Silav ji YPJ’ê re

Em salvegera 11’emîn a YPJ’ê ya ku di 4’ê Nîsana sala 2012’an de hatiye damezrandin, bi coş silav dikin. Em rêheval Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender ku di sala 2013’an de di şerê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyan de bûn şehîdên YPJ’ê yên yekemîn bi rêzdarî bi bîr tînin.

Li dijî zîhniyeta baviksalarî rizgarkirina gel û axên herêma xwe û azadiya jinê rêgezên bingehîn ên YPJ’ê ne. YPJ’ê bi tevlîbûna bi hezaran jinên ji netew û baweriyên cuda, bi pratîkên xwe yên şer ên serkeftî, bi şehîd û gaziyên xwe layiqê navê xwe yê “Yekîneyên Parastina Jin” gîhaşt rûmeta nivîserbûna dîrokê.

Jinên Komûnîst ku bi cihgirtina di nav refên YPJ’ê de parastina şoreşa Rojava weke çavkaniya rûmetê dibînin bûn parçeyek ji berxwedana YPJ’ê. Jinên Komunîst ên ku di parastina Kobanê de bi Sarya Ozgur û di parastina Til Temirê de bi Îvana Hoffman re şehîdên xwe yên yekemîn dan, ji destpêka şoreşê de heta îro bi sembola ala YPJ’ê ya li ser milê xwe nemirbûn weke cihê kêfxweşiyê dîtin.

Weke JKŞ’ê em hemû şervan û fermandarên YPJ’ê ji ber vê keda bêdawî pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin. Em ê mil bi mil bi YPJ’ê re têbikoşin û her tim bi hêza rêhevaltiya jinê xeta jina azad û welatparêziyê biparêzin. Hemû dijminên me wê têk biçin, em ê bi ser bikevin!

Bijî Şoresa me ya Jin

Bijî YPJ!