Fermandarê YPG’ê Rênas Roj, Fermandara YPJ û QSD’ê Sosin Bîrhat, Fermandarê Meclîsa Leşgerî ya Til Temirê Egîd Girkêlegê, şervanên QSD’ê Rûbar Hesekê û Seyfulah Ehmet ku di êrîşa hewayî ya Dewleta Tirk a faşîst û dagirker de şehîd ketin li Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes tevlê bûn spartin axê. Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, PYD, Meclîsa …
Read More »GİŞTÎ
Xeyalên Wan Sonda Me ya Tolhildanê Ye
Di 20’ê Tirmeha 2015’an de li Pirsûsê bi destê istixbarata Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê komkujiyeke hovana pêk hat û di vê komkujiyê de 33’ê ciwanên ku bi slogana “Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” dixwastin derbasî Kobanê bibin hatin qetilkirina, bi sedan kes birîndar bûn. Em di 6’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de soza xwe parastin û avakirina şoreşê dûbara dikin. Em 33’ê rêhevalên xwe …
Read More »Li Hemberî Dagirkeriyê Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin
Di 19’ê Tirmeha 2012’an de li Kobanê çirûska agirê Şoreşa Rojava pêket. Ev agir bi Serkeftina Kobanê ya ku me li hemberî DAÎŞ’a hovane bi dest xist hîn bêhtir geş bû û pêtên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Şoreşa me pergala BAAS a paşverû hilweşand, DAÎŞ’a ku hovane û dijminê mirovahiyê ye binxist û gelên herêmê ji zilmê xilas kir. Gelê me yê Kurd pergala mêtînger perçe …
Read More »Em ê Bibin Şopdarên Denîz Poyraz
Dewleta Tirk a zilamperest û mêtînger êrîşên xwe yên li dijî vîna jinê didomîne. Jnên ku azadiya wan tê hedefgirtin di her qadê de li ber xwe didin. Jin ji bo ku Peymana Stenbolê biparêzin dadikevin qadan, ruxmî êrîş û binçavkirinan derdikevin kolanan, di zindanan da li ber xwe didin, li hemberî tacîz û destdirêjiyê bêdeng namînin, dibistan, zanîngeh û kargehan dikin qadên berxwedan û têkoşînê. Li herêmên parstina medya …
Read More »Pêşenga Komûnîst a Şoreşê Zîlan Destan Nemir e!
Rêhevala me Zîlan Destan (Elende El Muhamed) di 13’ê Hezîranê de dema ku bi karen xwe yên şoreşgerî ve mijûl dibû şehîd ket û tevlî nava karvanê nemiran bû. Rêheval Zîlan weke jineke Kurd a ciwan êşa bindestiya welatê xwe di her kêliyê de, di her lêketina dile xwe de ji kûr ve dihisiya. Dema çeteyên hov ên dijminê mirovahiy ê êrîşî Kobanê kirin, neçar ma ku bi malbata xwe …
Read More »Bijî 1’ê Gulanê Bijî Şoreşa Rojava
Kapîtalîzm bê sînor keda karkeran û hemû bindestan mêtîn dike. Bi keda wan mîrateya xwe zêde dike. Ji bo ku kaseyên xwe tijî bikin li her derê cîhanê bêkarî, birçitî, xizantî, talankirina xwezayê bê sînor tê domandin. Jin û zarok weke hêza kar a erzan tên bikaranîn. Keda jinê di kargehan de û di malan de bi awayekî bê sînor tê mêtînkirin. Bi milyonan ciwan weke artêşa bêkar di bin …
Read More »Kes Nıkare Şoreşa Rojava Bıdarızîne
Gelê me yê Kurd li hemberî dîktatoriya mêtînger a BAAS û çeteyên hov ên paşverû bi berxwedaneke canfedaî Şoreşa 19’ê Tirmehê ava kir. Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê gelê me yê Kurd ê serekeye û di qirkirina Kurdan de serî dikişine, şefe wê yê faşîst Erdogan ji bo ku şoreşa me bifetisîne ji her dere cîhanê çeteyên DAÎŞ ên paşverû û îslamparêz ji sînorê xwe derbas kir û da …
Read More »Jenosîda Ermeniyan Nedikare Dubare Bibe
Itîhad û Terakî ji bo ku Dewleta Osmanî bi nûjenkirina kapîtalîzma tekparêz li ser lingan bisekinîne û pergala mêtînger a ku li ser gelan tê meşandin bidomîne di 24’ê Nîsana 1915’an de li ser gelê Ermenî êrîşên jenosîdê da destpêkirin. Ev êrîş bi gelê Ermenî tenê sînordar neman û bi lez weke diyarbûna hişmendiya tekparêz rehenda olperest jî girt û gelê Suryanî-Aşurî jî kir armanc. Di êrîşên jenosîda ku heta …
Read More »Komkujiya Enfalê Ji Bîr Neke
Rejîma BAAS a Iraqê di navbera salên 1986 û 1989’an de bi navê Enfalê li Başurê Kurdistanê dest bi êrîşên qirkirinê kir. Di van êrîşan de li ser gelê Kurd bombe hatin barandin, qetlîamên girseyî hatin pêkanîn, cih û warên Kurdan hatin hilweşandin, gel hat koçberkirin û çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di 16’ê Adara 1988’an de li Helepçe çekên kîmyevî hatin bikaranîn û li hemberî gelê Kurd komkujiya mezintirîn hat …
Read More »Rêberê Komûnîst Baran Serhed Nemir e
Rêberê Komûnîst Bayram Namaz (Baran Serhed) sibeha 23’ê Adara 2019’an di encama êrîşeke nemerdane ku ji aliyê çeteyên hevkar û Dewleta Tirk ve li Serê Kaniyê hat li dar xistin de bû nemir. Baran Serhed dema wekî her roj li ser erkên xwe yên şoreşger bû di saetên sibehê yên zû de şehîd ket. Rêberê Komûnîst Baran Serhed têkoşerekî komûnîzmê yê xurt, pêkhênêr û parêzvanekî nebez ê çalakî û ramanan …
Read More »