DAXUYANÎ

Bangewaziya 1ê Mijdarê: Ji bo Rojava û Filistîn Rabin Ser Piyan

1ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye. Li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞê ya Kobanê ya ku şoreşa me ya Rojava lê destpê kir 1ê Mijdarê roja piştgiriyê ya gelên cîhanê hat îlankirin. 1 Mijdarê êdî vegeriya rojeke berxwedana gelên bindest. Berxwedana me ya Kobanê mesajek da tevahî gelên cîhanê ku yekîtiya bindestan dikare serkeftinên dîrokî bi dest bixe. Kobanê eynî wekî Stalîngrad bi şervanên xwe yên fidayî li ber xwe …

Read More »

Di Salvegera 29’emîn De Bi Hêza Ciwanan Ber Bi Sosyalîzm Ve

Weke Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger, bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa Cotmehê ya birûmet re, em salvegera damezrandina Komsomol a bêhempa ya MLKP’ê, ango Rêxistina Ciwanên Komûnîst bi coş, vîn û biryardariya şoreşa Rojava silav dikin. MLKP ku bi şopandina şopa Şoreşa Mezin a Cotmehê ve Şoreşa Yekîtiyê pêk anî, ji damezrandina xwe heta niha her tim ciwan maye. Dizanibû ku ciwan garantiya têkoşîna şoreşgerî û sosyalîzmê ye, bi bîr, vîn û …

Read More »

Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne

Endamên TKŞê li Hesekê piştgirî da gelên Filistînî ku li dijî zilma dewleta Îsraîlê li ber xwe didin. Komunîstên Rojavayî di daxuyaniya xwe de wiha gotin: Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne Dewleta siyonîst a Îsraîlê ku axên Filîstînê dagirkiriye, bi rojan e li ber çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne. Dewleta siyonîst, destpêkê li Xeza û bajarên Filîstînê cihekî ku …

Read More »

Em Li Diji Êrîşên Dagirkeriyê Li Derdora Hêzên Şoreşê Bibin Yek

Rejîma şefîtiya faşîst a mêtinger, careke din li ser axên Rojava, Bakûr Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe. Di van du rojên dawî de di êrîşên li ser bajarên Bakûr Rojhilatê Sûriyê yên hewayî de şehîdên me yên leşker û sivîl çêbûn. Beriya 9ê Cotmehê ya salvegera komploya navneteweyî a li ser rêberê gelê Kurd Abdûllah Ocalan a di sala 1998an de û êrîşa dagirkeriyê a li ser Serêkaniyê û Girê Spî …

Read More »

Keda Jinê Ya Hundirê Malê Keda Civakî Ye

Endamên JKŞ’ê li bajaren Bakûr û Rojhilatê Surî hemleya xwe bi şîara “Keda jinê ya li malê keda civakî ye” bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin. DİRBÊSİYÊ Endamên JKŞ’ê li saziya TKŞ a Dirbêsiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê da. Zeynep Xidir der barê kampanyayê de agahî dan û wiha got: Keda Jinê Ya Hundirê Malê Keda Civakî Ye Şoreşa me ya ku tê nasîn bi şoreşa jinê ev şoreş ya ku ji …

Read More »

DAÎŞ RÊXISTINEKE SÛC E DIVÊ BÊ DADGEHKIRIN

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) û Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) têkildarî pêvajoya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin. Di civîna li Parka Xwendinê ya Qamişlo de, ji nûnerên SYPG’ê Bêrîtan Asya û nûnerê TKŞ’ê Abdûlhalîm Osman axivîn. Di daxuyaniyê de wisa hatin diyarkirin: Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di mehên derbasbûyî de daxuyand ku wê rêxistina sûcê li dijî mirovahiyê …

Read More »

Em hemû QSD’ê ne, îradeya gel wê bi ser bikeve

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikûmeta Şamê li derdorê Dêrezorê şer û fitne çêdikin. Komên çekdar êrîşî hêzên leşkerî me dikin. Gelên herêmê weke serhildana li dijî QSD’ê tê nîşandan. Ev derew e. Di dema ku li Dêrezorê alozî heye, çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Minbicê hewl didin êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Ev plana kolonyalîstan e. Tifaqa gelên Kurd û Ereb zemîna wekhevî û biratiya …

Read More »

Rojnamevanên Jinên Ku Êrîşên Dagirkerî Ji Cîhanê Re Radigihînin Hatin Hedef Girtin

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî şoreşa me ya jinê didomin. Duh êvarê li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîteke xebatkarên çapemeniyê hedef girt. Kesê bi navê Necîmedîn Feysel Hec Sînan di êrîşa li dijî wesayîta Jin TV de şehîd bû. Rojnamevanek jî birîndar bû. Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser axa şoreşa me ya Rojava de pêşengên şoreşê û jinan dike hedef Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. …

Read More »

Ji bo Gelê Kurd Tu Hikmê Lozanê Tune ye; Bijî Kurdistana Azad

Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû 100 sal berê axa Kurdistanê kirin çar parçe û mêtîngeh kirin. Wan hebûna me ya neteweyî, dîrok, ziman, çand û kevneşopiyên me tune hesibandin.  Dîroka dawî ya 100 salî ya gelê Kurd, dîroka têkoşîna li dijî zîhniyeta mêtînger e. Erdên Kurdistanê yên ku bi Peymana Kasr-î Şîrîn a ku di navbera dewleta Osmanî û Safewiyan de hatibû îmzekirin bû du parçe, bi Peymana …

Read More »

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava Hêviya Bindestên Cîhanê ye

Şoreşa me ya jin a Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hat îlankirin, hîna dibe hêviya tevahî karker, kedkar, ciwan, jin û gelên bindest. Şoreşa Rojava di sala xwe ya 11’emîn de li tevahî gelên cîhanê pîroz be. Bîrdozgerên kapîtalîst di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de “dawîbûna serdema şoreşan” îlan kiribûn. Lê dîrokê nîşan da ku heta ku nakokiya navbera serdest û bindestan berdewam bike …

Read More »