DAÎŞ RÊXISTINEKE SÛC E DIVÊ BÊ DADGEHKIRIN

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) û Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) têkildarî pêvajoya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Di civîna li Parka Xwendinê ya Qamişlo de, ji nûnerên SYPG’ê Bêrîtan Asya û nûnerê TKŞ’ê Abdûlhalîm Osman axivîn.

Di daxuyaniyê de wisa hatin diyarkirin:

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di mehên derbasbûyî de daxuyand ku wê rêxistina sûcê li dijî mirovahiyê DAÎŞê li ser axên şoreşê dadgeh bikin. Berî vê daxuyaniyê bangawaziya bi dehan welatan kir endamên hemwelatiyên xwe yên ku di nav DAÎŞî de teslîm bigirin û dadgeh bikin. Bi hezaran DAÎŞî û malbatên wan di kampan de, di hepsan de tên girtin, lê îro ev ji bo tevahî gelên herêm û cîhanê xetereyeke mezin e. Lê bi salane ji aliyê van welatan ve tu bersivên erênî nehat dayin vê bangawaziyê.

Şoreşa Rojava’ya ku di sala 2012’an de li Kobanê hat îlankirin şoreşa tevahî gelên bindest bû, di sedsala 21êmîn de hêvî û coşeke gelekî mezin da tevahî gelên bindest. Dîsa şoreşa Rojava bi hebûn û bedêlên ku jinan dayî vegeriya vîn û temsîla jinê. Şoreşa Rojava ya ku di heman demê de yek ji encama serhildanên gelê Ereb a Rojhilata Navîn bû bi pêşengtiya gel û jinên Kurd vegeriya vîna tevahî karker, kedkar, jin û ciwanan. 

destpêkê de ji aliyê dewletên emperyalîst ên weke Emerîka û dewletên dagirker û mêtînger ên herêmê ve hat xwestin ku bi rêya DAÎŞê şoreşê bixeniqînin û tune bikin. Di destpêkê de koma çeteyan ku di bin navê El nûsra de hatin perwerdekirin êrîşa bajar û gundên şoreşê kirin. Lê piştî şerê Serê Kaniyê yê 2013’an El Nûsraya ku li dijî vîna hêzên gel ên leşgerî YPG, YPJ û MLKP’ê têk çûn vê carê dîsa ji aliyê nefsa hêzên emperyalîst û paşverû ve di bin navê DAÎŞ’ê de hatin perwerdekirin û bi rêya vê pîştî êrîşa Mûsûl, êrîşa Şengalê û Kobanê hat kirin.

Ji destpêkê de heta niha şervanên Komûnîst û şoreşger jî di vî şerî de cihê xwe girtin û bi bedêla canê xwe li dijî komên çeteyên hov ên wekî El Nûsra, DAÎŞ, Sûltan Mûrad û HWD. parastina şoreşê kirin û şehîd ketin. Yek ji van şervanê MLKP’ê Şehîd Serkan Tosûn di 14’ê Îlona 2013’an de di şerê Serê Kaniyê de li gundê Cafa şehîd ket. Rêheval Serkan Tosûn weke şehîdê yekem ê Rojava yê MLKP di şerê li dijî DAÎŞê de navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de da nivîsandin.

Bi 10 hezaran çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li Şengalê li dijî gelê Êzîdî fermana 73’emîn rakirin, Li Kobanê, Li Minbic, Efrîn, Hol, Şedadê, Reqa, Derazor, Hacîn, Hesekê, Til Temirê bi îrade û hêzeke gelekî mezin hatin sekinandin û hatin tunekirin. Di vî ji gelek welatên cîhanê bi hezaran şehîd hatin dayin, bi dehan şervanên enternasyonal ên wekî  Îvana Hoffmann, Haukur Hîlmarson, Lêgerîn, Helîn û hwd.  di oxira parastina vê şoreşê de canê xwe fidakirin.

