DAXUYANÎ

Em Êrîşa Dewleta Tirk a Li Ser Mexmurê Şermezar Dikin

Erdoganê faşist li ku bibe bila bibe dijminatiya xwe ya li hember Kurd an bi xedarî didomîne. Herî dawî bi balafirên keşfê li Mexmurê gelê sivîl bomberan kirin û sê jinên ku li ber ajalên xwe bûn şehîd xistin. Gelê Wargeha Mexmurê ji ber zilm û zora dewleta Tirk cih û warên xwe berdabûn û penaber bibûn. Hem PDK’ê hem jî Tirkiyê ew li wê derê jî rehet bernedan. PDK’ê …

Read More »

Çarşema Sor Di Destpêkê De Li Gelê Me Yê Êzidi û Hemû Gelên Herêmê Pîroz Be

Gelê me yê Êzidî her sal di çarşema yekemîn a piştî 13’ê Nîsanê de cejna Çarşema Sor a netewî û olî pîroz dike. Çarşema Sor tê wateya avakirina gerdûnê. Cîhan wê rojê ava bûye. Ji bo vê jî di vê cejnê de hêk tên kelandin û bi rengê xwezayê tên xemilandin. Di vê rojê de yezdan melekekê dadixe ser rûyê erdê û xerabiyan paqij dike. Ev cejn ji bo gelê …

Read More »

Cejna Ekîto Pîroz Be

Em Cejna Ekîto ya ku her sal di 1’ê Nîsanê de ji hêla gelê me yê Aşurî û Suryanî ve weke sersal tê pîroz kirin pêşwazî dikin. Ev cejn ji hêla gelên Beyn Nahren ve ev 6770 sal zêdetir e tê pîroz kirin. Ev cejna ku tê pîroz kirin di dîrokê de ya herî kevin e. Gelên me li gel ku ew qasî hatine qetil kirin dîsa jî nirxên xwe …

Read More »

Em Tenduristiya Xwe Ya Civakî û Şoreşa Xwe Biparêzin

Vîrûsa Korona ku li bajarê Vûhan yê Sînê derketiye holê bi lez belavî tevahî cîhanê bûye, rê li ber mirina bi hezaran mirovan vekiriye û hîna jî berdewam e. Tê zanîn ku di dîroka civakên çînî de bi mîlyonan mirov di encama van nexweşiyên şewbê de jiyana xwe ji dest dane. Di pergalên ku mêtîngerî û şelandin heye de mirinên girseyî yên ji ber van sedeman ne yekemîn in, wê …

Read More »

Newroz, Berxwedan, Azadî. Berxwedan Azad Dike

Em ê Newrozeke din li ser axên ku şoreşê rizgarkirî pîroz bikin. Em şehîdên me yên ku hiştin em li welatê xwe Newrozê bi awayekî azad pîroz bikin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ew Kawayên Nûjen ên welatê me ne. Xata serhildêr û berxwêdêr a Kawayên Hesinkar bi têkoşîna gazî û şehîdên me ya canfida li Rojava gîhaşt serkeftinê. Em ê meşxela şoreşê ku Kawayên me yên nûjen gîhandina serkeftinê …

Read More »

Efrîn Li Ber Xwe Dide – Rojava Li Ber Xwe Dide

Êrîşa ku di 20’ê Çileya 2018’an de li ser Efrînê destpêkir, di 18’ê Adarê 2018’an de vegûherî dagirkirinê. Berxwedana Efrînê 56 rojan domand. Şervanên qehreman, ên fidaî û gelê berxwedêr li hember TSK’ya artêşa NATO ye her gund û her gir gav bi gav parastin. Berxwedaneke dîrokî çêbû. Şoreşgerên komûnîst, ên enternasyonalîst, şervanên Kurd, Ereb, Tirk bi hev re mil bi mil şer kirin, şehîd ketin. Rêhevalên Polat Efrîn, Avesta …

Read More »

Me Komkujiya Helepçeyê Ji Bîr Nekir, Em ê Bi Mezinkirina Şoreşê Hisap Bipirsin

Emperyalîstên Îngîlîzî û Fransî bi rejîmên Tirkiyê, Sûrî, Iraq û Îranê yên paşverû ve bi parçekirina çar parçeyan a Kurdistanê bûn pekhênêrên polîtîqaya asîmîlasyon, mêtîngerî û komkujiyê a sed salî. Di vê pêvajoyê de li Iraqê zêdetirî 4 hezar gund hatiye şewitandin û rûxandin, zêdetirî milyonek Kurd hatiye koçberkirin û bi deh hezaran Kurd jî hatin qetilkirin. Di ser komkujiya Helepçeyê ya 16’ê Adarê ya 1988’an 32 sal derbasbû. Ji …

Read More »