Ji gelê me yên Bakûrê Kurdîstanê, Ji Koçberên Kurd û Ereb ên Sûrî û Rojava re;

Ji Karker û Kedkarên Tirk, Kurd, Ereb re, Ji Ciwan, Jin û Gelên me Yên Bindest re;

Di dîroka 14’ê Gulana 2023’an  li Tirkiyê û Bakûrê Kurdîstanê wê hilbijartinên parlamenterî û serokomariyê bên çêkirin. Gelo Erdoganê faşîst ê îslamkeriya polîtîk wê emrê xwe temam bike an jî wê pênç salên dirêj bike em ê bi hev re bibînin. Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdîstanê di navbera du cepheyên burjuva de reqabeteke paşverû heye. Di milekî îtîfaqa Cumhur (Komar) a ku Erdogan û Devlet Bahçelî di navendê de disekine, di milê din de îtîfaqa mîlet a paşverû ya ku Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşener di navenda wê de disekine. Mixabin şoreşgeran, demokratan, welatparêzan ji bo hilbijartina serokomariyê nikarîn cepheya 3’emîn ava bikin û piraniyên wan bi dûvika îtîfaqa mîlet ve ketin. Lê ji bo hilbijartinên parlementeriyê cepheya 3’emîn wê rola xwe bilîze, şoreşger û welatparêz wê têkoşîna azadiya polîtîk a gelên Kurd, Tirk û Ereb li qadên hilbijartinê bimeşînin.

Desthiladariya 20 salî ya Erdogan ji karker, kedkar, jinan, gelê Elewî û Kurd re dervêyî feqirtî û zilmê encameke din dernexist holê. Ne tenê li Tirkiyê û Bakurê Kurdîtanê, di siyaseta derve de jî bi siyaseta paşverû, êrîşker, nîjarperest û dagirker cihek nema ku şer, talan û dagir bike. Ji Sûrî heta Lîbyayê, ji Rojava heta Başûrê Kurdîstanê, ji Ermenîstan heta Efxanîstanê û Sûdanê wekê bi provokatoriya şer, bi êrîşên dagirkerî, bi komkujî, êrîşên bi sîlehên kîmyevî, bi suîqestan, bi dizî û talanan, bi desteserkirin, bi destdirêjî (tecawiz) sûcên li dijî mirovahî û şer pêk anî. Bi destê artêşa Tirk, MÎT û çeteyên ku piştgirî didin wan li Sûrî û Lîbyayê komkujî pêkanîn.

Bi meşandina şerê nîjadkujî û mêtîngerî ya li dijî gelê Kurd dimeşîne di dîroka Komara Tirkiyê û Osmanî de wek dijminê Kurd ê herî mezin derket pêş. Partiyên Kurd da girtin, rêveberên partiyan û parlementerên Kurdan xist zindanan, hevserokên ku hatine hilbijartin ji şaredariyan dûr xist û li dewsa wan walî û qeymeqam erkdar kir, saziyên şoreşger û demokrat tesfiye kir, bi hezaran welatparêzên Kurd avêt hepsê, girtiyên siyasî di zindanan de xist tecrîdê, di kolanan de bi înfazên bêdaraz  şoreşger, welatparêz û ciwanên Kurd qetil kir. Siyaseta tecrîda girankirî ya li ser rêberê gelê Kurd Abdûlah Ocelan hîna kûrtir kir. Li ser Qadên Parastina Medyayê êrîşên dagirker da destpêkirin. Pêşeng û fermandarên şoreşger, pêşengên şoreşa Rojava bi êrîşên balafirên bêmirov ên bi çek şehîd xist. Wê teva van hemûyan hesabê sûcên ku li dijî gelê Kurd û şoreşgeran pêk aniye teqez bide.

Dîkdatoriya qesrê ya AKP-Erdogan tevlê şerê navxweyî ya Sûrî bû û destpêkê bi destê çeteyên El Nûsra û DAÎŞ, piştre bi destê Artêşa Azad û dîsa El Nûsra ji Îdlîb heta Efrînê, ji Azez heta Cerablûsê, ji Girê Spî heta Serê Kaniyê axên Sûrî û Rojavayê dagir kir. Dest danî ser hemû dewlemendiyan, febrîqe, makine û axên me talan kir. Koçberên ku mecbûrî ji Sûrî koçberî Tirkiyê bûn radestê mafyayên hişbir û koletiya seksê kir. Kapîtalîstên Tirk koçberên Ereb û Kurd wekî kole ew kirin hêza erzan a kar. Êrîşên nijadperest li ser dan rêxistinkirin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ew di şerên nemirovî de mehkûmî jiyînê kirin.

Di milê din de jî eşkereye ku itifaqa milet nikare jiyaneke ji ya AKP’ê baştir pêşkeşî gelên me yên karker û kedkar, feqîr û bindest bike. Ev itifaqa kapîtalîstên Tirk ên hevkar a ku piştgiriya yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê digire wê xizmeta emperyalîst û burjuvayan bike. Wê dagirkirina Rojava û Sûriyê berdewam bike, wê xeta înkar û îmhakirina gelê Kurd bidomîne. Wê guhên xwe ji daxwazên azadiya polîtîk a gelên me re bigire. Wekî ku tê dîtin her du itifaqên burjuva jî dijminê gelan, jinan û Kurdan in. Wek namzetê serokomariyê Kiliçdaroglû derveyî restorekirina dewleta Tirk a faşîst a mêtînger bernameyeke wî ya cûda tune ye. Dîroka sedsalî ya Komara Tirk derveyî feqîrtî, zilm û qetlîamaman tiştekî din neda gelê me yê Kurd û bindestan. Ji vir şunda jî nikare tiştekî cûda bide. Ji ber wê yeke jî ne Erdogan û ne jî Kiliçdaroglû ji bo gelê me ne alternatîfeke.

Piştgirî dayîna namzetên parlementer ên itifaqa ked û azadiyê wê têkoşîna yekbûyî xurt bike. Ligel van pêwîst e divê gelê me yên Bakûrê Kurdistanê, gelê me yên koçber ên Kurd û Ereb ên Rojava û Sûrî ji bo rizgariya neteweyî û jiyaneke birûmet tevlî têkoşînên xurt ên ku rejîma faşîst hilweşîne bibin. Şoreşa Rojava ji bo gelê me rêya şoreşger nîşan dide; Ji bo demokrasî, azadiya siyasî, rizgariya netewî û jiyana birûmet derveyî mezinkirina  têkoşîna li qadan, kolanan û çiyayan rêyeke din tune ye.

Em weke TKŞ silavên xwe yên herî şoreşger ji gelên xwe yên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistan re dişînin, sersaxî ji dostên xwe yên kedkar ên ku xizmên xwe di erdhêjê de winda kirine re dixwazin. Em dixwazin hûn bizanibin ku em êşa we ji dil ve hês dikin. Baweriya me heye ku em ê herêmeke di bingeha wekhevî û azadiyê de ava bikin.

Bimre Dîktatoriya Faşîst a AKP-MHP’ê ya serdestiya mêr a mêtînger!

Bijî Yekîtiya Têkoşîna Şoreşger ya Gelê me yê Tirk, Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen!

Bijî Federasyona Rojhilata Navîn ya Demokratîk!

Bijî Şoreş Bijî Sosyalîzm