Çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikûmeta Şamê li derdorê Dêrezorê şer û fitne çêdikin. Komên çekdar êrîşî hêzên leşkerî me dikin. Gelên herêmê weke serhildana li dijî QSD’ê tê nîşandan. Ev derew e. Di dema ku li Dêrezorê alozî heye, çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Minbicê hewl didin êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Ev plana kolonyalîstan e. Tifaqa gelên Kurd û Ereb zemîna wekhevî û biratiya …
Read More »DAXUYANÎ
Rojnamevanên Jinên Ku Êrîşên Dagirkerî Ji Cîhanê Re Radigihînin Hatin Hedef Girtin
Êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî şoreşa me ya jinê didomin. Duh êvarê li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîteke xebatkarên çapemeniyê hedef girt. Kesê bi navê Necîmedîn Feysel Hec Sînan di êrîşa li dijî wesayîta Jin TV de şehîd bû. Rojnamevanek jî birîndar bû. Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser axa şoreşa me ya Rojava de pêşengên şoreşê û jinan dike hedef Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. …
Read More »Ji bo Gelê Kurd Tu Hikmê Lozanê Tune ye; Bijî Kurdistana Azad
Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû 100 sal berê axa Kurdistanê kirin çar parçe û mêtîngeh kirin. Wan hebûna me ya neteweyî, dîrok, ziman, çand û kevneşopiyên me tune hesibandin. Dîroka dawî ya 100 salî ya gelê Kurd, dîroka têkoşîna li dijî zîhniyeta mêtînger e. Erdên Kurdistanê yên ku bi Peymana Kasr-î Şîrîn a ku di navbera dewleta Osmanî û Safewiyan de hatibû îmzekirin bû du parçe, bi Peymana …
Read More »Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava Hêviya Bindestên Cîhanê ye
Şoreşa me ya jin a Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hat îlankirin, hîna dibe hêviya tevahî karker, kedkar, ciwan, jin û gelên bindest. Şoreşa Rojava di sala xwe ya 11’emîn de li tevahî gelên cîhanê pîroz be. Bîrdozgerên kapîtalîst di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de “dawîbûna serdema şoreşan” îlan kiribûn. Lê dîrokê nîşan da ku heta ku nakokiya navbera serdest û bindestan berdewam bike …
Read More »Dewleta Tirk a Ku Nûnerên Rêveberiya Xweser Qetil Kir, Wê Hesab Bide
Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgirê wî Lîman Şiwêş û ajokar Firat Tûma di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn. Hevseroka Kantona Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên me Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin. Serekê faşîst Tayîp Erdogan ji xwînê têr nabe. Dewleta Tirk piştî ku Rêveberiya Xweser daxuyand ku ew ê çeteyên …
Read More »Em Ê Êrîşên Dagirker Bi Berxwedan û Rêxistinbûna Xwe Têk Bibin
Dewleta Tirk a faşîst û mêtînger li ser axên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî êrîşên xwe yên dagirker didomîne. Dewleta Tirk a faşîst û burjuva û çeteyên wê piştî hilbijartinê tehdîtên xwe yên dagirker zêde kirin û bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi topbarankirinê li ser Kobanê, Minbic, Şehbayê, Qamişlo û Tibespiyê bi dehan êrîş pêk anîn. Êrîş hîn berdevam in. Şehîd û birîndarên hêzên şoreşê çêbûn. …
Read More »Gelê Mexmûr Ne Bi Tenê Ye
Leşkerên hikûmeta navendî ya Iraqê Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ya li Başûrê Kurdistanê dorpêç kirin. Dixwazin dora kampê têlan çêkin û nuqteyên kontrolê ava bikin. Ya sereke ew e ku dixwazin vîna gelê Mexmûr bişkînin û wan teslîm bigirin. Li hemberî vê hewldana artêşa Iraqê gelê Mexmûrê dest bi berxwedanê kirin. Leşkerên duh gel gulebaran dikirin, îro jî rasterast gule berdan hindirê kampê. Em bê dendiya hikûmeta …
Read More »Bijî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
Di dîroka 15’ê Gulanê 1932’an de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan Kovara Hawar a bi zimanê Kurdî li Şamê dest bi weşanê kir. Weşana Kovara Hawar a ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî tevkariyeke mezin kir. Ji bo wî 15’ê Gulanê weke roja cejna zimanê Kurdî hat qebûlkirin. Kovara Hawar, eynî weke rojnameya Rêya Teze ya ku di sala 1930’an de li axên Yekîtiya Sovyetan hat weşandin di pêşxistina zimanê …
Read More »Vîna Jina Sosyalîst Wê Teslîm Nebe!
Îro danê sibê li 8 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek sosyalîst hatin binçavkirin. Di nav wan de xebatkarên çapemeniya sosyalîst, serokên partiyan û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Keskan jî hene. Bi fermana dîktator, faşîst Erdogan, endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst û namzetên jin ên parlamenteriyê hatin binçavkirin, li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê êrîşeke girîng e. Beriya hilbijartinên parlamento û serokomariyê yên ku wê di 14’ê Gulanê …
Read More »Serokê Partiyê Komûnîst a Filipîn û 9 Rêhevalên Xwe Nemir in
Serokê Encûmena Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst Filipîn Ka Laan, sekreterê giştî Ka Bagong-Tao û teva 8 rêhevalên xwe şehîd ketin. Partiya Komunîst a Filipînan ragihand ku Her deh kadroyên xwe yên rêber 22’ê Tabaxê ya 2022’an de ji aliyê dewleta faşîst a Filipîn ve bi şkenceyên giran hatin qetilkirin. Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) destpêkê de sersaxî ji partiya komunîst a Filipîn, malbatên 10 lêhengên şoreşa cîhanê …
Read More »
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e