Em Êrîşa Dewleta Tirk a Li Ser Mexmurê Şermezar Dikin

Erdoganê faşist li ku bibe bila bibe dijminatiya xwe ya li hember Kurd an bi xedarî didomîne. Herî dawî bi balafirên keşfê li Mexmurê gelê sivîl bomberan kirin û sê jinên ku li ber ajalên xwe bûn şehîd xistin. Gelê Wargeha Mexmurê ji ber zilm û zora dewleta Tirk cih û warên xwe berdabûn û penaber bibûn. Hem PDK’ê hem jî Tirkiyê ew li wê derê jî rehet bernedan. PDK’ê wek ku tê zanîn ev deh meh e li ser wargehê ambargo dide meşandin. Ji ber vê ambargoyê jiyana şêniyan di bin xeteriyeke mezin de ye. Tevî vê ambargoyê PDK’ê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdeng dimîne. Ev bêdengî tê wateya piştgiriyê. Pêwîst e embargoya li ser wargehê bi lezgînî bê rakirin. Em li hember van êrîşan bang li rêveberiya PDK’ê dikin ku dev ji hevkariya dijminên Kurdan berde û li gorî yekitiya Kurdî ya netewî tevbigerin.

Em ji malbatên her sê şehîdên gelê me re ser saxiyê dixwazin. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û ji hemû bangawaziya hemû gel dikin ku ji bo gelê Maxmurê ku bi mehane di bin amborgoyê de ye piştgiriyê mezin bikin.