Li Kobanê Şahiya 8’ê Adarê

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qada Jina Azad şahiyeke mezin hat li dar xistin. Di pîrozbahiyê de di destpêkê de nameya Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin. Li ser navê kordînasyona giştî ya Kongra Star Zehra Berkel axivî û got ku “li hember kuştina jinan, li hember tundiya li ser jinê, li hember êrîşên dagirkeriya devleta Tirk şoreşa jinê biparêzin.”
Piştî axaftina Zehra Berkel, li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Fratê û li ser navê Kantona Girê Spî jî axaftin hatin kirin. Piştre biruskên HPC Jin, Asayişa Jinê û Jinên Komûnîst ên Şoreşger hatin xwendin. JKŞ di biruska xwe de 8’ê Adarê li jinan pîroz kir. 129 jinên karker ên ku li Newyork’ê hatin kuştin bi bîr anî û bang li hemû jinan kir ku li hember zilamperestî û resmaliyetê li ber xwe bidin.
Şahî bi pêşkeşiya koma Govendên Gel ên Çerkes berdewam kir. Piştî pêşkeşiya govendên gelêrî şahî bi govend û şîaran bi dawî bû.
JKŞ sibehê zû li saziyên xwe kom bû û bi govendan dest bi pîrozkirina 8’ê Adarê kir. Jinên JKŞ’ê bi alên xwe, bi dirûşmeyan û bi lafîteya “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, biparêze” ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyan. JKŞ’ê bi dirûşmeyên “jin jiyan azadî” , “jin jiyan berxwedan” ketin qada pîrozbahiyê.