Em hemû QSD’ê ne, îradeya gel wê bi ser bikeve

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikûmeta Şamê li derdorê Dêrezorê şer û fitne çêdikin. Komên çekdar êrîşî hêzên leşkerî me dikin. Gelên herêmê weke serhildana li dijî QSD’ê tê nîşandan. Ev derew e.

Di dema ku li Dêrezorê alozî heye, çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Minbicê hewl didin êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Ev plana kolonyalîstan e.

Tifaqa gelên Kurd û Ereb zemîna wekhevî û biratiya gelên herêmê ye. Kolonîst wê nikaribin vê yekîtiyê bişkînin. Lîstokên faşîst Erdogan û Şamê wê bişkênin. Îradeya gel wê bi ser bikeve. Em gel in, em heta dawî li pişt hêza xwe ya leşkerî disekinin.

Tevgera Komûnîst a Şoreşger