Em Ê Êrîşên Dagirker Bi Berxwedan û Rêxistinbûna Xwe Têk Bibin

Dewleta Tirk a faşîst û mêtînger li ser axên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî êrîşên xwe yên dagirker didomîne.

Dewleta Tirk a faşîst û burjuva û çeteyên wê piştî hilbijartinê tehdîtên xwe yên dagirker zêde kirin û bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi topbarankirinê  li ser Kobanê, Minbic,  Şehbayê, Qamişlo û Tibespiyê bi dehan êrîş pêk anîn. Êrîş hîn berdevam in. Şehîd û birîndarên hêzên şoreşê çêbûn. Di encama êrîşan de qadên sîvîlan jî zirar dîtin. Devleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên hikûmeta Şamê yên li herema Şehbayê dimînin jî hedef girt. Destpêkê de li bajarên sînor ên Bakûr û Rojhilatê  Sûrî û tevgerên keşif û balafiran heye.

Erdoganê faşîst û çeteyên wî, dixwazin bingeha êrîşêke nû ya dagirker  li ser axên şoreşê amade bikin. Erdoganê faşîst di dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan sînor nas nake. Dixwaze li hemberî jiyana azad a gelê heremê bibe asteng. Diwaze sîstema me ya Rêveberiya Xweser û destkeftinên me tesfiye bike û li hemberî polîtîqayên xwe yên mêtînger em serî bitewînin. Em êrîş û tehdîdên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst qebûl nakin.  Pêwîst e ev êrîş yekser bi dawî bibe. Pêwîst e dewleta Tirk û çeteyên wê ji heremên ku dagir kirine xwe paşve bikişînin.

Ev êrîş destpêkê de rakirina ji holê ya Rêveberiya Xweser ku spartiya yekîtiya Kurd, Ereb, Suryan û gelên herêmê armanc digire. Em banga gelên xwe dikin ku li dijî van êrîşan şiyar bibin û li derdora hêzên şoreşê bibin yek.

Em ê êrîşên, dagirker bi mezinkirina berxwedan, xweparastin û bi rêxistinkirina gel têk bibin. Em tu carî paşve gav navêjin. Serkeftin wê bibe ya gelên berxwedêr.