Vîna Jina Sosyalîst Wê Teslîm Nebe!

Îro danê sibê li 8 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek sosyalîst hatin binçavkirin. Di nav wan de xebatkarên çapemeniya sosyalîst, serokên partiyan û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Keskan jî hene.

Bi fermana dîktator, faşîst Erdogan, endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst û namzetên jin ên parlamenteriyê hatin binçavkirin, li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê êrîşeke girîng e.

Beriya hilbijartinên parlamento û serokomariyê yên ku wê di 14’ê Gulanê de bên kirin, zext û qedexeyên faşîst gav bi gav zêde dibin. Dewleta burjuvaziya Tirk a serdest a mêr.  mêtînger û, faşîst di dijminatiya xwe ya li hemberî pêşengên têkoşîna azadiya jinê de sînoran nas nake.

Tevgera jinên sosyalîst bi salan e bêyî ku teslîmî îşkence, zindan û mirinan bibe berxwedan û têkoşîna xwe mezin kir. Ji bo serkeftina têkoşîna azadiya Kurd û şoreşa gelên Rojava bi biryardarî xebat kir.

Em têkoşîna Meclîsên Jinên Sosyalîst ên li dijî desthilatdariya mêr, mêtînger û faşîzmê bi rêzdarî silav dikin. Ji erdnigariya Şoreşa Jinê ya Rojava ku Arîn Mîrkan, Sîbel Bulut, Sevda Çagdaş û gelek jinên azad lê nemir bûn, em namzetên jin ên ESP/SKM û Partiya Çep a Kesk bi hezkirin û rêz silav dikin.

Ev êrîş pûç in. Îradeya jina sosyalîst tu carî têk naçe.

Em ê ji dijminên şoreşa jinê yên li Tirkiye û Kurdistanê hesab bipirsin! Têkoşîna me ya Azadiya Jinê teqez wê bi ser bikeve!