BERNAMEYA ŞOREŞA ROJAVA Û BAKURÊ SÛRÎ

 Şoreşa Rojava, di nav şert û mercên şoreşa herêmî de ber bi şoreşa Sûrî ve diçe. Qadên Rojhilat û Bakûrê Sûrî di bin konrtola hêzên şoreşger de ye. Navenda mêtîngeh a BAAS jî di pozîzyona dijî şoreşê de ye. Ji bo serkeftin û misogerkirina şoreşê bilindkirina têkoşînê li dijî desthilatdariya BAAS bilindkirina zanebûn û rêxistinkirina karker û kedkarên Ereb, mezinkirina itifaqa Gelên Kurd û Ereb gaveke stratejik e. Ji ber vê yekê ji bilî alternatîfa rizgarbûna Rojava bi tena serê xwe bêtir, pêwîst e pêşveçûna yekbûyî ya şoreşger bê esas girtin.

 Mijara pêşveçûna şoreşa yekbûyî yan di alî yekbûna çar parçeyê Kurdistanê de, an jî di alî pêşveçûna şoreşa demokratîk a Sûrî de bibe, ev rewşeke ku li gorî dengeyên siyasî diyar bibe ye. Di rewşa heyî de di xala navendî ya bernameya me de şoreşa Rojava û Bakurê Sûrî disekine. Em ê vê şoreşê çawa pêş bixînin ev mijar ji bo me mijareke sereke ye.

 Sê parçeyên Kurdistanê yên din girêdayî destkeftinên şoreşa Rojava, ji ber sedemên wek destxistina lezaneke diyar, bandor li hev kirin û xurtkirina tevgerê, dikare derfetên pêşketina şoreşa yekbûyî ku gîrêdayî Tirkiyê, Îran û Iraqê jî derxîne holê.

 Tevgera Komûnîst van derfetên pêşketina şoreşger li ber çav digire û ji bo parastin û pêşxistina şoreşê têkoşîn dike. Tevgera Komûnîst pêşketina di vê qadê de wek parçeyekî şoreşa herêmî ya Rojhilata Navîn dibîne.

 Tevgera Komûnîst pirsgêrêka Rojhilata Navîn wek pirsgêrêka bidestxistina azadiyên polîtîk û demokratîkbûnê digire dest. Lêgerînên di bingeha Îslamiyeta polîtîk, cûdatiyên mezhebî û cûdatiyên netewî di dîrokê de her tim li dewsa çareseriyê rewşa bêçareserî û dijminatiya navbera gelan afirand.

 Di bingeha wekhevî û edaletê de, bi îradeya azad biryara avakirina jiyana bi hev re ku mafên netewên mêtîngeh û bindest, baweriyên bindest a kamil ava dike û pêşengtiya vê dike, bi vê re deriyê çareseriya şoreşger û demokratîk a pirsgêrêka Rojhilata Navîn vedike.

 Şoreşa Rojava û Bakurê Sûrî di bingeha vê bername û nêrînê de temsîla çareseriya pirsgêrêka Rojhilata Navîn dike.

 Di hedefa stratejîk a tevgera Komûnîst de demokratîkbûna Sûrî disekine. Tevgera Komûnîst ji ber vê yekê li tevahiya Sûrî belavkirina sîstema şoreşger, gelperêz û demokratîk a Rojava û Bakurê Sûrî ji xwe re dike armanç. Tevgera Komûnîst di bin şert û mercên hevkariya emperyaliyetê û girêdana bi wê re û di herêmê de hebûna hêzên herêmî yên mêtînger hedefa demokratîk kirina Sûrî wek pirsgêrêkeke şoreşê dibîne.

 Tevgera Komûnîst bi şertê parastina destkeftinên şoreşa Rojava û Bakurê Sûrî bi Rejîma Sûrî ve yekîtiyên taktîkî yên wek xweseriya siyasî, federosyona ku misogeriyên qanûnî digire dest şaş nabîne. Ji pê ve di destpêkê de rizgarkirina Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û Bab, Azez, Cerablûsa ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk a mêtînger de ne, di nav erkên xwe yên sereke de dihesibîne.

  LI ROJAVA Û BAKURÊ SÛRÎ BINYATA CIVAKÎ Û ABORÎ

 Di şertên şoreşê de, li Rojava û Bakurê Sûrî teşeya çînî û binyata aborî wiha ye: mîrasê ku ji sîstema kevin de ma ye, têkîliyên hilberandina çandiniya kapîtalîst, îmalat û bazirganiya biçûk hîn diyarker e û ligel vê milkiyeta gel û sîstema koperatîfan pêş dikeve. Sînayiya modern li Rojava di encama mîrasê mêtîngeriyê de hîn di asta tunebûnê de ye.  Sîstema siyasî ya serevayî ji jêr de heta jor wek meclîsên gel hatiye birêxistinkirin. Di têkîliyên aborî de jî hinek cûreyên milkiyeta gel û milkiyeta taybet a kapîtalîst li gel hev in.

 ÇÎNA KARKERAN

 Proleterya bi rewşa xwe ya heyî ji bo pêşengtiya polîtîk a şoreşê ne di asta zanebûn û rêxistinbûnê de ye. Ji ber vê yekê şoreş hîn zêdetir bi polîtîkayên itifaqa rêbertiya burjuwaziya biçûk a şoreşger ku di berfirehiya komên netewî, nasnameyên zayendî, karker û kedkaran de dimeşîne pêş dikeve.

