Divê Siyaseta Astengkirina Li Ser Zînê Wirtê Bi Dawî Bibe

PDK’ê li Zînê Wertê ku li herêma Qendîlê ye hêza xwe ya leşgerî bi cih dike. Bi vê gava PDK’ê re dewleta Tirk a dagirker jî li hember gerîla û Mexmurê êrîşên hewayî pêk anî. Ev gava ku ji hêla PDK’ê ve hate avêtin tê wateya dagirkirina Qendîlê û valakirina Mexmurê. PDK’ê dixwaze ku qada PKK’ê teng bike. Xeta ku PDK’ê dimeşîne xeta hevkariya dijminê Kurd an e. Di pêkanîna vê daxwaza xwe de PDK’ê careke din xeta hevkariya bi dijminên Kurd an re dimeşîne û pişta xwe dide dewleta Tirk. Pêwîste PDK’ê vê ji bîr neke ku ev gava avêtiye tê wateya îlankirina şer.           

Di rewşeke ew qasî grîng de ku hemû dewlet li hember gelê Kurdistanê bûne yek rêveberiyên xaka Başurê Kurdistanê ji dêvla ku bi rihê yekîtiya neteweyî tevbigerin dixwazin rê li ber PKK’ê bigrin. Ji hêla PDK’ê ve bi komên peşmergeyan ve Zînê Wertê ji dagirkirinê re tê amade kirin. Ev karê ku anha PDK’ê dike berî du salan karê ku pêşmergeyan di Xakurkê de kirin tîne bîra gelên me. Dîsa YNK’ê ya ku di esasê wê de Zînê Wertê di destê xwe de digire li hember vê rewşê bi hêstên ku gelê me jê hêvî dike tevnagere.

Dewleta Tirk di dîrokê de her dem dijminatiya gelan kirî ye. Îroj ev êrîşên xwe û siyaseta xwe ya dagirkirinê dixwaze ku li hemû Rojhilata Navîn belav bike. Dîsa Emerîka ya emperyalî li Başur hêz û navendên xwe yên leşgerî zêde dike. Bi gavên têne avêtin tê xwestin ku axa Kurdistanê ji dewletên NATO’yê re bê ewlekirin. Ji bo vê dixwazin Qendîla ku dilê şoreşa Kurdistanê ye dagir bikin û şoreşê bitemisînin. Pêwîst e tu kes ji bîr neke ku Qendîl dilê çar perçeyên Kurdistanê ye. Şoreşa Kurdistanê şoreşa Rojhilata Navîn e.

Ji bo vê yekê li hember van êrîşan yekîtiya neteweyî ger nebe nabe. Karê ku PDK’ê dike rihê yekîtiyê xurt nake, ne di xademiya gelê Kurd de ye. Ev siyaseta tê meşandin hewldanên yekitiyê rûdixîne. Ev şer ne li gorî berjewendiyên gelê me ye. PDK û YNK di vê pêvajoyê de pêwîst e li gorî berjewendiyên yekîtiya neteweyî tevbigerin û ji gavên ku yekîtiyê xirab dike dûr bisekinin.

Em siyaseta dorpêç kirina PKK’ê qebûl nakin. Em weke gelê Rojava ku bandorên kêmasiyên yekîtiya neteweyi bi giranî jiyan dikin bang li PDK ya ku zerarê dide yekîtiya me ya neteweyî dikin ku dev ji van siyasetan berde û bangawaziyên gele Rojava bide ber çavan. Em di serî de bang li rêveberiya PDK’ê dikin ku pêwîst e li gorî yekitiya Kurd an tevbigere. YNK’ê îroj ji her demê bêhtir lazim e li daxwaza yekîtiyê ya Mam Celal xwedî derkeve û di çareserkirina vê rewşê de bêhtir çalak bibe. Divê hemû kesên ku li Rojhilata Navîn aşitî û azadiyê dixwazin li hember van êrîşan bisekinin. Em bi hêvîne ku berjewendiyên neteweyî hîn bêhtir wê diyarkerbin.