Adarê Pîrozkirin.

Jinên Kantona Hasekê, bajarên Til Temir û Dirbêsiyê li gundê Til Bêder 8’ê Adarê pîrozkirin. Jinên tevlî pîrozbahiyê bûn bi cilên xwe yên gelêrî li qadê bûn neynika şoreşê. Pîrozbahiya ku JKŞ’ê bi al û lafîteyên xwe tevlê bû bi coseke mezin destpê kir. JKS bi şîara “Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye, Biparêze” tevlî pîrozbahiyê bû. Di pîrozbahiyê de piştî xwendina naveroka hevdîtina bi brêz Abdullah Ocelan re bi sê zimanan daxwuyaniya Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî hat xwendin. Di pîrozbahiyê de bruska JKŞ’ê jî hate xwendin. Piştî axaftinan jinan li ber stranên Koma Erbanê ya Jinan û hûnermendên jin ên gelêrî govend kişandin.