 Ji bo bigihê hêz û qabiliyeta ji asta demokratîk derbasbûna asta sosyalîst a bênavber, pêwîst e berhemdêriya keda civakî di her qad û astê de bê bilindkirin, di bingeha milkiyeta gel de raperîna endustriyê, pêşketina asta rêxistinbûn û zanebûna proleteryayê, destpêkê di nav karkeran de û hemû yên bindest de qabiliyet û bandora partiya proleteryayê ya di milê îdeolojîk, bandora kapasîteya rêbertiyê bê bilindkirin. 

 Tevgera Komûnîst ku wek aborî, siyasî û civakî, bi çînên bindest, zayend, netew, komên netewî û komên baweriyê re azadiyên polîtîk bi dest xistiye û ji derfetên demokrasiyê sûd girtiye û gihîştiye asta rêbertiya şoreşê, xwe bi vê zanebûnê di nav girseyên gel de mezin dike û pêş dixine.

 NÎV  PROLETERYA

 Nîv proleterya ji xizanên bajar û gundiyan pêk tê. Çîna ku ji bo debara xwe tim û tim bi firotina hêza xwe ya kar karekterîza bûye çîna nîv proleteryayê ye.

 Çîna proleteryaya nîv ku di navbera burjuwaya biçûk û proleteryayê de cih digire li Rojava û Sûrî jî cihekî girîng digirin. Beşa nîv proleteryayê di nav şoreşa Rojava ya demokratîk de wek çavkaniyeke girse û hêzêke têkoşînê cih girt. Nîv proleterya wek ku di gava şoreşê ya yekemîn de girêdayî asta zanabûn û rêxistinbûnê ji bo bênavber derbasbûna asta sosyalîzmê jî yekemîn hevalbendê proleteryayê ya herî bi ewle ye.

 BURJUWAZIYA BIÇÛK:

 Çîna burjuwaziya biçûk a ku ji beşên xwediyên zevî û kargehên biçûk, pîşekar, xwediyên pîşeyên serbest pêk tê beşa nifûsa Rojava û Sûrî ya herî mezin e.

 Di asta kûrewîbûna emperyaliyetê de, di şertên aborî û siyasî ku serhildanên gelên Ereb derxistiye holê de pêvajoya îflas kirin, xizanbûn û heliyana çîna burjuwaziya biçûk hîn leztir bû. Lê hebûna şêweyên taybet ên rejîma Sûrî a BAAS’î di milê aborî û siyasî de (têkîliyên milkî, li ser bazarê denetima saziyên girêdayî dewletê, rû bi rû nehiştina gel bi birçitiyê ve), gihîştina heliyanê ku di çîna burjuwaziya biçûk de destpêkirî asteng kir ku bigihêje asta hilweşandinê. Dîsa jî di şertên têkîliyên hilberandinê yên kapîtalîst de, berjewendiyên çînî yên beşeke mezin ji vê çîna ku her diçe derfetên wê yên heyî hêdî hêdî kêm dibe, bi berjewendiyên çîna karkeran re dibe yek.

 Bi sedema ku beşek ji burjuwaziya biçûk hem xwedî milk e, hem jî kedkar e ev çîn xwedî karektereke bêbiryar e. Burjuwaziya biçûk a ku girêdayî asta pêşveçûna kapîtalîzmê bi qismî hêz winda kir, dîsa jî di nav civakê de giraniya xwe diparêze, hîna jî yek ji hêzên şoreşa me ya bingehîn e. Her çiqasî ku di mijara pêşxistina şoreşê de ne xwedî nêrîn û nêzikatiyeke zelal be jî, burjuwaziya biçûk a bajar û gundan, di nav şoreşa demokratîk de ji bo partiya proleterya hevalbend û qadeke rêxistinkirina stratejîk e.Di rewşa heyî de hem di milê bername hem jî di nasnameya rêxistinî de ev çîna ku bandoreke wê ya girîng li ser şoreşê heye, di pêvajoya derbasbûna sosyalîzmê de wê bê alî bê hiştin. Bi qasî ku derfet hebe wê tevlî nav refên şoreşê bên kirin.

 BURJUWAZIYA  NAVÎN

 Li Rojava û Sûrî wek rêje xwedî cudahiyan be jî, çîna burjuwaziya navîn bi giranî li bajarên Ereb û nêzikî Rejîma BAAS in ji xwediyên kargehên di asta navîn, û piranî li çolwaran ji gunditiya dewlemend pêk tê. Li Rojava ev bi nasnameya dewlemendiya girêdayî milk û burjuwaziya bazirganiyê şênber dibe. Hinek rêveberên eşîran bi sedema xwedîbûna derfetên zevî û mirov tevlî vê çînê ne.

 Beşeke girîng ji burjuwaziya navîn ku di eslê xwe de çîneke kedxwer e, di rojên şoreşê yên destpêkê de hemû dewlendiyên xwe kirin neqd, reviyan welatên cuda û li wir bi cih bûn. Ligel Başûr û Tirkiyê yên ku berê xwe dan Ewropa jî hejmareke mezin bûn. Lê beşeke ku biçûk nikare bê hesibandin jî girêdayî pêşketina şoreşê, hem aborî hem jî bi hêzên xwe yên mirovî tevlî nav refên şoreşê bûn. Bi taybetî di asta eşîran de itifaq hatin çêkirin. Di pir cûre erkên rêveberiyê de cih girtin.

