Dewleta Tirk Wê Hesap Bide

Dewleta Tirk a dagirker 23’ê meha Hezîranê de êrîşek anî ser Kobanê. Di encama vê êrîşê de 3 jinên medenî hatin qetilkirin. Dewleta Tirk a dagirker careke din dijminatiya xwe ya li hember jinê nîşan da. Çawa ku li Efrînê jin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên revandin, tacîz û destdirêjî tê kirin û tên qetilkirin ev komkujiya ku li Kobanê taybetî jin hedef girtin jî berdewemiya vê ye.

Dewleta Tirk van komkujiyên xwe bêguman bê agahiyahêzên navnetewî nake. Dewleta Tirk çiqasî sûcdar be, Îro hêza navnetewî ya emperyalî wek Rûsya bi erêkirin û bêdeng temaşakirinê ew qes şirîkê sûc ê vê komkujiyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û hemû hêzên şer ên navnatewî bi hedefgirtina îradeya jinê dixwazin bingeha şoreşê bişkînin. Ev êrîş di heman demê de li dijî tevahî jinên bindest e. Ji ber vê yekê em vê êrîşa ku sê jinên medenî hatin hedef girtin şermezar dikin û banga hemû jinan dikin ku li her dewerê kolanan dagirin û hesabê vê komkujiyê bipirsin.

Divê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li dijî ev sûcên şer û kiryarên xwe yên qirêj ku rojana li ser jinan pêk tînin hesap bidin.

Em wek Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) careke din dibêjin em ê bi parastin û mezinkirina îradeya jinê, li hember êrîşên dagirkeriyê bi mezinkirina îradeya xweparastinê şoreşa xwe biparêzin. Agire dilê hemû jinan wê bibe hêza berxwedana me û di serê dijmin de biteqe. Sê jinên ku li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin nemir in.

Bimre Dagirkerî, Bijî Şoreşa Jinê

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ)