Em Ji Şoreşa Cotmehê Fêr Bibin – SERKEFTİN

Şerê emperyalî û Şoreşa Sibatê                Berî ku behsa şoreşa Cotmehê bê kirin, pêwîst e em li Rûsyaya berî şoreşê binêrin û tehlîl bikin. Di eslê xwe de ji bo fêmkirina şoreşa Cotmehê pêwîst e destpêkê de ji şoreşa 1905’an bê destpêkirin. Ji ber ku Sowyetên ku piştî wê bingehên şoreşa sosyalîst pêk anî di vê serdemê de derket holê. Lê ji bo ku şoreşa 1905’an mijareke tena bi serê …

Read More »

Bangewaziya 1ê Mijdarê: Ji bo Rojava û Filistîn Rabin Ser Piyan

1ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye. Li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞê ya Kobanê ya ku şoreşa me ya Rojava lê destpê kir 1ê Mijdarê roja piştgiriyê ya gelên cîhanê hat îlankirin. 1 Mijdarê êdî vegeriya rojeke berxwedana gelên bindest. Berxwedana me ya Kobanê mesajek da tevahî gelên cîhanê ku yekîtiya bindestan dikare serkeftinên dîrokî bi dest bixe. Kobanê eynî wekî Stalîngrad bi şervanên xwe yên fidayî li ber xwe …

Read More »

Endamên CKŞ’ê piştgiriya berxwedana Filistînê dan

Endamên Ciwanên Komunîst ên Şoreşger CKŞ’ê li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana Filistînê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Ciwanên Komunîst bi kefiyên ku sembola berxwedanê Filistînê ye daketin qadan û piştgirî dan ciwanên Filistînî. Çalakiya ciwanên bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Filistînê”, “Bijî Filistîna Azad” û “Bîjî Azadî” bi dawi bu. Di nave CKŞ’e Abdo Kobanê daxuyanî xwend û wiha got: “7’ê meha 10’an da li Filîstîn de hamleyeke şoreşgerî despekir. 14 rexistin …

Read More »

Di Salvegera 29’emîn De Bi Hêza Ciwanan Ber Bi Sosyalîzm Ve

Weke Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger, bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa Cotmehê ya birûmet re, em salvegera damezrandina Komsomol a bêhempa ya MLKP’ê, ango Rêxistina Ciwanên Komûnîst bi coş, vîn û biryardariya şoreşa Rojava silav dikin. MLKP ku bi şopandina şopa Şoreşa Mezin a Cotmehê ve Şoreşa Yekîtiyê pêk anî, ji damezrandina xwe heta niha her tim ciwan maye. Dizanibû ku ciwan garantiya têkoşîna şoreşgerî û sosyalîzmê ye, bi bîr, vîn û …

Read More »

Komûnîstên Rojavayî bi boneya piştgirtina gelê Filistînê daxuyaniyek da

Komûnîstên Rojavayî li pêşiya Navenda Çandê ya Şehid Zîlan a Qamişlo bi boneya piştgirtina gelê bindest yên Filistînê daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de ji bilî alên Filistîn û Kurdistanê jî hatin rakirin. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Filistîn”, “Bijî berxwedana Rojava” destpê kir.Di nav daxuyaniyê de hamleya Tofana El Aksayê hat silav kirin, êrîşên dagirkeriya Îsraîl hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyê da hat eşkere kirin ku li Filistînê dewleta Îsrailê çi …

Read More »

Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne

Endamên TKŞê li Hesekê piştgirî da gelên Filistînî ku li dijî zilma dewleta Îsraîlê li ber xwe didin. Komunîstên Rojavayî di daxuyaniya xwe de wiha gotin: Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne Dewleta siyonîst a Îsraîlê ku axên Filîstînê dagirkiriye, bi rojan e li ber çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne. Dewleta siyonîst, destpêkê li Xeza û bajarên Filîstînê cihekî ku …

Read More »

EM XWE RÊXISTINBIKIN Û TÊKOŞÎNÊ DI HER QADÊ DE MEZIN BIKIN!

Di êrîşên ku di 4ê Cotmehê de dest pê kirine, di welatê me yê di Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Sûriyê ya ku bi hezaran ked û fedakariyan hatiye avakirin de avahiyên me yên leşkeri, aborî û siyasî xisar dîtin, şehîd û birîndarên me hene. Em wekî gelê Filîstînê ne, Filistîniyê ku li hemberî êrîşkariya dewleta Israîl a dagirker a Siyonîst yên 70 salin didome bi şer û têkoşîna xwe …

Read More »

Komunîstên Rojavayî êrîşên dagirkeriyê protesto kir

Komunîstên Rojavayî li Kobanê êrîşên dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin. Yek ji nûnerên TKŞ’ê Mîrza Berxo jî wiha got: “Em van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar dikin. Em dizanin ku armanca dewleta Tirk êrîş û ji nû ve dagirkirinê ye. Di roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, dewleta Tirk çawa ku Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, …

Read More »