Burjuwuziya navîn a ku dixwaze hebûna xwe li bajaran girêdayî bazara ku di bin serdestiya zagonên kapîtalîzmê de, li gundan jî bi têkîliyên kevin ên milkiyetê berdewam bike, di pêvajoya şoreşa demokratîk de, taybetmendiya xwe ya sereke ku dikare bibe hêza lihevhêner a civakî diparêze. Pewîst e derfet û bandorên vê çînê ji ser şoreş û girseyên gel hem bi tedbîrên îdarî û zagonî hem jî bi tedbîrên îdeolojîk ji holê bên rakirin. Pêwîst e ev çîn gav bi gav bê tecrîdkirin. Sîstema felahtî ku ji bermayiyên sîstema feodalîzmê ye di ser vê çînê re berdewam dike û bi rêjeyeke girîng kedxwariyek û ranta berheman derdikeve holê. Ev rewş jî karektera burjuwaziya navîn a kedxwariyê hîn bêtir şênber dike. Bi dagirkirina Efrîn, Girêsipî, Serê Kaniyê û derdora wan, qismek ku nexwestin bi çeteyan re jiyan bikin milkên xwe winda kirin û xizan bûn.

 BURJUWAZIYA MEZİN A BAAS’Î

 Ev çîn navenda dijî şoreşê ye. Her çiqas ku ew ji Rojava û Bakurê Sûrî bi rêjeyeke girîng derketibin jî hem bandora wan hem jî xwesteka wan a vegerina sîstema kevin berdewam dike. Ev çîn ji bo ku têkîliyên xwe yên serdestiya kevin berdewam bike dikare alternatîfa şer û her rê bikar bîne. Burjuwaziya BAAS’î ku heta niha bi piştgiriya ku ji Rûsya, Îran û hinek hêzên herêmê yên paşverû girtiye hebûna xwe heta îro berdewam kiriye, heta ku bi temamî neyê hilweşandin û li dewsa wê sîstemeke nû ya şoreşger neyê avakirin wê vê rewşa xwe ya xeter bidomîne.

 Di herêma ya ku di bin kontrola şoreşa Rojava û Bakurê Sûrî de ye hinek sazî û şerîkeyên aborî û binyatên leşgerî yên girêdayî rejîma BAAS hebûna xwe berdewam dikin. Ji pê ve ji aliyê rejîmê ve meaş tê dayin miwazif, mamoste, kedkarên tendûristî û karkerên sikên tirenê. Bi dagirbûna Girê Spî û Serê Kaniyê ve hebûna leşgerî ya rejîmê bi hêzên xwe yên ku li ser sînor bi cih bûne zêde bû. Tevgera komûnîst vê rewşê wiha şirove dike; Rejîma BAAS bi vê rêyê di aliyekî de li ser gel fikra hebûna xwe ya aborî û siyasî diparêze û birêxistin dike, di aliyê din de jî şoreşa me li dijî vê rewşê ji bo demeke derbasdar dengê xwe dernaxîne.

 GAVA ŞOREŞAME YA YEKEMÎN STRATEJIYA PÊŞKETINÊ Û HEDEFA SOSYALÎZMÊ

 1-Şoreşa me; di gava xwe ya yekemîn de dawî li têkilîyên BAAS’î yên desthilatdariyê aniye,  saziyên devletê yên leşkerî û sîyasî tasviye kiriye, DAÎŞ têk biriye, azadiya gelê Kurd a netewî bi dest xistiye. Şoreşeke azadîxwaz a zayendî û demokratîk e. Bi vê şoreşê azadiyên polîtîk hatine bi dest xistin.

 2-Partiya komûnîst a ku damezrênera pêşeng a proleteryayê ye, bi derfetên şoreşa heyî, ji bo derbasbûna asta şoreşa sosyalîst mecbûr e ku serkeftina şoreşa demokratîk misoger bike. Ji ber ku şoreş hîna hem di bin gefên Rejîma BAAS’î, hem di bin gefên dewleta Tirk a mêtînger û dewletên herêmê yên paşverû yên din, him jî di bin gefên dewletên emperyalî ku di herêmê de gihîştine asteke serdest de ye.

 3-Ji ber vê yekê şopandina stratejiyeke ku burjuwaziya biçûk a bajar û çolwaran, civatên bawerî û netewî, çîn û zayendên bindest li dora bernameyeke ku parastin û pêşvebirina şoreşê bike yek, esas e.

 4-Şertên aborî û civakî yên Rojava û Sûrî, asta pêşketina wesf û çewaniya prolateryayê, şertên herêmî yên ku şoreş jê pêk hatiye, şêweyên hebûna dewletên emperyalî û dewletên paşverû yên herêmê, dijwariya şertên zahmet ku ji bo ji asta şoreşa demokratîk derbasbûna asta şoreşa sosyalîst nîşan dide. Ji bo pêkhatina vê erkê divê bi pêşengtiya partiya proloteryayê di nava hêzên bingehîn ên şoreşê de zanebûn û asta rêxistinbûnê bê bilindkirin. Ji ber vê birêxistinkirina pêkhateyên şoreşê yên stratejîk esas e. Ev rewş mecbûrî dike ku partiya komûnîst bi biryardariyeke mezin û taktîkeke xûrt zanebûn, rêxistinbûn û asta amadekariya çînên kedkar bilind bike.

