Serokê Partiyê Komûnîst a Filipîn û 9 Rêhevalên Xwe Nemir in

Serokê Encûmena Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst Filipîn Ka Laan, sekreterê giştî Ka Bagong-Tao û teva 8 rêhevalên xwe şehîd ketin. Partiya Komunîst a Filipînan ragihand ku Her deh kadroyên xwe yên rêber 22’ê Tabaxê ya 2022’an de ji aliyê dewleta faşîst a Filipîn ve bi şkenceyên giran hatin qetilkirin. Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) destpêkê de sersaxî ji partiya komunîst a Filipîn, malbatên 10 lêhengên şoreşa cîhanê û gelên bindest ên Filipîn re dixwazin.

Wekî sed hezaran şehîd û qehremanên me 10 rêhevalên me yên rêber ên partiya komunîst a Filipîn jî li dijî kapîtalîzmê, emperyalîzmê û serdestiya zilamperest ji bo mafa tevahî gelên bindest tevlî kerwana nemiran bûn. Wan eynî wek rêberên komunîst Baran Serhed, Ehmed Şoreş jiyana xwe nezirî girseyên bindest û girseyên ku keda wan tê xwerin kirin. Ji bo azadiya neteweyî, demokrasî û sosyalîzmê jiyana xwe fida kirin. Bi taybetî rêheval Ka Laan û Ka Bagong rêberên pratîka şoreşa Filipîn a Filipînan bû. Em weke tevgera komunîst çawa ku mîrasê rêberê tevahî rêberên şoreşên cîhanê dizivîrinin daneheva xwe ya şerê rûmetê, em ê mîrasê ev du rêberên ku 30 salên xwe nezirî şoreşa gelê şoreşgerî kirin e û rêhevalên wan jî bizivirînin mîras û hêza şoreşa Rojava. Di dîroka şoreşgerî de gotinek heye ku ji bo tevahî komunîst û şoreşgeran derbasdar e. “Şoreşger dimirin lê şoreş berdewam dikin”

Em di baweriyeke gelekî xurt de ne ku wê bi hezaran rêhevalên her 10 hevalan sîleh û xeyalên wan li erdê nahêlin, em di wê baweriyê de ne ku gelê Filipîn wê xwedî li mîrasê zarokên xwe derbikeve.

Îro di şert û mercên emperyaliyeta kûrewî de dewletên kapîtalîst û paşverû bi komkujî, şer û taybetî bi hewldana tunekirina vîna şoreşger dixwaze xwe ji qeyrana hebûnî rizgar bikin. Lê îro şoreşa me ya Rojava çawa ku li dijî kapîtalîzmê, emperyalîzmê temsîla jiyana azad û pêşeroja mirovahiyê dike ew qasî rêya azadiyê, wekheviyê û azadiya jin nîşanî gelê cîhanê dide. Îro şoreşa me çawa ku bi bedêlên 10 hezaran şehîdan hat avakirin û îro hîna li ber xwe dide di heman demê de mîrasê xwe ji têkoşînên gelê cîhanê digire.

Em careke din di şexsê rêheval Ka Laan û Ka Bagong û 8 rêhevalên xwe yên şehîd de bejna xwe li ber bîranîna tevahî şehîdên azadî û sosyalîzmê ditewînin. Ew nirxên herî bilind ên têkoşîna me ne…

Şehîdên Şoreşê Nemir in!

Bijî Şoreş Bijî Sosyalîzm!

Bimre faşîzm û emperyalîzm!