GİŞTÎ

JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb û Ermen şahiyek lidar xist.

JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb û Ermen şahiyek lidar xist. Di şahiya ku bi rêzgirtinê destpêkirî de sînevîzyon hat temaşekirin. Di axaftina ku li ser navê JKŞ’ê hatiye kirin roja jinên kedkar hat pîrozkirin. Şervanên jin ên tabûra Ermen stran gotin û roja jinan pîrozkirin… Şahiya bi coşeke mezin û gerandina dîlanan bi dawîbû…

Read More »

Li Dijî Serdestiya Zilam bi Şoreşa Jinê Ber bi Serkeftinê ve

Serhildanên jinê ku di çar alî cîhanê de tên jiyankirin li Rojava xwe bi şoreşeke jinê tacîdar kir. Tevahî serhildan û pêvajoyên şoreşê ku hatin jiyankirin da xuyakirin ku sedsala 21’emîn wê bibe serdema şoreşên jinê û şertên vê yên şênber da ber çavan. Tevgera jinê cûdatirî duh îro hîna bi hêz e. Ji ber ku şoreş bi hemû rastiya xwe li kêleka wan disekine. Şertên şoreşê yên şênber di …

Read More »

Li Hemberî Êrîşan Em Berxwedanê Mezintir Bikin

Dewleta Tirk a dagirker di nava vê hefteyê de cara duyem e êrîşî sivîlan dike.  Duh li Kobanê bi balafirên bêmirov êrîşî wesayetekê kirin û 3 welatiyên me şehîd xistin. Di van rojên dawîn de sewqiyat û êrîşên Dewleta Tirk li herêmê zêde dibe. Dewleta Tirk dixwaze herêmên nû dagir bike û şoreşa me hilweşîne. Ji bo vê yekê bi hedefgirtina sivîlan û xebatkarên Rêveberiya Xweser dixwaze berxwedaname bê pêşeng …

Read More »

Li Dijî Dagirkeriyê Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin

Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawîn de gefên xwe yên li ser şoreşa me careke din xistiye rojevê. Piştî dan û stendinên Tirkan bi Rûsan re, şandeyeke Rûsî hatiye Şamê. Di heman demê de hêzên Rûsî li Idlîbê êrîşên xwe yên li ser Tirkan jî bi dijwarî didomînin. Li hemberî vê liv û tevgerê bêdengiya Emerîka xuya dike ku careke din hêzên emperyalîst û paşverû ji gefên Erdogan …

Read More »