 5-Tevgera Komûnîst, pêşxistina şoreşa demokratîk, perwederkirina gel di vê pêvajoyê de, erkeke girêdayî hedefa şoreşa sosyalîst dibîne. Ji ber vê partiya Komûnîst di aliyekî de piştgirî dide destkeftinên demokratîk ên jin, gundî, karker, kedkar, ciwan û netewên bindest. Ji bo pêşxistina van mafan tekoşîn dike, lê di aliyekî de jî hewl dide ku karkerên jin û mêr ên ji netewên Kurd, Ereb, Suryan, Aşurî, Ermen, Tirkmen û Çerkes ji xeynî tevgera giştî ya demokratîk bike hêzên birêxistinkirî yên xeta çînî.

 6-Tevgera Komûnîst dema şoreşê pêş dixîne, ne li gorî nêrîna aboriya pazarê, bi nêrîneke aboriya polîtîk a ku li gorî stratejiya pêşketina şoreşê ye tev digere.

 7-Tevgera Komûnîst ji bo berdewamî û pêşaroja şoreşê, ji bo ku rêveberiya gel, karker, kedkar, xizan wek meclîs û komûn birêxistin bibin, ev rêxîstin bi bandor û domdar bibin dixebite. Ji bo amadekirina şertên ku şoreş bênavber ber bi sosyalîzmê ve pêş bikeve,  Ji bo tedbîrên civakîkirinê yê xurtkirina bingeha aboriya desthilatdariya gel dixebite. Di vê berfirehiyê de ji bo têkîliyên çînî ku heyî di lehê şoreşa sosyalîst de pêş bikevin zêdekirina mafên zagonî û rêxistinî esas digire. 

 8-Di pêşxistin û parastina şoreşê de girêdana şehîdan, di avakirina mirovê nû de mînak girtina jiyana şehîdan, di nav civakê de nasandina şehîdan wek mînakên şoreşger erkeke vîcdanî, exlaqî û îdeolojîk pêk tîne.

 9-Şoreşa Rojava û Bakurê Sûrî wek şoreşeke jinê jî pêş dikeve. Bi şoreşê re, binyatên sazî û zagonî yên serdestiya zilamperest a desthilatdariya BAAS’î ya mêtînger hatin hilweşandin. Di mercên ku nakokiyên zayendî yên civakî berdewam dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên azadiya polîtîk tedbîrên girînk ên zagonî û îdarî hatin standin. Bi armanca wekheviya di navbera yên newekhev de bê avakirin, hemû zagon di lehê jinê de hatin sererastkirin. Gavên girîng ên wek hevserokatî, kota û rêxistinên azad ên jinê hatin avêtin. Xwedî derketina şoreşa jinê, xurtkirina destkeftinên wê, serkeftina proleteryayê ya nîhaî di berdewamiya şoreşa jinê re derbas dibe.

 ŞOREŞ Û YEKÎTİYA ÇAR PARÇEYÊN KURDİSTANÊ

 1-Şoreşa ku li Rojava, li Rojavayê Başurê Kurdistanê hatiye bi ser xistin, ji bo Kurdistana ku hatiye çar parçe kirin serkeftineke pir girîng û şênber e. Şoreşa ku li vir di heman demê de parçeyên Kurdistanê yên li Tirkiyê, Îran û Iraqê ji nêz ve eleqadar dike, geşedanên ku li vir çêdibin, li dewletên mêtînger jî derfetên şoreşê zêde dike.

 2-Ligel hemû dorpêçên dewletên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû, alternatîfa rizgarbûna Kurdistanê ya bi sere xwe ne bêderfet e. Lê gelek dijwar û xeternak e. Di hawira hêz û dengeyên siyasî yên heyî de, itifaqa şoreşger û demokratîk û têkoşîna yekbûyî rastiyeke ku ger nebe nabe ye. Ligel Sûrî li Tirkiyê û Îranê bidestxistina azadiya polîtîk, li Başûra ku gihaştiye asta federaliyê bêbandor hiştina pêşengtiya burjuvayî, ji bo temamkirin û misogerkirina Şoreşa Kurdistanê asta pêwîst a ku em bigihêjê ne ye. Di aliyê din de jî ji bo serkeftina şoreşa Kurdistanê li Rojava serferberkirina hemû derfetan erka şoreşa me ye.

 3-Tevgera Komûnîst, ji bo mayindekirina asta ku Şoreşa Rojava gîhaştiye û ji bo bidestxistina mafa statûya navnetewî pêşniyarên wek rêveberiya xweser an jî sîstema federaliyê wek destkeftin dibîne û vê pêşniyarê diparêze. Ji xeynî vê mafê xweseriyên gelên Ermen, Suryan, Aşûrî nas dike. Lê ji bo çareseriyeke mayinde nêrîna belavbûna şoreşê ya gelemperî Sûrî û hemû herêmê û mecburiyeta hilweşandina sîstema desthiladar a heyî diyar dike. Ji bo vê kar û xebata amadekarî, perwerde û rêxistinbûnê bênavber berdewam dike.