DAÎŞ’ê tenê ne li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Tirkiyê heta gelek welatên cîhanê li dijî mirovahiyê sûcên hov pêkanîn. Li Şengalê ji firotina jin û zarokan heta bi dehan tirbên komî, li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî bi serjêkirina bi sedan kesan, ji revandina mirovan heta şewitandin û tunekirina gundan, ji teqemeniyên mezin heta komkujiyên bombeya zindî xwîna bi hezaran kesî rijandiye.

Ji ber vê yekê îro dadhehkirina DAÎŞê ya li Rojava mafa herî rewa ye. Ji ber ku di kamp û hepsan de hîna hebûna bi hezaran endam û malbatên çeteyan destpêkê de ji bo gelê herêm û tevahî mirovahiyê xetereyeke gelekî mezin e. Ji ber vê yekê gavek berî gavekê divê rêya dadgehkirina navneteweyî bê vekirin, tevahî dewlet hemwelatiyên xwe yên di nav DAÎŞ’ê de teslîm bigirin.

Derveyî vê yekê destpêkê de dewleta Tirk a dagirker ku ji destpêkê heta niha piştevanê El Nûsra, DAÎŞ û gelek komên çeteyên hov bû jî divê di dadgehên nevneteweyî de were dadgehkirin û cezakirin. Dewleta Tirk ku ji destpêkê de heta dawî ji piştgiriya lojîstîk, heta sîleh, tanq û topan, ji piştgiriya hewayî heta perwerdekirina bi hezaran komên çete yên terorîst şirîkê ev sûcên DAÎŞê yê herî mezin e. şefê faşîst Erdogan jî paşrewê (Halefê) DAÎŞê yê herî mezin e. Ji ber vê yekê qasî DAÎŞ’ê divê dewleta Tirk, feraseta AKP – MHP a faşîst û şefê faşîst Erdogan bi awayekî fermî werin dadgehkirin. Îro dadhekirina DAÎŞ’ê wê di heman demê de sûcên dewleta Tirk faşîst jî derbixe holê. Ji ber vê yekê îro dewleta Tirk a faşîst û hêzên herêmê yên faşîst û paşverû yên ku piştevanên herî mezin ên DAÎŞê ne bi tevahî hêza xwe hewldana astengkirina ev pêvajoya dadgehkirina DAÎŞê didin.

Em weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) çawa ku di şerê li dijî El Nûsra, DAÎŞ, dewleta Tirk a dagirker û hêzên herêmê yên paşverû xwedî û hêla şoreşa Rojava bûn îro jî em xwedî û hêla biryara Rêveberiya Xweser a dadgehkirina kujerê mirovahiyê ya DAÎŞê ne. Biryara Rêveberiya Xweser biryara dabînkirina adeleta mirovahiyê ye.  Weke ku hêzeke ku li dijî DAÎŞê şer kiriye em îlan dikin ku em ê jî di vê dadgeha DAÎŞê de amade bibin careke din li wir hesap bixwazin. Îro bi dehan dewletan li Şengalê jenosîda DAÎŞê weke fermî qebûl kiriye. Wê demê divê ev dewlet, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bikevin tevgerê li dijî ev sûçê mirovahiyê hiqûqa navneteweyî vê şixulandin.

Em careke din bi boneya 10’emîn salvegera şehîdê komûnîst Serkan Tosun rêheval Serkan û bi hezaran şehîdên axa şoreşa Rojava yên ku rûmeta tevahî mirovahiyê parastin bi bîr tînin. Em bangewaziya tevahî mirovahiya bindest dikin ku îro li dijî tevahî êrîşên li ser şoreşa Rojava , Bakur û Rojhilatê Sûrî bisekinin.

Bijî Şoreşa Rojava – Bijî Şoreşa Jin

Divê Dijminê Mirovahiyê DAÎŞ û Piştevanên Wê Bên Dadgehkirin