Şehîdên Gulanê Nemir in

Şehîdên Gulanê pêşengên têkoşîna me ya azadiyê û hilgirên agir in.Di çar perçeyên Kurdistanê de li hember dewletên paşverû yên herêmê şervanên fedaî yê şerê azadiya neteweyî, şoreş û sosyalîzmê ne.

Xeyalên Denîz-Yusuf-Huseyîn ku ji hêla dewleta Tirk a mêtînger ve di 6’ê Gulana 1971’an de hatin darvekirin û Şîrîn-Ferzad-Elî-Ferhad-Mehdî ku 9’ê Gulana 2010’an ji hêla Rjîma Molayan a Îranê ve hatin darvekirin yek bû.

Li Bakurê Kurdistan di Zindana Amedê de 18’ê Gulana 1982’yan de Çaran (Ferad, Mahmud, Eşref, Necmî) dema ku bi çar şixteyên çixatê agirê têkoşîna me ya azadiyê pêdixistin, di 18’ê Gulaneke din de di 18’ê Gulana 1972’yan de di heman zîndanê de Îbrahîm Kaypakkaya di îşkenceyan de li ber xwe da û gîhaşt asta şehadetê û bi vê re yekîtiya têkoşînê jî di dîrokê de nîvisandin. Wan bi Hakî Karerê ku di 18’ê Gulana 1977’an de şehîd ket ji dîrokê ber bi pêşerojê ve rêhevaltiya têkoşînê parvekirin.

Û dema ku dîrokê Şoreşa Rojava dinîvisand…
Xeyalên fermandarê pêşeng Ulaş Bayraktaroglu ê ku ji Bakur e û şervana komunîst Destan Temmuz ku di 10 û 31’ê Gulana 2017’an de di parastina şoreşa me de şehîd ketin wê di şoreşa Rojava de bijîn.

Û bi gelek şehîdên ku em nikarin navên wan bijmêrin…
Ji tirkiyê heta Îranê,Iraqê di her parçeyê Kurdistana me de, îro bi taybetî li Rojava û Bakurê Sûrî em ê bi hêza ku me ji şehîdên xwe girtiye şoreşa xwe mezin bikin. Em ê di rêya ku wan vekiriye re bimeşin ber bi serkeftin, şoreş û sosyalîzmê ve.

-Şehîdên Gulanê Nemr in

-Bijî Yekîtiya Têkoşîna Gelan.

-Bijî Şoreş Bijî Sosyalîzm