 4- Tevgera Komûnîst ji bo azadî û yekîtiya çar perçeyê Kurdistanê têkoşîn dike.

 BERNAMEYA PÊŞXISTINA ŞOREŞA DEMOKRATÎK Û BI PÊŞ VE BIRINA BER BI SOSYALÎZMÊ VE

 Desthilatdariya Gel û Rêgezên Bingehîn:

 1-Bingehên desthiladariya gel ên madî û civakî ku ji meclîsên gel, komûn û meclîsên jin, karker û kedkaran pêk tên wê bên xurtkirin.

 2-Li Rojava û Bakurê Sûrî ya ku di bin rêveberiyeke şoreşger de ye, hemû saziyên ku xademiya vegera burjuwaziya dikdator a BAAS’î dikin û di nav karker û kedkaran de vê zanabûnê birêxistin dikin wê bên derxistin derveyî qadên şoreşê. Hemû bermayiyên aborî, siyasî û civakî ku ji dema mêtîngeriyê de mîras man e wê bên tasfiyekirin. Hilweşandina Rejîma BAAS’î ku li derveyî qadên şoreşê serdestiya xwe berdewam dike û li dewsa wê avakirina Desthilatdariya Komarên Gelan a Yekbûyî ku li ser komûn û meclîsên karker û kedkaran ava bûye, wê bibe erkeke şoreşame ya sereke. Di vê şoreşê de jin wê bibin şirîkên desthiladariyê yên wekhev û serbixwe. Armanca rizgarkirina axên ku di bin dagirkeriya dewletên emperyalîst, an jî dewletên herêmê yên dagirker de ne wê bê parastin.

 3-Li gorî rastiya ku hêzên emperyalîst dijminê şoreşa me ne wê bê tevgerîn. Di vê berfirehiyê de berdewamkirina xeteke serbixwe ya ku xwe spartiye hêza cewherî wê bê esas girtin. Derfetên ku ji ber nakokî û pêvçûnên emperyalîstan derdikevin holê wê ji bo pêşketin û parastina şoreşê bên bikar anîn, lê di heman demê de tedbîrên ku xeta serbixwe biparêze wê bên sitandin. Hevpeymanên ku di asta navnetewî de hatine çêkirin wê ji gel re bên ragihandin.

 4-YPG’ê û YPJ’ê ya ku di hindirê QSD’ê de hêzên dînamîk in, wek leşgerî û îdeolojîk wê bên xurtkirin, wê wek hêzên misogeriya şoreşê hebûna xwe bidomînin. Di ihtimala şertên federasyonekê de, di cihê ku tê de ne wê ev hêz dîsa bibin hêzên parastina cewherî. Li derveyî qadên şoreşê, di şertên ku serdestiya BAAS dewam dike têkiliyên bi artêşa rejîmê re wê li gorî hevpeyman û şert û mercên siyasî bên diyarkirin.

 5-Erka di asta parastina şoreşê de perwerdekirina parastina cewherî ya girseyên ku di komûn û meclîsên karker û kedkaran ku misogeriya şoreşê ne birêxistinbûne wê bê domandin.

 6-Ji bo ku dadgehên gel ên şoreşger ku girêdayî meclîsên karker û kedkaran in, huqukeke dadmendiyê ku şoreşê diparêze, di bingeha edalet û vîcdan de hatiye civakîkirin ava bikin wê xebat bên domandin.

 7-Mafên girseyên gel ên propaganda, ajîtasyon, rêxistinbûn û azadiya çalakiyê û bikaranîna van mafan wê bê misogerkirin. Cezayên ku ne li gorî rûmêta mirovahiyê ne û îşkence wê dîsa wek sûc bê pejirandin. Li dijî nêzikatiyên ku cihêkarî û cûdatî dixe navbera ol, mezhep, ziman, netew, herêm, zayend, meyldariya zayendî wê tedbîr bên zêdekirin.

 8-Karên dewlet û ol wê ji hev teqez bên cûdakirin. Wê dawî li zexta li ser komên olî û baweriyên cûda bê anîn, mafên ku zêde hatine dayin hin mezheban wê bên rakirin. Zexta Îslamiyeta polîtîk ku azadiya şêweyên jiyanê tune dike wê ji holê bê rakirin. Wê bê îlankirin ku ol pirsgirêkeke şexsî ye. Azadiya baweri ya kesên ku bawer dikin û bawer nakin wê bê misogerkirin.

ŞOREŞA JINÊ Û DESTHİLATDARİYA DUMEND (HEVBEŞ)

9-Hemû sazî wê li gorî rêgeza wekheviya zayenda civakî û temsîliyeta hevbeş kar û xebatên xwe bidomînin, têkîlî û nêzikatiyên ku vê astê paş ve bikişîne wê neyên qebûlkirin. Tedbîrên îdarî û zagonî ku wekheviya zayenda civakî xurt bikin wê di asta makeqanûnî de bên misogerkirin. Di qadên ku şoreş nû gihaştiyê ye jî wê bi vê nêrînê bê tevgerîn.

 10-Ji bo misogeriya di xeta azadiya jinê de avakirina civaka nû, jin kar û xebatên xwe yên rêxistinkirina sazîbûnên civakî wê bi awayekî serbixwe jî bidomînin. Di hemû saziyan de ligel temsîliyeta hevbeş artêşa jinê û yekîneyên parastina cewherî yên jinê wê bên xurtkirin. Di hemû xebatên ku di qada azadiya jinê de ne selahiyeta qanûndanînê û hemû erk wê di destê saziyên jinan de bin. Ji bo têkoşîna azadiya jinê û destkeftinên wê di hemû jiyana civakî de şênber bibin wê tedbîrên pêwîst bên girtin. Zexta ku têkîliyên malbatî û eşîrtî rê li ber vekirine jî di nav de, li dijî serdestiya zilamperest têkoşîna îdeolojîk û siyasî wê di her qadê de bi biryardarî bên meşandin. 

 11-Şoreşa me wek ku şoreşa gel a demokratîk û şoreşa jinê derbasî nav hev bûye, wek desthiladariya gel û rêveberiya jinê ev wesfa desthiladariya dumend wê bê kûrkirin. Avakirina sîstema jinê wê bê hedefgirtin.   

 12-Sazîkirinên zagonî yên ji bo cezakirina sucên li dijî jinê yên wek tundî, qetlîamên jinê, sucên zayendî bên zêdekirin wê bi biryardarî bên tetbîqkirin. Dadgehên ku tê de sucên li dijî jinê tên dadgehkirin wê bên damezrandin.

 13-Ji bo ji holê rakirina koletiya jinê ya hundirê malê û bi armanca civakîkirina karên malê sazîkirinên pêwîst wê bên kirin. Wê li erk dîtina xwedîkirina astengdar, nexweş, kal û pîran karê jinê dibîne dawî bê anîn. Jinên kedkar ên malê wê bên xistin berfirehiya heqê bingehîn û temîna civakî. Ji bo jinên kedkar ên malê ber bi qadên xebatên civakî ve bên teşfîqkirin sazîkirinên pêwîst wê bên kirin.

 14-Şertên jiyan û xebatên jinên proleter û nîv proleter ku di xademiya malan de û li malan bi berdêl kar dikin wê bên sererastkirin û wê bê kirin ku rêxistinên xwe yên kar ava bikin.

 15-Kûrtaj wê ji bo hemû jinan wek mafeke zagonî û belaş be. Kontrola zarokanînê berpirsiyariya jin û mêr a hevbeş e. Mijarên ku jin karibe li ser bedena xwe biryar bide wek rêbazên zarokanînê û hwd. wê di bin misogeriya zagonî de be.

 16-Tu kes ji ber nasnameya xwe ya zayendî nikare bê biçûkxistin û bi cudahîbûnê re rû bi rû bê hiştin. Li dijî nêzikatî û gotinên rikê yên li dijî nasnameyên zayendî têkoşîna îdeolojîk tê meşandin û mueyîdeya cezayî tê xistin meriyetê.

 17-Bazirganiya cinsîtî û koletiya cinsîtî qedexe ye. Mafê jiyana jin, zarok û LGBTÎ+ ên koleyên cinsîtî tê misogerkirin. Ji bo dabînkirina mercên jiyana hilberîner a civakî piştgirî tê dayin.

 18-Dawî li pratîkên wek qelen, berdêl, zewicandina ji bo berdêla xwînê ku li dijî şoreşa jinê tên berdewamkirin tê anîn. Zewaca zêde û zewicandina di temenê biçûk de qedexe ye. Bendên hevpeymana civakî bi biryardarî tên tetbîqkirin.

 19-Têkîliyên cinsî yên di hundirê malbatê de (ensest) qedexe ye. Li dijî vê têkoşîn tê meşandin, di rewşên ku tê jiyankirin de jî, di berfirehiya zagona sûcên zayendî de tê cezakirin.

 20-Xwedîkirina zarokan wê wek karekî civakî bê hesibandin û zarok wê wek nirxeke hevbeş a civakî bên pejirandin. Berî û piştî zarok anînê ji bo jin an 6 meh, ji bo mêr an jî wê sê meh îzîn bê dayîn. Şîr û hifadên zarokan wê bêpere bibe, di hemû saziyên ku di mezintiyeke diyar de ne, odeyên mêjandinê, zarokistan û bexçeyên zarokan wê bên mecbûr kirin.

 21-Mafên zarokan wê bên misogerkirin, sûcên li dijî zarokan ên zayendî, tundiya fizîkî, aborî, psikolojîk û istîsmar di berfirehiya sûcên giran de wê bê sêwirandin. Ji bo van sûcan dadgehên mafên zarokan wê bên damezrandin.

XURTKIRINA BINGEHÊN CİVAKÎ Û ABORİYA ŞOREŞA ME

 22-Hemû ax û binyatên ku di milkiyeta devleta kevn û xwediyên zeviyên mezin de ne, dewlemendiyên bin erd û ser erdê, amûrên hilberandinê, eraziyên bajaran, bazirganiya mezin a hundir û derve wê bên kirin milkiyeta gel. Wê li gorî avakirin û parastina şoreşê bên bikar anîn.

 23-Beşek ji amûrên hilberînê û axên ku hatine kirin milkiyeta gel, wê di projeyên baneyên mînak, beşek jê ji bo gundiyên xizan û gundiyên ku erdên wan kêm in û di koperatîfan de birêxistin bûne wê bên bikar anîn. Desthilatdariya komîn û meclîsan ku hemû beşên aboriyê di destê xwe de digirin di beşên aboriyê yên din de jî bi rêya meclîsên karker û kedkaran wê kontrola karkeran bê dabînkirin.

