Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgirê wî Lîman Şiwêş û ajokar Firat Tûma di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn. Hevseroka Kantona Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên me Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin. Serekê faşîst Tayîp Erdogan ji xwînê têr nabe. Dewleta Tirk piştî ku Rêveberiya Xweser daxuyand ku ew ê çeteyên …
Read More »DAXUYANÎ
Em Ê Êrîşên Dagirker Bi Berxwedan û Rêxistinbûna Xwe Têk Bibin
Dewleta Tirk a faşîst û mêtînger li ser axên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî êrîşên xwe yên dagirker didomîne. Dewleta Tirk a faşîst û burjuva û çeteyên wê piştî hilbijartinê tehdîtên xwe yên dagirker zêde kirin û bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi topbarankirinê li ser Kobanê, Minbic, Şehbayê, Qamişlo û Tibespiyê bi dehan êrîş pêk anîn. Êrîş hîn berdevam in. Şehîd û birîndarên hêzên şoreşê çêbûn. …
Read More »Gelê Mexmûr Ne Bi Tenê Ye
Leşkerên hikûmeta navendî ya Iraqê Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ya li Başûrê Kurdistanê dorpêç kirin. Dixwazin dora kampê têlan çêkin û nuqteyên kontrolê ava bikin. Ya sereke ew e ku dixwazin vîna gelê Mexmûr bişkînin û wan teslîm bigirin. Li hemberî vê hewldana artêşa Iraqê gelê Mexmûrê dest bi berxwedanê kirin. Leşkerên duh gel gulebaran dikirin, îro jî rasterast gule berdan hindirê kampê. Em bê dendiya hikûmeta …
Read More »Bijî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
Di dîroka 15’ê Gulanê 1932’an de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan Kovara Hawar a bi zimanê Kurdî li Şamê dest bi weşanê kir. Weşana Kovara Hawar a ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî tevkariyeke mezin kir. Ji bo wî 15’ê Gulanê weke roja cejna zimanê Kurdî hat qebûlkirin. Kovara Hawar, eynî weke rojnameya Rêya Teze ya ku di sala 1930’an de li axên Yekîtiya Sovyetan hat weşandin di pêşxistina zimanê …
Read More »Vîna Jina Sosyalîst Wê Teslîm Nebe!
Îro danê sibê li 8 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek sosyalîst hatin binçavkirin. Di nav wan de xebatkarên çapemeniya sosyalîst, serokên partiyan û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Keskan jî hene. Bi fermana dîktator, faşîst Erdogan, endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst û namzetên jin ên parlamenteriyê hatin binçavkirin, li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê êrîşeke girîng e. Beriya hilbijartinên parlamento û serokomariyê yên ku wê di 14’ê Gulanê …
Read More »Serokê Partiyê Komûnîst a Filipîn û 9 Rêhevalên Xwe Nemir in
Serokê Encûmena Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst Filipîn Ka Laan, sekreterê giştî Ka Bagong-Tao û teva 8 rêhevalên xwe şehîd ketin. Partiya Komunîst a Filipînan ragihand ku Her deh kadroyên xwe yên rêber 22’ê Tabaxê ya 2022’an de ji aliyê dewleta faşîst a Filipîn ve bi şkenceyên giran hatin qetilkirin. Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) destpêkê de sersaxî ji partiya komunîst a Filipîn, malbatên 10 lêhengên şoreşa cîhanê …
Read More »Dewletên Qirkirinê Wê Hilweşin, Gel Wê Bi Serkevin
Di ser komkujiya mezin a Ermeniyan re 108 sal derbas bûn. Dewleta Tirk a faşîst dewsa dewleta Osmanî girt û bi dehan partiyên faşîst ên nîjadperest hatin şûna partiya kujer Îttîhat û Terakkî. Dîroka qirkirina ku bi gelê Ermenî li Anatolya û Rojhilata Navîn destpê kir, bi gelên Asûrî, gelê Yewnan û gelê Kurd re bênavber dewam kir. Dewleta Osmanî hilweşiya, dewleta Tirk a ku cihê wê girt, li ser …
Read More »Ji gelê me yên Bakûrê Kurdîstanê, Ji Koçberên Kurd û Ereb ên Sûrî û Rojava re;
Ji Karker û Kedkarên Tirk, Kurd, Ereb re, Ji Ciwan, Jin û Gelên me Yên Bindest re; Di dîroka 14’ê Gulana 2023’an li Tirkiyê û Bakûrê Kurdîstanê wê hilbijartinên parlamenterî û serokomariyê bên çêkirin. Gelo Erdoganê faşîst ê îslamkeriya polîtîk wê emrê xwe temam bike an jî wê pênç salên dirêj bike em ê bi hev re bibînin. Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdîstanê di navbera du cepheyên burjuva de reqabeteke …
Read More »Silav ji YPJ’ê re
Em salvegera 11’emîn a YPJ’ê ya ku di 4’ê Nîsana sala 2012’an de hatiye damezrandin, bi coş silav dikin. Em rêheval Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender ku di sala 2013’an de di şerê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyan de bûn şehîdên YPJ’ê yên yekemîn bi rêzdarî bi bîr tînin. Li dijî zîhniyeta baviksalarî rizgarkirina gel û axên herêma xwe û azadiya jinê rêgezên bingehîn ên YPJ’ê ne. YPJ’ê bi …
Read More »Cejna Ekîto pîroz be
Cejna Ekîto di cîhanê de wek cejna herî kevn tê qebûl kirin û îsal jî gelên me yên Asûrî, Sûryanî û Keldanî 6773 care pîroz dikin. Em jî wek TKŞ hêvî dikin ku ji gelên me re zêdehî, edalet û azadiyê bîne. Gelên me yên Asûrî, Sûryanî û Keldanî li Mezopotamya û Rojhilata navîn de gelên qedînim û pir zlim dîtine. Ekîto jî ji ew gelên me re sembola bihar, …
Read More »