Cejna Ekîto pîroz be

Cejna Ekîto di cîhanê de wek cejna herî kevn tê qebûl kirin û îsal jî gelên me yên Asûrî, Sûryanî û Keldanî  6773 care pîroz dikin. Em jî wek TKŞ hêvî dikin ku ji gelên me re zêdehî, edalet û azadiyê bîne.

Gelên me yên Asûrî, Sûryanî û Keldanî li Mezopotamya û Rojhilata navîn de gelên qedînim û pir zlim dîtine. Ekîto jî ji ew gelên me re sembola bihar, vejîn û ji nû ve bûn e. Ji berxwedaniya gelên ku sedsalin ji şûran de tên derbas kirin û tên nefî(sirgûn) kirin re parçeyekî girîng e.

Sûryanî, Asûrî û Keldanî bûn ji parçeyek şoreşa Rojava û xwe bi cîh kirina Rêveberiya Xweser û xweparastinê ve axên xwe parastin. Gelên me, ji qetlîamên ku dîrokên wan de pêk hatiye re bersivdayinekî şoreşgerî tercih kirin. Piştgirî dan ji têkoşîna gelê Kurd a li dijî rejîma BAAS û bi piştgiriya gelan ve bi hev re têkoşîn kirin. Dostên gelên bindest dîsa tenê gelên bindest ên dinin, şoreşgerin û komûnîstin.

Bi wesîleya cejna Ekîto, em bang dikin ku xwedî derketina şoreşê zêdetir were xurt kirin û parastin. Em cejna Ekîto bi coş pîroz dikin. Em bangawaziya bi hedefa federasyona demokratik a gelê Rojhilata navîn û sosyalîzmê, ji bo zêdetir xwe rêxistin bikin û serkeftinan dest bixin dikin. Em ê hesab pirsîna gelên me yên Sûryanî, Asûrî û Keldanî ên ku di dîrokê de her tim êş dîtine bi hev re bidomînin.

Cejna Ekîto pîroz be

Bimre dagirkerî û mêtîngerî

Bijî şoreşa Rojava