Şoreşa Rojava Ya Jinê Îradeya Jinan e. Pîroz Be

Şoreşa Rojava di sala xwe ya 9.an de îradebûna xwe ya jinê didomîne. Li ser axên Sûrî îrade, nasname, ziman û dîroka jinê ya ku bi dehan salan ji aliyê rejîma BAAS a baviksalarî, serdest û dikdator ve hat tune kirin. Jinên Kurd, Ereb, Suryan û jinên ji komên bawerî yên cûda bi modêla şoreşa Rojava ya jinê destkeftinên dîrokî afirandin.

Şoreşa Rojava ya ku di sala 2011’an de dest pê kir hem li qada leşgerî, hem jî li qada avakirina civakî bi tevlîbûna hezaran jinan vegeriya îradeya şoreşa jinê. Jinan bi hêza sîlah û siyasetê careke din rastiya nivîbûna civakê îspatkirin. Bi sîstema Rêveberiya Xweser, Zagonên Jinê yên xas, meclîs, komûn û hevserokatiyê jinên Kurd, Ereb, Suryan û jinên ciwan bûn niviyê îradeya birêvebirina civakê.

Bi hezaran jinan di oxira vê şoreşê de çi di aliyê eniyên şer de, çi di aliyê avakirina qada civakî de bi dayina bedêlên mezin destkeftinên jinê yên girêdayî vê şoreşê misogeririn. Şehîd, Şîlan, Arîn, Avesta, Barîn, Hevrîn, Sarya, Destan, Raperîn, Avaşîn, Aynûr, Ceren û hîna bi hezaran jin bûn hêzên pêşeng ên vê şoreşê.

Şoreşa me di sala xwe ya 9’an de di bin dorpêça hêzên emperyalî û dagirker de ye. Di serî de dewleta Tirk a dagirker, faşîst û çeteyên girêdayî wê, dewletên herêmê yên mêtîngeh û emperyalî di şexsê me yê jinan de dixwazin îradeya şoreşê bişkinîn. Li bajarên wek Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û HWD. yên ku di bin dagirkeriyê de destpêkê de jin tên hedefgirtin. Di şexsê Hevrîn Xelef û sê jinên ku li Kobanê hatin qetilkirin de tê xwestin ku îradeya jinan bê şkenandin. Bi taybetî ji di pêvajoya dawî de di nav civakê de bi rêbazên şerê taybet ên ku li ser îrade û bedena jinê tê xistin meriyetê de hewldana tunekirina rastiya jinê tê dayin.

Em wek Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) salvegera 9.emîn şoreşê destpêkê de li jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî, li tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin. Ev şoreş û destfeftin qasî ku ya jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ew qas jî şoreş û destjeftinên jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê ye. Ji ber vê yekê em careke din bangawaziya tevahî jinan dikin ku li dijî hemû êrîş pîlanên qirêj yên dagirkeriyê xwedî li li îradeya şoreşa Rojava derkevin û biparêzin.

                                      Jinên Komûnîst Ên Şoreşger (JKŞ)