DAXUYANÎ

Şoreşa Rojava Di Bin Agir De Meşa Xwe Didomîne

Şoreşa Rojava ya azadîxweziya jin dikeve sala xwe ya 9’an. Çeteyên polîtîk ên îslamî û faşîst, dewleta Tirk a mêtîngeh û dewletên emperyalî xwestin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bifetîsinin û radest bigirin. Lê şoreşa me bi biryardarî û vîneke mezin berdewam dike. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelên herêmê, jin û gelên cîhanê yên bindest hîna wek meşaleyeke azadiyê bilind dibe. Şoreşa me di têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên …

Read More »

Şoreşa Rojava Ya Jinê Îradeya Jinan e. Pîroz Be

Şoreşa Rojava di sala xwe ya 9.an de îradebûna xwe ya jinê didomîne. Li ser axên Sûrî îrade, nasname, ziman û dîroka jinê ya ku bi dehan salan ji aliyê rejîma BAAS a baviksalarî, serdest û dikdator ve hat tune kirin. Jinên Kurd, Ereb, Suryan û jinên ji komên bawerî yên cûda bi modêla şoreşa Rojava ya jinê destkeftinên dîrokî afirandin. Şoreşa Rojava ya ku di sala 2011’an de dest …

Read More »

Dewleta Tirk Wê Hesap Bide

Dewleta Tirk a dagirker 23’ê meha Hezîranê de êrîşek anî ser Kobanê. Di encama vê êrîşê de 3 jinên medenî hatin qetilkirin. Dewleta Tirk a dagirker careke din dijminatiya xwe ya li hember jinê nîşan da. Çawa ku li Efrînê jin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên revandin, tacîz û destdirêjî tê kirin û tên qetilkirin ev komkujiya ku li Kobanê taybetî jin hedef girtin jî berdewemiya vê ye. …

Read More »

Bimre Hişmendiya Komkujer, Bijî Şoreş

Di sala 1915’an de Dewleta Osmaniyan ku bi polîtîkayên Îtîhat û Terakiyan dihat bi rê ve birin ji bo ku li ser lingan bisekine ji bilî gele Tirk li ser gelen din dest bi qetlîaman kir. Îtîhat û Terakiyan bi saya hişmendiya Tirk û Îslamiyetê xwestin dewletê nûjen bikin, dewleteke netewî ya burjuvayî û Tirk ava bikin. Di 27’ê Nîsana 1915’de Qanûna Tehcîrê  hate derxistin û gelê Ermenî yê Xrîstiyan …

Read More »

Li Dijî Êrîşên Dewleta Tirk Berxwedan

Êrîşên dewleta Tirk berdewam e. Ji roja 14’ê meha Hezîranê heta niha dewleta Tirk a faşîst Li Mexmûr û Şengala ku gelê sivîl tê de jiyan dike û qadên parastina medyayê bombebaran dike. Armanca dewleta Tirk a Faşîst ku tevahî siyaseta xwe li ser dagirkerî û tunekirinê ava kiriye tunekirina destkeftinên çar parçeyê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a dagirker ku ev demeke dirêj e wek ku li Rojava dike, Li …

Read More »

Faşîzma AKP’ê Dixwaze Derbe Li Vîna Gelê Me Bixe

HDP’ya ku li Tirkiye û Kurdistanê rêxistineke yekbûyî ya têkoşînê ye, di bin hemû agirên êrîşên faşîzmê de bi ser xist ku 6 milyon deng bistîne û têkeve meclîsê. Di têkoşîna dijîfaşîzmê, dijîmêtîngeriyê, azadîxwaziya jinê de bi dehan şehîd da, bi hezaran endamên wê hatin girtin. Wek ku tê zanîn HDP bênavber dibe hedefê êrışên faşîst. Herî dawî wekîltiya wekîlên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari hat xistin û hatin …

Read More »

Şoreşa Rojava Ya Jinê Vîna Me Ye. Em ê Biparêzin

Li ber Çavê hemû cîhanê, bi piştgirî û erêkirina hêzên emperyalî ya navnetewî di dîroka Adara 2018’ê de Efrîn, di Cotmeha 2019’an de Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û faşîst û çeteyên wê yên hov ve hat dagirkirin. Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe didomînin. Piştî ku Erfrîn hat dagirkirin bi hezaran welatiyên Efrînê yê Kurd, Ereb, Tirkmen, Elewî HWD. …

Read More »

Şehîdên Gulanê Nemir in

Şehîdên Gulanê pêşengên têkoşîna me ya azadiyê û hilgirên agir in.Di çar perçeyên Kurdistanê de li hember dewletên paşverû yên herêmê şervanên fedaî yê şerê azadiya neteweyî, şoreş û sosyalîzmê ne. Xeyalên Denîz-Yusuf-Huseyîn ku ji hêla dewleta Tirk a mêtînger ve di 6’ê Gulana 1971’an de hatin darvekirin û Şîrîn-Ferzad-Elî-Ferhad-Mehdî ku 9’ê Gulana 2010’an ji hêla Rjîma Molayan a Îranê ve hatin darvekirin yek bû. Li Bakurê Kurdistan di Zindana …

Read More »

Yekîtî Têkoşîn Serkeftin. Bijî 1’ê Gulanê

Di sedsala 19’emîn de li Emerîka karker di mercên pir giran de rojê 15-16 saetan dixebitîn, bi pereyê ku digirtin nikarîbûn heta bi zikê xwe têr bikirana. Karkerên Emerîka ku mercên xebatê yên koletî qebûl nakin li hember kapîtalîzmê û pergala wê ya xira bûye serî radikin. Di 1’ê Gulana 1886’an de bi sed hezaran karker diçin grevê. Li Şîkago 40 hezar karker tevlî grevê dibin û pêşengtiya berxwedanê dikin. …

Read More »

Divê Siyaseta Astengkirina Li Ser Zînê Wirtê Bi Dawî Bibe

PDK’ê li Zînê Wertê ku li herêma Qendîlê ye hêza xwe ya leşgerî bi cih dike. Bi vê gava PDK’ê re dewleta Tirk a dagirker jî li hember gerîla û Mexmurê êrîşên hewayî pêk anî. Ev gava ku ji hêla PDK’ê ve hate avêtin tê wateya dagirkirina Qendîlê û valakirina Mexmurê. PDK’ê dixwaze ku qada PKK’ê teng bike. Xeta ku PDK’ê dimeşîne xeta hevkariya dijminê Kurd an e. Di pêkanîna …

Read More »