DAXUYANÎ

Ferhad Şiblî Nemir e! Bijî Şoreşa Rojava!

Di 17’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelar a Silêmaniyê êrîşî wesayîtekê kir. Di êrîşê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî û 3 rêhevalên xwe şehîd bûn û kesek jî bi giranî birîndar bû. Dewleta Tirk a dagirker ji her alî ve êrîşên xwe yên li dijî Şoreşa Rojava didomîne. Bê guman êrîşa li ser Ferdah Şiblî li dijî …

Read More »

Li Dijî Dagirkeriyê Em Têkoşîna Xwe Ya Azadiyê Mezin Bikin

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj e Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên dagirkeriyê yên nû tehdît dike. Bi taybetî jî di vê dema ku şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de didome û Îsveç û Fînlandiya serî li endamtiya NATO’yê dane, dewleta Tirk hewl dide vê rewşê ji xwe re veguherîne derfetekê. Şefê faşîst Erdogan vê carê jî Til Rifat û Minbicê hedef nîşan dide û gefên şerekî …

Read More »

Em ê di riya Şehîd Zîlan de Têkoşîna xwe Mezin Bikin!

Di ser şehadeta rêheval Zîlan ku yek ji pêşengên tevgera komunîst a li van xakan e, salek derbas bû. Rêheval Zîlan yek ji damezrênerên xebatên me yên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê bû. Rêheval Zîlan li van xakan pêşengtiya belavkirina fikrên komunîzmê kir û îro jî bi şehadeta xwe têkoşîna me ronî dike. Rêheval Zîlan Destan weke jineke ciwan a Kurd dest bi vê riyê kir. Îro jî di dilê Şoreşa …

Read More »

Di Têkoşîna şehîd zîlan de bibin yek

Pêşenga ciwanên komûnîst ên şoreşger û jinên ciwan Zîlan Destan di 13’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da û ket nava kerwanên şehîdan. Zîlan Destan wekî jineke ciwan a kû ji Rojava bû, malbata wê dema şerê Kobanê ji bajar derket û berê xwe da bajarên Tirkiyê. Di wan deman de rêheval Elende gelek caran sedema derketina xwe lêpirsîn dike. Dema ku Rêheval Elende vedigere bajarê Kobanê bi komûnîstên …

Read More »

TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê Çalakiya Li Sêmalka Ziyaret Kirin

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ), Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) serdana konê çalakiyê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye vedan kirin. Ev çalakî li ser bangawaziya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK’ê û radestnekirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî tê lidarxistin. Şande bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bimre Îxanet” derbasî cihê çalakiyê bû û ji …

Read More »

Li Hemberî Êrîşan Em Berxwedanê Mezintir Bikin

Dewleta Tirk a dagirker di nava vê hefteyê de cara duyem e êrîşî sivîlan dike.  Duh li Kobanê bi balafirên bêmirov êrîşî wesayetekê kirin û 3 welatiyên me şehîd xistin. Di van rojên dawîn de sewqiyat û êrîşên Dewleta Tirk li herêmê zêde dibe. Dewleta Tirk dixwaze herêmên nû dagir bike û şoreşa me hilweşîne. Ji bo vê yekê bi hedefgirtina sivîlan û xebatkarên Rêveberiya Xweser dixwaze berxwedaname bê pêşeng …

Read More »

Li Dijî Dagirkeriyê Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin

Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawîn de gefên xwe yên li ser şoreşa me careke din xistiye rojevê. Piştî dan û stendinên Tirkan bi Rûsan re, şandeyeke Rûsî hatiye Şamê. Di heman demê de hêzên Rûsî li Idlîbê êrîşên xwe yên li ser Tirkan jî bi dijwarî didomînin. Li hemberî vê liv û tevgerê bêdengiya Emerîka xuya dike ku careke din hêzên emperyalîst û paşverû ji gefên Erdogan …

Read More »

CKŞ’ê Li Kobanê Li Hemberî Êrîşên Mêtîngeriyê Daxuyaniya Çapemeniyê Da

Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger li Kobanê li Qada Şehîd Egîd li hemberî êrîşên Dewleta Tirk a mêtînger daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de lafîteya “Li Dijî Êrîşên Dewleta Tirk a Mêtînger Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin”,  diwîzên “Bimre Dagirkerî Bijî Azad û Sosyalîzm”, “Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin”, “Bijî Şoreşa Rojava Bijî Şoreşa Jinê” hatin hildan. Di heman demê de ciwanan fûlarên sor girêdan û wêneyên komkujiyên Dewleta Tirk a …

Read More »

CKŞ’ê Li Qamişlo Bi Daxuyeniyekê Êrîşên Dewleta Tirk Şermezar Kir

Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger li Qamişlo li hemberî êrîşên Dewleta Tirk a mêtînger daxuyaniya çapemeniyê dan û êrîşên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin. CKŞ’ê li hemberî êrîşan banga mezinkirina berxwedanê kir. Daxuaynî li ser navê CKŞ’ê Lara Yasîn xwend. Lara Yasîn di destpêka daxuyaniyê de wiha axivî: “Êrîşên li ser Şengal, Til Temir û zirganê tên kirin êrîşên tunekirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk dixwaze cûdatî derbasî nava …

Read More »

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

Dewleta faşîst a Tirk li ber çavê dinyayê û bi destê zalimê AKP’ê sucên li dijî mirovahiyê didomîne. Sûcê herî hovane yê dawî li bajarê Konyayê bi destê çeteyên AKP-MHP’ê êrîş li malbateke Kurd hat kirin. Hemû malbat ku ji 7 kesan pêk dihatin, hatin kuştin û mala wan hat şewitandin. Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger, sersaxî û piştgiriya xwe pêşkêş dikin ji malbatê re. Sûcê xedar yê perwerdeya …

Read More »