Gelê Mexmûr Ne Bi Tenê Ye

Leşkerên hikûmeta navendî ya Iraqê Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ya li Başûrê Kurdistanê dorpêç kirin. Dixwazin dora kampê têlan çêkin û nuqteyên kontrolê ava bikin. Ya sereke ew e ku dixwazin vîna gelê Mexmûr bişkînin û wan teslîm bigirin.

Li hemberî vê hewldana artêşa Iraqê gelê Mexmûrê dest bi berxwedanê kirin. Leşkerên duh gel gulebaran dikirin, îro jî rasterast gule berdan hindirê kampê.

Em bê dendiya hikûmeta navendî ya Iraqê ya ji dagirkeriya dewleta Tirk a ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê dimeşîne, gelê Mexmûrê dorpêç bike û em dixwazin wan pêkanînên xwe zû bi dawî bikin. Pêwîste artêşa Iraqê zû xwe ji kampê bikişîne.

Em bang li hemû gelên herêmê û di serî de gelên me yên Rojava û Başûrê Kurdistanê dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Mexmûrê yê bi rûmet û berxwedêr.

Bimire zihniyeta mêtînger.

Bijî têkoşîna gelan.