 24-Deynên karkerên demsalî, gundiyên biçûk û navîn û xizanan, ên ku li dewlet, axa, beg, selefkar û kapîtalîstan wê bên betalkirin, wê îpotekên li ser ax û amûrên hilberînê bên rakirin û selefkarî wê be qedexekirin.

 25-Keda zarokên ji temenê 16’an biçuktirin wê bê qedexekirin. Dema xebitînê ya kesên jêrî temenê 18’an ne wê bi çar saet an bê sînordar kirin. Sîstema çiraxtî wê bê rakirin.

 26-Sînorê xebitîna hemû karkeran di hefteyê de wê bi 30 saetan bê sînordarkirin. Her salê mehek wê wek mafê izin a bi heq bê misogerkirin. Mesaiya zêde bi giştî, xebitîna şevê ji derveyî rewşên pêwîst wê bê qedexekirin. 8’ê Adarê, 21’ê Adarê, 1’ê Gulanê û 19’ê Tirmehê wê bibe roja izin a bi heq.

 27-Ji bo astenkirina mirin û birîndariyên girêdayî kêmasiyên parastina kar û karkeran hemû tedbîrên pêwîst wê bên girtin. Li kargehan parastina karkeran tê stendin an na, wê di rêya komîteyên kargehan û meclîsên herêmî yên karkeran re bê kontrolkirin. Tedawî û nêrîna kesên ku di dema xebatê de bi çi sedemê be birîndar bûne wê bê misogerkirin.

 28-Zagonên ku di kargehan de rêxistinbûn, kar û xebata siyasî ya karkeran misoger dikin wê ben pêşxistin. Mafên grevên siyasî, grevên piştgiriyê, girevên giştî û girêvên xwestina maf wê bên pejirandin. Lokawt wê bê qedexekirin.

 29-Ji bo karkerên jin û mêr benda “ji bo karê wekhev heqê wekhev” wê bê anîn. Di nav beşên kar de li dijî parvekirina kar a zayendperestî wê bi rêbazên wek kota û teşvîka cihêkariya pozîtîf têkoşîn bê meşandin û wê pêwîstiyên tenduristiya jinê li ber çav bê girtin. Pîrozkirina 8’ê Adarê di hemû qadan de bi awayekî xurt wê berdewam bike.

 30-Ji bo bilindkirina asta jiyana xizanên bajar û gundan wê xebat bê meşandin. Mafên wan ên pîşeyî wê bên misogerkirin. Ji bo qenckirina rewşa gundiyên biçûk wê tedbîr bên pêşxistin.

 31-Ji bo hemû xebatkaran wê mîsogeriya kar bê dayin. Ji bo çareseriya bêkariyê wê tedbîrên civakî û aborî yên piralî bên girtin, ji bo hemû kedkaran wê sîstemeke giştî ya sîgorta bê avakirin. Kesên bêkar, bêkes, kal û pîr û kedkarên nexweş wê bi taybetî bên parastin. Wê ji hemû kesên bêkar û nexweş rê meaşeke bingehîn bê dayin. Ji bo kal û pîran mafê xwedîbûn û mafên civakî wê bê misogerkirin.

 32-Xwedîkirina yên astengdar, ji bo tevlîbûna wan a jiyana civakî, di gîhaştina mafên perwerde, xebat, xwedîbûn, veguhastin û hemû derfetên civakî de polîtîqayên cihêkariya pozîtîf wê bên pêşxistin, di jiyana civakî de pêwîstiyên astengdaran wê li ber çav bê girtin.

 33-Hemû xizmeta tenduristî wê bê belaşkirin. Sîstemeke berfireh a tenduristiya gel wê bê avakirin.

 34-Wê navêndên werzîşê yên hemû kedkar karibin jê sûd bigirin bên damezrandin.

 35-Wê sîstemeke veguhastina civandî ya erzan û biwesf bê damezrandin.

 36-Sîstemeke derîbe ya ku li gorî rêjeyê tê zêdekirin wê bê meşandin. Wê sîstema derîbe li gorî rewşa karker û kedkaran bê sazîkirin.

 37-Ji bo çareseriya pirsgêrêka avahiyan wê destpêkê seferberiyeke avahiyên civandî bê meşandin û avahiyên ku hatine zivirandin milkê gel wê ji bo bikaranîna karker û kedkaran bên vekirin. Binyatên avahî, bînayet, û binyata bajaran wê li gorî rastiya bûyerên xwezeyî bên çêkirin, avahiyên ku ne li gorî vê bendê ne wê bên tesfiyekirin. Avahiyên nû wê hem li gorî pîlana parastina bajêr, hem jî li gorî çanda civakî û jiyana gel bên avakirin.

 WEKHEVÎ, BIRATIYA GELAN Û ENTERNASYONALÎZM

 38-Di hemû qadan de wê wekheviya tam a di navbera hemû gelan de bê xistin meriyetê. Wê dawî li zexta li ser hemû ziman û çandan bê anîn. Li dijî netewperestiya Ereb wê têkoşîneke bi sîstem bê meşandin. Hewldanên ji bo gelên Kurd û Ereb û civatên netewî yên wek Ermen, Suryan, Çerkes, Tirkmen, Êzîdî, Aşûrî di bingeha wekheviya maf a tam de, bi vîna xwe ya azad bi hev re bijîn wê bên domandin, di qada îdeolojî, çand û perwerdê de jî wê bi vê zanabûnê bê tevgerîn. Nîjadperestî û şovênîzm wê bê qedexekirin. Ji bo netew û komên netewî ku wek dîrokî paş de hatine hiştin wê rêbaza cihêkariya pozîtîf bê xistin meriyetê.  Wê piştgiriya pêşketina wan a çandî bê kirin.

 39-Desthilatdariya meclîsên karker û kedkaran wê bi hemû derfetên xwe piştgirî bide têkoşînên rizgariya netewî, şoreş û sosyalîzmê ya gel û piroleteryaya cîhanê, li dijî dewletên emperyalîst ên ku hewldana kolekirina hemû cîhanê didin wê bibe navendeke şoreşger a gelên cîhanê.

 40-Hemû daxwaziyên netewa Filîstînê yên demokratîk û şoreşger wê bên piştgirîkirin. Bi têkoşîna ku ji bo serkeftina Şoreşa Filîstînê tê meşandin ve wê mil bi mil bê tevgerîn. Têkoşîna yekbûyî ya gelan wê bê mezinkirin.

 41-Xwesteka iltîca ya hemû kesên ku ji ber di têkoşînên çînî, zayendî û têkoşînên rizgariya netewî de cih girtine û ji ber vê bi xetereya komkujî, şkence, zindanan ve rû bi rû ne, dîsa xwesteka kesên ku fealiyetên wan ên hunerî û çandî hatine astenkirin û ji ber şer ji ax û welatê xwe koçberbûne wê bên pejirandin. Ji bo sererastkirina şert û mercên kesên ku ji ber sedemên aborî koçberbûne wê polîtîka û proje bên afirandin.

 PERWERDE, HUNER, ÇAND Û MEDYA-MEDYAYA CIVAKÎ

 42-Li gorî rastiya ku sîstema perwerdê ya zayendperestî ku ciwanan bi fikrên paşverû, olî û mîlîtarîst jehrî dike ji holê hatiye rakirin, pêvajoya paqijkirina nifşa nû ji van aliyên paşverû wê bênavber berdewam bike. Zanîngeh wê bên anîn formeke demokratîk û xweser. Perwerde wê bi hilberandina madî ve bê yek kirin. Ji bo ku hemû ciwan perwerdeyeke zanistî, şoreşger û bi zimanê dayikê li ser fikra wekhevîxwaziya zayendî bibînin wê hemû derfet bên seferberkirin. Wê dawî li sîstema perwerdeya biheq bê anîn.

 43-Ji bo bilindkirina asta pîşeyî, zanîstî û siyasî ya hemû kesên ku ji aliyê sîstema kapîtalîst û çînên serdest ve mehkûmî nezaniyê hatine kirin wê seferberiyeke perwerdê ya berfireh were destpêkirin.

 44-Di qadên zanîstî, huner û çandî de hemû hilberanên zanîstî û pêşverû wê were piştgirîkirin.

 45-Wê rê li ber bi armanca nezan hiştin û apolitik kirina gel bikaranîna televizyon, radyo, ragihandin û medyaya civakî bê girtin. Ev saziyên têkiliyê, wê di bin kontrola desthilatdariya gel a meclîsên karker û kedkaran de bi armanca belavkirina ramanên zanistî, demokratîk û komûnîst bên bikaranîn. Gavên bêperekirina amûrên medya û medyaya civakî wê bên avêtin.

 46- Wê tedbîrên bibandor li dijî parsekî, bikaranîna hişbir û alkolîzmê bên girtin, ji bo vegerîna jiyaneke asayî û hilberîner wê her cûre piştgirî bê dayîn.

 AŞİTÎ, ENERJİYA VENÛKER A PAQIJ Û EKOLOJÎ

 47-Desthilatdariya meclîsên karker û kedkaran ji bo tunekirin û qedexekirina hemû sîlahên kîmyewî, biyolojik û nukleer ku hemû mirovahiyê tehdîd dikin, wê bi gelên cîhanê û hêzên aştîxwaz, demokratîk û şoreşger ve têkoşîneke bibiryar bimeşîne.

 48-Meclîsên karker û kedkaran wê ji bo hilberandina enerjiyeke zirarê nade mirov û xwezayê, paqij û venûker wê kar û xebat bimeşîne.

 49-Desthilatdariya meclîsên karker û kedkaran aksî kapîtalîstên ku ji bo sûda mezintirîn xwezaya dîrokî tune dikin, wê mîrasê mirovahiyê ya hevbeş bi hesasî biparêze. Wê li hember siyaseta dewletên emperyalî ku dewletên paş de mane ji bo gemara sinaî wek çopgeh bikar tînin bisekine. Wê piştgiriya têkoşînên li hember germbûna kûrewî bê kirin. Şkenceya li ser ajalan û çalakiyên ku gefan li ser hebûna zindiyên cûda dixwe wê bên qedexekirin. Ji bo civak bi xwezayê re têkîliyên lihevhatî deyne wê xebat bên meşandin.